Çalakiya greva birçîbûnê koma 32'yemîn dewr girt

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 156 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 135’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 118’emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 32’yemîn dewr girt, di roja 156’emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 135’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 135’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 118'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 118'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 

Sernavên din

01/05/2021
21:26 Nûçegihana me jî di nav de 34 kes li Enqereyê hatin berdan
19:42 373 kesên din ji koronayê mirin
17:09 Li Îzmîrê ligel qedexeyê jî, 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
16:54 HDP'î: Em şahidê tundiyê ne
16:41 Sancar karkerên kaxizên avêtinê ziyaret kir
16:40 Li Rihayê 1’ê Gulanê
16:37 Li Qelqeliyê mirina biguman a jinekê
16:19 Li Enqereyê ligel qedexeyê jî li gelek cihan meş hatin lidarxistin
16:18 Balafira bêmirov ket: Zarokek bi giranî birîndar bû
15:38 Jinên Îkîzdereyî: Em bi erdê re kaş kirin
15:32 Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê wê li dijî Tirkiyeyê bicive
15:13 Polîsan 220 kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
15:12 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan
15:04 ÎHD’ê xwest ku girtiyê nexweş Yagmakan bê berdan
14:54 Buldan 1'ê Gulanê pîroz kir: Em HDP li cem karkeran in
14:39 Gundiyên Îkîzderê hatin berdan
14:17 Dayikên Şemiyê aqûbeta Gul û Yaman pirsîn
14:15 Li Artvînê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê: 20 kes hatin binçavkirin
14:09 Şaredariya Dersimê birdariya 1’ê Gulanê ava kir
13:43 Xizmên windayan pirsa bersûcên Dundar kirin
13:35 Barîkat derbaskirin û gihiştin Taksîmê
12:40 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: 3 mirî 2 birîndar
12:39 Girtiyê nexweş ji ber emeliyata şaş seqet ma
11:37 Cenazeyê kolberê bi îşkenceyê hatibû kuştin radestî Îranê hat kirin
11:28 Rexmî qedexeyê jî bi çar milan ve meşiyan Taqsîmê
11:10 Ji girtîgehê derket, hevjîna xwe qetil kir
10:53 Polîsan li Enqereyê 4 endamên DAF’ê binçavkirin
10:51 Mizrakli: Roja kedkaran pîroz be
10:50 Ji Malbata Şenyaşar peyama 1’ê Gulanê
10:42 DBP û HDP’ê 1’ê Gulane pîroz kirin
10:41 Rêxistinên rojnamegeriyê bertek nîşanî giştînameya EGM’ê dan
10:06 Polîsan gelek kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
09:54 Li Afganistanê êrişa bombeyi: 30 kesan jiyana xwe ji dest da
09:21 Li Qoserê hewldana revandinê
09:04 Li Îkîzderê kesek hat binçavkirin
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê koma 32'yemîn dewr girt
09:03 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajêr de plana koçberkirinê
09:02 Serokê ÎHD’a Mêrsînê: Xemsariyê Îsa Gultekîn kuşt
09:01 Derbarê Farisogûllari yê HDP’î de 26 sal ceza hat xwestin
09:01 Sarisaç: Têkoşîna me wê li kuçeyan bigihîje serkeftinê
09:01 Ji ber nikarin debara xwe bikin, wesayîtên xwe derxistin firotinê
09:01 Çandinî hişk bû, cotkar di bin deynan de man
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2021'AN
30/04/2021
23:24 Li Osmaniyeyê 70 karker ji xwarinê jehrî bûn
20:33 394 kesên din ji koronayê mirin
16:32 OHD’ê têkildarî cenazeyên Kilyosê serî li AYM’ê da
16:29 Rêveberiya Xweser 92 jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Ozbekistanê kir
15:27 Di qedexeyê de zengîn li hundir, feqîr li derve ne
15:26 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
14:55 Karker: 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin
13:59 Karkerê li tersaneya Tûzlayê, ji jor ket û jiyana xwe ji dest da
13:52 HDP xwedî li karkerên li dervê hatin hiştin derket
13:47 Çelenga 1’ê Gulanê danin Qada Gundogdûyê
13:21 Zarokê 14 salî bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kiriye’ hat binçavkirin
13:14 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin berdan
12:34 'Sînordarkirina fîzîkî nikare têkoşîna me ya edaletê asteng bike'
12:30 Sergardiyan bi kuştinê gef li girtî xwar
12:16 Heso Îbrahîm: Şengal venagere berî 2014’an
12:16 Ozsoy: Bi operasyona Metîna, Avaşîn û Zapê gav bi gav dagir dikin
11:21 Cerdevan bi mînîbusan şandin operasyona Lîcê
11:15 Seyarfiroş: Em bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin
10:44 Rayedarên girtîgehê derman nadin girtiyê nexweş
10:02 ‘Heta mafê karkeran neyê dayîn aramî pêş nakeve'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 155'emîn de dewam dike
09:00 Esnafên Cizîrê: Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?
09:00 'Têkoşîna civakî dikare ji daxwazên girtiyan re bibe bersiv’
09:00 Li Deşta Pirsûsê cotkarî veguheriye ezyetê
09:00 ‘Jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, ji ber zextên civakî xwe bêdeng dikin’
09:00 5 sal in neçûye hevdîtina lawê xwe
09:00 Kelemçeya elektronîk a xerabe 11 rojan di lingê wê de ma
09:00 Sûra şaredariya AKP’î çêkir rê li ber hezîna axê vekir
09:00 Her demsal hilberînên organîk
09:00 Çakas: Polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2021'AN
08:51 Dîroka bi dawîbûna Peymana Stenbolê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
29/04/2021
23:50 Li Şirnexê tevgerek zêde ya leşkerî pêk tê
20:46 Hevserokê MED-DER'ê û 11 siyasetmedar hatin girtin
19:52 Ji Kovîd-19'ê 339 kesên din jî mirin
19:42 Qedexeya giştî ya ji bo derketina derve dest pê kir
18:29 Dîroka danişîna Doza Kobanê guherî
18:09 Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê hat veşartin
16:53 1’ê Gulanê li Kadikoyê hat pîrozkirin
16:52 Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kirin
16:34 Malbata Şîşman: Bila ji me re bêjin saxe yan miriye?
16:31 Li Lîcê operasyona eskerî
16:23 Parêzerên Demîrtaş têkildarî biryara Dadgeha Bilind daxuyanî dan
16:03 Li ODTU’yê kampus li xwendekaran hat qedexe kirin
15:40 Kesê zarokekê tacîz kir hat binçavkirin
15:39 Karkerên Kurd ên mala wan hilweşandin li derve man
15:34 Li Erxeniyê gundekî kirin qarantînayê
14:54 Li Mereşê bersûcê îstîsmarê hat binçavkirin
14:17 Jina penaber a sancoya welîdînî dikişîne li pêş îdareya koçê tê rawestandin
14:08 Rihayiyan ‘girtina giştî’ nirxandin: Armanc ne em in turîzm e
14:05 Li Wanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê asteng kirin
13:55 Dadgeha Bilind cezayê Demîrtaş erê kir
13:26 Şahidan polisê ku Efe pelçiqand derewandin: Xiza wî 70-80 kilometre bû
13:22 Gunay: Ocalan hemû beşan vedixwîne cîdiyetê
12:53 Operasyona eskerî li Şirnex û Colemêrgê dest pê kir
12:47 Li Enqerê mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kirin
12:46 Ûca pirsgirêkên cotkarên mexdûr bir rojeva meclisê