Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor

img

ENQERE - Operasyonên derî sînor ên ji sala 1983'yan heya niha tên kirin, bêçareseriyê kûrtir dikin û pêşî li ber lihevkirina civakiyî digirin. 

Li Tirkiyeyê ji xeynî pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015'an de, hemû hikûmetên hatine ser kar di polîtîkayên "ewlehîparêz" de israr kirin. Operasyonên derî sînor ên heya niha gelek caran hatine kirin, ne di warê eskerî ne jî di warê siyasî de bi ser nektin. Polîtîkayên "ewlehîparêz" ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin, di dema îqtidara AKP'ê de bi temamî xitimîn. Ev yek bû sedema dûrketineke hîn bêtir ji çareseriya aştiyane. Di dema operasyonan de têgehên wekî lihevkirina civakî, azadî û mafên sereke, hiqûq, demokrasî hwd. hatin rawestandin û maliyeta operasyonan jî barê budçeyê girantir kir. 
 
Me operasyonên derî sînor ên ji sala 1983'yan heya niha li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd tên kirin kom kirin.
 
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) operasyona xwe ya ewil a derî sînor, di bin navê "Şopandina Germegerm" de di sala 1983'yan de kir. Nêzî 5 hezar esker, daxilî operasyonê bûn. Operasyon bi qasî 5 kîlometreyan li wî aliyê sînor hat kirin. Di sala 1986-87'an de du operasyonên din ên bênav jî hatin kirin. Hejmara kesên di van operasyonan de jiyana xwe ji dest dane, bi awayekî fermî nehatine dayîn. 
 
TEVGERA MELKESÊ 
 
Operasyonên derî sînor bi awayekî berfireh di sala 1991 û salên piştî wê de hatin kirin. Piştî ku Tirkiye û PDK'ê bi awayekî fermî pêwendî bi hev re danîn, çarçovea operasonan jî berfireh bû. Di 5'ê Tebaxa 1991'ê de "Tevgera Melkesê" dest pê kir. Armanca vê tevgerê ew bû ku kampên PKK'ê û muhîmatên wê bên desteserkirin. Operasyona navbirî di 13'ê Tebaxê de bi dawî bûbû. Eskerên Tirkiyeyê tenê du hefteyan li Herêma Kurdistana Federe mabûn. 
 
MIKURHATIN Û TÊKÇÛYÎN 
 
Di 4'ê Cotmeha 1992'yan de jî bi navê "Operasyona Tanqê" operasyoneke derî sînor hat kirin. Ji ber ku di vê operasyonê de gelek tanq hatn bikaranîn ev nav li vê operasyonê hatkirin. PKK'ê jî navê "Şerê Başûr ê Mezin" lê kir. Tirkiye û hêzên herêmî bi şirîkantî tevgeriyan. Operasyon 45 rojan dewam kir. Li gor hejmarên fermî li dor 20 hezar esker, bi hezaran pêşmerge û cerdevan tevli operasyonê bûn. Armanca vê operasyona dorfireh tasfiyekirina PKK'ê bû. 
 
Serokwezîrê wê demê Suleman Demîrel, di daxuyaniya xwe ya ku Serokkomarê wê demê Tûrgût Ozal rexne kiribû de, derbarê operasyonê de gotibû, "Ji dêvla ku Tirkiye yekê bide sisêyan wergire, sê dane yek jî wernegirtiye." Demîrel bi vî awayî li xwe mikur hatibû ku "têk çûne". 
 
PIŞTÎ 92'YAN OPERASYONA DUYEM 
 
Piştî 1992'yan careke din Tirkiye û hêzên herêmî bi şirîkantî tevgeriyan û di sala 1995'an de bi navê "Tevgera Pola" operasona mezin a duyem dan destpêkirin. Operasyon di 21'ê Adarê de dest pê kir û heya 2'yê Gulanê dewam kir. Li gor hejmarên fermî, li gel 35 hezar esker gelek pêşmerge û cerdevan jî tevli operasyonê bûn. 
 
Rayedarên dewletê di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku 64 eskerên wan mirine û 185 esker jî birîndar bûne û 568 PKK'yî jiyana xwe ji dest dane. 
 
DI SALEKÊ DE 4 OPERASYON 
 
Di Nîsana 1996'an de bi navê "Başok" (Atmaca) û di 14'ê Hezîrana 1996'an de jî bi navê "Tokat" operasyon hatin kirin. Di van operasyonan de sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di 12'ê Gulana 1997'an de bi navê "Tevgera Çakûç" operasyonek din dest pê kir. Li gor hejmarên fermî 10 hezar esker tevli vê operasyonê bûne û bi ser neketiye. Di 25'ê Îlonê û 15'ê Cotmeha 1997'an de tevî hêzên herêmî bi navê "Tevgera Berbangê" operasyonek hat kirin. 15 hezar esker û bi hezaran cerdevan û pêşmerge tevli operasyonê bûn. TSK, di dema operasyonê de bi çekên xwe yên giran li Herêma Kurdistana Feder kon veda.
 
OPERASYONÊN MÛRAD Û SANDWÎÇÊ 
 
TSK'ê di 23'yê Nîsana 1998'an de tevî 40 hezar eskr li Amed, Çewlik, Mûş û Bedlîsê bi navê "Mûrad" operasyonek dorfireh da destpêkirin. Di sala 1999'an de jî operasyona 24'emîn a derî sînor kir. Di vê operasyona bi navê "Sandwîç" de tu tişt bi dest wê neket. 
 
OPERASYONA ZAPÊ 
 
Di dema îqtidara AKP'ê de yek ji operasyona herî dorfireh "Tevgera Rojê" ye. Di 21-29'ê Sibata 2008'an de hat kirin. 10 hezar tev li vê operayonê bûn ku armanca wê herêma Zapê bû. PKK'ê jî navê "Berxwedana Zapê" lê kir. Operasyon 9 rojan dewam kir. TSK, mecbûr ma di 29'ê Sibatê de vekişe. Rayedarên dewletê ragihandin ku di operasyonê de 24 esker mirine û 240 PKK'yî jiyana xwe ji dest dane. Lê belê HPG'ê jî ragihand ku 125 esker mirine, bi sedan esker jî birîndar bûne û 9 HPG'î jiyana xwe ji dest dane.
 
Her wiha Serfermandarê wê demê Yaşar Buyukanit ji bo vekişînê gotibû: "Dibêjin zû vekişiyan. Madem wisa hela bila herin tenê 24 saetan li wir bimînin. Bi rastî jî wekî mû ji nava mast bê kişandin, em bi awayî pir baş vekişiyan. Di dema vekişînê de eskerek me jî nemir." 
 
Buyukanit, bi vî away, li xwe mikur hatibû, operasyona wan bi ser neketiye.
 
2011: SIVÎL KUŞTIN 
 
Piştî têkşikîna li Zapê, di 17'ê Tebaxa 2011'an de operasyoneke bênav hat kirin. Balafirên şer di roja pêncan a operasyonê de, di 21'ê Tebaxa 2011'an de, li ser rêya Kortek-Ranyayê li nêzî gundê Bolê, wesayîtek bombeberan kir. Di wesayîtê de 4 jê zarok 7 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Pêngavên PKK'ê yên bi navê "Şerê Gel ê Şoreşgerî" heya Kanûna 2012'an dewam kirin. Ev pêngav li xeta Bêşebab, Çelê, Şemzînan û Geverê dewam kirin. PIştî van pêngavan "pêvajoya çareseriyê" dest pê kir.
 
OPERASYONA BÛ SEDEMA XERAKIRINA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ 
 
Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi navê "Şehîd Yalçin" operasyonek dest pê kir. Bi vê operasyonê de "pêvajoya çareseriyê" ya di sala 2013'an de dest pê kiribû bi awayekî fermî bi dawî bû. Qendîl, Metîna, Heftanîn, Avaşîn, Xakûrkê, Xinêrê, Garê û gelek herêmên din bi 50 balafirên şer hatin bombebarankirin. Di van operasyonan de qadên sivîl hedef hatin girtin û herî kêm 8 sivîl jiyana xwe ji dest dan. 
 
SOYLÛ: ÊDÎ Ê KES NAVÊ PKK'Ê BILÊV NEKE 
 
Di sala 2016'an de jî operasyonên hewayî yên derî sînor zêde bûn. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di 2'yê Mijdara 2016'an de li Sakaryayê di axaftineke xwe de got, "Xwedê şahid e, ê careke din kes navê PKK'ê bilêv neke. Em bi şeref û namûsa xwe sond dixwin, ê kes bilêv neke." Piştî vê axaftinê operasyon dewam kirin. Çendî ku Soylû di sala 2016'an de sond xwaribû ku yê "kes hew navê PKK'ê bilêv bike", operasyon 2 sal bi şûn de dest pê kirin. Di sala 2018'an de bi navê "Operasyona Biryardarî", di 28'ê Gulana 2019'an de bi navê "Tevgera Pençeyê", di 13'ê Tîrmeha 2019'an de bi navê "Operasyona Pençe-2", di 23'yê Tebaxa 2019'an de bi navê "Operasyona Pençe-3", di 15'ê Hezîrana 2020'î de bi navê "Operasyona Pençe-Qertel", di 18'ê Hezîrana 2020'î de bi navê "Operasyona Pençe-Piling", di 10'ê Sibata 2021'ê de bi navê "Tevgera Pençe-Qertel-2", di 23'yê Nîsana 2021'ê de bi navê Operasyonên "Pençe-Birûsk û Pençe-Birqê" operasyon hatin kirin. 
 
OPERASYONA GARÊ 
 
Di 10'ê Sibata 2021'ê de jî bi navê "Tevgera Pençe-Qertel-2" operasyon hat kirin. Di vê operasyonê de ku wekî "Garê" jî tê binavkirin, 13 polîs û eskerên ku 6 salan di destê PKK'ê de bûn, mirin. Çendî ku Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, daxuyand ku operasyon ji bo rizgarkirina "dîlgirtiyan" bû, lê belê armanca sereke ya vê operasyonê serketin bû. Piştî vê bi vî awayî armanc kirin ku pêşî li ber mudaxilekirina Şingalê bê vekirin. Her wiha Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan beriya operasyonê bi çend rojan daxuyandibû ku dê "mizgîniyekê" bide. Lê belê paşê mecbûr ma ku neserketina operasyonê ragihîne.
 
CARDIN ZAP CARDIN... 
 
PIştî operasyona Garê bi du meh û nîvan, di 23'yê Nîsanê de "Operasyonên Pençe-Birûsk û Pençe-Birqê" hatin destpêkirin. Armanca van operasyonan bidestxistina herêma MEtîna, Avaşîn û Zapê ye. TSK, di sala 2008'an de ji Zapê vekişiyabû û piştî 13 salan vê carê jî Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar got, "Çiya, kendal, daketin û siwarbûn pir zor e. Helîkopter nikarin tekerên xwe deynin erdê." Operasyona navbirî du hefte ye dewam dike. Li gor bîlançoya 23'yê Nîsanê û 3'yê Gulanê ya HPG'ê 147 esker mirine û 7 HPG'î jiyana xwe ji dest dane. Lê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akara jî duh daxuyand ku 68 HPG'î jiyana xwe ji dest dane. 
 
MA / Dîren Yûrtsever
 

Sernavên din

07/05/2021
20:34 Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
15:19 Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin
15:18 Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide
15:07 Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste
13:35 ‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin
13:09 Girtiyê nexweş ê 76 salî hat berdan
13:07 Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:19 Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin
12:14 ‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan!
11:48 Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar
11:37 ‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’
11:12 Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn
10:23 Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin
09:04 Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye
09:04 Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike
09:04 Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
09:04 Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin
09:04 Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Li Zîlanê bîra civakê tê tunekirin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de dewam dike
09:04 Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye
09:04 Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye
09:04 Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN
06/05/2021
21:41 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn
17:06 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:56 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn