Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin

img

STENBOL - 3 xwendekarên jin ku gava xwestin li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin hatibûn binçavkirin, anîn ziman ku li midûriyeta polîsan li cihekî bê kamera polîsan li wan xistiye. 

Îsal ji ber şewba Covîd-19'ê karker û kedkar bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daneketin qadan. Li Stenbolê kesên ku xwestin 1'ê Gulanê bi awayekî sembolîk li Qada Taksîmê pîroz bikin bi mudaxileya olîsan re rû bi rû mabûn. Di vê mudaxileyê de 255 kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan. Ji kesên hatibûn binçavkirin 3 xwendekarên jin, anîn ziman ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê polîsan wan biriye cihekî bê kamera û li wan xistine. 
 
Endama Kolektîfa Jinê Şîlan Delîpalta ku polîsan lêxistiye, anî ziman ku gava hatiye binçavkirin polîsan destê xwe xistine qirika wê û şidandine. 
 
BIRIN ODEYEKE BÊ KAMERA 
 
Delîpalta, got: "Polîseke jin, gava hevala me Lîzgeyê dibir nezaretxaneyê destên wê şidandin û lêxist. Gava Lîzgeyê jî bertek nîşan da, polîsê hîn bêtir şidand. Piştî vê me hemûyan bertek nîşan da. Vê carê jî nêzî 20 polîsî bi me girtin û polîsa jin jî bêtir bi ser Lîzgeyê de çû. Herî dawî du polîsan bi milê min girt û dû re jî em birin odeyeke bê kamera û li wir li me xistin." 
 
Delîpalta, diyar kir ku giliyê polîsan kirine. 
 
LI ERDÊ BI PEHÎNAN LÊ XISTINE 
 
Endama Fealiyeta Xwendekaran Lîzde Bîter jî destnîşan kir ku gava wan birine nezaretxaneyê polîsên jin tahde li wan kirine û got: "Polîseke jin bi min girtibû û qirika min dişidand û du polîsên çevîkê jî bi milên Şîlanê girtibûn û polîsên din jî bi pehînan lê dixist. Paşê li erdê li me gişan xistin. Piştî vê jî em birin odeyeke bê kamera û li me xistin." 
 
Bîter, bilêv kir ku bi giştînameya dawî ya Wezareta Karên Navxweyî re polîs bi awayekî aşkere tahdeyê dikin û got: "Bi tahde û îşkenceya li odeya bê kamera armanca giştînameyê aşkere bû. Tişta ku îqtidar dixwaze veşêre bombeyên gazê û derbên wan ê li canê me ye." kullandı. 
 
ARMANC ÎŞKENCE BÛ 
 
Endama Piştevaniya Xwendekaran Ayşegul Korkûtan jî destnîşan kir ku armanca polîsan ne pêşîlêgirtina girseyê bû, armanca wan îşkence bû. Korkûtan got: "Di dema binçavkirinê de tim tahde li me kirin. Em xwendekarên zanîngehê li ber îşkenceyê rabûn û me li ber xwe da." 
 
Korkûtan, destnîşan kir ku îşkenceya li jinan hatiye kirin ne tiştekî rasthatinî ye û got: "Di wesayîta binçavkirinê de rageşiyek çêbû. Polîsan êrîşî me kir, lê gava dîtin camên wesayîtê bê fîlm in nikaribûn tiştekî bikin. Paşê gava me birin nezaretxaneyê, bi dijwarî em 3 jinan îşkence kirin. Ên kirin jî heman polîs bûn. Polîsên mêr jî daxil nav bûn. Gava em li ber wan rabûn, vê carê em birin odeyeke bê kamera û li erdê bi pehînan li me xistin." 
 
MA / Berfîn Karaman 

Sernavên din

07/05/2021
20:34 Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
15:19 Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin
15:18 Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide
15:07 Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste
13:35 ‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin
13:09 Girtiyê nexweş ê 76 salî hat berdan
13:07 Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:19 Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin
12:14 ‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan!
11:48 Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar
11:37 ‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’
11:12 Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn
10:23 Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin
09:04 Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye
09:04 Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike
09:04 Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
09:04 Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin
09:04 Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Li Zîlanê bîra civakê tê tunekirin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de dewam dike
09:04 Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye
09:04 Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye
09:04 Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN
06/05/2021
21:41 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn
17:06 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:56 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn