Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine

  • jin
  • 09:01 8 Gulan 2021
  • |
img

RIHA – Emîne Şenyaşar ku zarokên wê li ber çavên wê qetil kirin, derbarê Roja Dayikan de ev tişt got: “Kesekî ku roja min pîroz bikin nehiştin. Celal û Adilê min roja min pîroz dikirin. Wan jî j imin girtin. Fadilê min jî kirin girtîgehê.”

Her sal yekşema duyemîn a meha gulanê weke Roja Dayikan tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê dema ku dayik tên gotin Dayikên Şemiyê ku zarokên wan bi awayekî faîlî meçhul hatine kuştin û Dayikên Aştiyê ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane tên hişê mirov. Ji bilî Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, di salên dawîn de Emîne Şenyaşar jî ji aliyê raya giştî ve tê nasîn. 
 
 
ŞAHIDA KOMKUJIYÊ
 
Zarokên Emîne Şenyaşar Celal û Adil Şenyaşar di sala 2018’an de 10 roj beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Bi zarokên wê re hevjînê Emîn Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar jî hat qetilkirin. Zarokên Şenyaşar li ber çavên wê hatin qetilkirin. Herî dawî ji ber komkujiyê 37 sal ceza li kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar hat birîn. Rexmî ku bûyer hem li cihê kar û hem jî li nexweşxaneyê derbas bûye jî heta niha têkildarî beşa li nexweşxaneyê biryara nepeniyê heye. 
 
NOBETA EDALETÊ
 
Destpêkê di 10’ê îlona 2019’an de Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li dijî bêedaletiya ku li wan tê kirin, li ber Edliyeya Riyayê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Dema ku çalakî berdewam dikir Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtin kir û sozê ku dê heta mehekê dosya veguhere dozê girt. Piştî vê malbatê dev ji çalakiya xwe berda. Di 16’ê kanûna 2020’an de jî malbat çû Serokatiya AKP’ê ya Bajar  û xwest hevdîtinek pêk bîne. Ji ber ku hevdîtin pêk nehat Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiyê kirin. Li vir hatin binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
HERÎ ZÊDE DAYIKÊN AŞTIYÊ PIŞTGIRÎ DIDIN WAN
 
Herî dawî jî di 9’ê adara 2021’an de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, bi daxwaza ku qeydên li nexweşxaneyê derkevin holê, biryara nepeniyê ya li ser dosyayê bê kirin û faîlê bûyerê yên berdayî bên girtin li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Roja ku çalakiya Malbata Şenyaşar dest pê kiriye ve herî zêde Dayikên Aştiyê û saziyên jinan piştgirî didine malbatê. 
 
Malbata Şenyaşar ji 30’ê nîsanê ve ji ber qedexeya pandemiyê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê çalakiya xwe didomîne.  Ji destpêka çalakiya xwe ve Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 4 hatine binçavkirin. 
 
HESRETA WÊ ZAROKÊN WÊ NE
 
Piştî bûyera ku bi serê wan de hat wê Emîne Şenyaşar careke din Roja Dayikan bi xemgînî pêşwazî bike. Hesreta herî mezin a Dayika Emîne, zarokên wê li gel wê bin. Şenyaşar, da zanîn ku berê timik zarokên wê bi gulan roja wê ya dayikan pîroz kirine û wiha got: “Roja Dayikan e li kesekî ku ku roja min pîroz bike nehiştine. Celal û Adilê min roja min pîroz dikin lê wan ji min girtin. Fadilê min jî avêtin girtîgehê. Ez ê xwe bi qurbana wan bikin.  Dayika we bêyî we nikare cejn û rojan derbas bike. Ji cihên ku hûn lê raketine rabin, weke berê destê min maçî bikin. Ez we hembiz bikim. Zaliman we j imin girtin. Roja dayikan niha ji bo min eş e.”
 
TENÊ WÊNE HEYE…
 
Şenyaşar, got ku ew ê dev ji sozê “edaletê” ku daye zarokên xwe bernede û ev tişt anîn ziman: “Ez niha nobeta edaletê li mala xwe didomînim. Bila kurê min berdin. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe. Ev çawa edalet e? Qeydên nexweşxaneyê hatine veşartin. Kesên zarokên min kuştin li derve ne. Ev kes çima nayên girtin? Em diçin cen dozger me qebûl nake. Li avahiyên edliyeyan wêneyên mêzînan çêkirine, tê gotin ku edalet heye lê kurê min ê bêsûc 3 sal e girtî ye.”
 
DINYAYÊ BIHÎST 
 
Di dawiya axaftina xwe de Şenyaşar destnîşan kir ku li pey “Rastiyê” ye û ev tişt gotin: “Zarokên min li nexweşxaneyê li ber çavên min hatin qetilkirin. Li kudera dinyayê hatiye dîtin mirov li nexweşxaneyê tên qetilkirin? Heke ser vê komkujiyê bê girtin dixwazim ku kesên serê bigirin jî êşa ku em dikişînin bikişînin. Bila kezeba wan jî weke ya min bişewite. Dozger çima rastiya vedişêre? Vê zilmê hemû dinyayê bihîst hûn çima vedişêrin, qê bi we re wijdan tuneye? Kî zarokên min kuşt?” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

11/05/2021
09:04 Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye
09:04 Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN
08:32 Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da
10/05/2021
23:44 Guh li bergiriyên koronayê nekirin, bi konwoyê li nav bajêr geriyan
20:42 282 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:30 ‘Peykerên’ qeyûm bûn mijara pêkenok û bertekan
16:18 Jina berasteng a zîhnî di qefesê de mirî hat dîtin
15:57 ‘Polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran girantir dike’
13:41 Cenazeyê dayika Arslan hat veşartin
13:40 ÎHD:Şîşman ê bi birîndarî hat binçavkirin 31 rojin li ku derê ye?
13:11 Piştî veqetandina polisan texrîbata li Koşka Mala Ezîzan derket holê
13:02 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê tu li ku yî?
12:31 HDP’ê bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin re qert şand
11:52 Hunermenda dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn
11:22 Dayika Aştiyê Akyildiz jiyana xwe ji dest da
11:02 Faîl dîsa nas e: Hevjîna xwe kuşt, zarokê xwe giran birîndar kir
09:21 'Dînê Nisêbînê' mamoste Aslan jiyana xwe ji dest da
09:20 Dayika Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 165'emîn de dewam dike
09:03 ‘Divê tevahiya civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’
09:03 Leşkerê berê Yaylali: Armanca operasyonan tevahiya kurdan e
09:03 Qedexeya giştî barê jinan girantir kir: Sê karan bi hev re dike
09:02 Şertê ‘qawîşa serbixweyan’ danîn pêşiya berdana girtiyan
09:02 Pîroglû: Divê astengdar ji bo têkoşînê bikevin tevgerê
09:02 Serokê Giştî yê PÎA’yê Kamaç: Operasyon ne çareserî ne
09:02 DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin
09:01 10 sal di ser Peymana Stenbolê re derbas bûn: Vekişîna ji Peymanê xetere ye
09:01 Şêniyên Xaçortê: Bi avêtina bombeyên gazê me ceza dikin
09:00 Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede
09:00 Qeyûm deynên bacên xwe bi neguhêzbarên şaredariyê dide
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'AN
09/05/2021
21:19 283 kesên din ji koronayê mirin
20:59 Li Mûşê zaroka 16 salî biguman jiyana xwe ji dest da
17:13 Ciwanê winda bû di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da
16:41 Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin
16:05 Ji ber kavilên kana kevir newal tije bû
16:04 Karkerek di bendavê de xeniqî
15:19 Eskeran îşkence li penaberan kirin
14:47 Cezayê hucreyê li girtiya ku binpêkirinên mafan vegot birîn
14:05 Li Mêrsînê îdîaya mamosteyekî întîhar kir
13:32 Bûldan, Roja Dayikan li Qada Galatasarayê pîroz kir
13:04 Nameya HDP’ê nedan Gergerlîoglû
12:19 Roja ku edalet pêk bê, dê wê rojê Roja Dayikan pîroz bike
11:29 Rojnameger Elo: DYA, dixwaze paşve vegere cihên ku Suriyeyê berdane
11:25 Sozên xwe negirtin, dosyeya Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê girtin
10:57 Dayika Ayşe Gokkan: Xelata wê ya herî mezin têkoşîna wê ye
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de dewam dike
09:04 Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in
09:04 Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin
09:04 'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn'
09:03 Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû
09:03 Pîvaz li nav erd riziyan
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin
09:02 Meaşê mamosteyê biheq 50 TL ye
09:01 Dayik bi têkoşînê li ser pêyan e
09:01 Bi hinceta 'rojiya mirinê' ceza li girtî birîn
09:01 Hiqûqnasên jin nepêkanîna qanûnê rexne kirin
09:00 Roja bigihên zarokên xwe, dê ew roj Roja Dayikan be!
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2021'Ê
08/05/2021
20:51 281 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:41 Gardiyanan li Girtîgeha Amedê tiliyên girtiyekî şikandin
16:25 Li Girtîgeha Tarsûsê gefa şewbê
16:01 Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan ji Emîne Şenyaşar re name şand
15:31 DBP’î û HDP’iyan bi boneya Roja Dayikan serdana malbatên Şenyaşar û Gokkan kirin
15:22 Li Îzmîrê aqûbeta Yaman û Gul hat pirsîn
15:01 Di ‘Rûniştina F’ de xwest girtiyê nexweş Kurt bê berdan
14:41 Xwestin bersûcên Halîl û Kasim Alpsoy bên derizandin
14:36 Îkîzdereyî: Dê êdî ev der tenê kevir bin
14:24 Ji Serdozgeriya Xarpêtê daxuyaniya rojnameger Kaharman
14:13 Bi pankartê piştgirî dan greva birçîbûnê
13:52 Ji bo girtiyê nexweşiya dil Abî banga berdanê kirin
12:53 Li Silopiyê revandin, li Xarpêtê kuştin, cenazeyê wî avêtin golê
12:35 Malbata Şenyaşar: Roj roja piştevaniyê ye
12:29 Di laşê kolberê hatibû kuştin de birinên teng u fireh hatin tespîtkirin
11:58 HDP’ê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê serî li komîsyonê da
11:45 Tecawizî keça xwe kir, polîsan ew piştî du saetan berda
10:53 Bi milyonan karker di pençê mirin û birçîbûnê de ne
10:21 Şaredariya AKP'ê ji bo qeyûmê berê rêyek taybet di goristanê re vekir
10:02 Komîsyona Jinan a KNK’ê banga rawestandina şer li NATO’yê kir
09:01 Ji ber belgeyekê, 10 roj in girtî nayê berdan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 163'yemîn de dewam dike
09:01 Mêşvan amadekariya çûna zozanan dikin
09:01 Qesîdebêjê Menzîlê Abdurrahman Onul jî 'diziya' stranên kurdî kiriye
09:01 Kurê Gultekîn: Bavê min tu carî dev ji têkoşînê berneda
09:01 Rewşa karkerên jin: Sîgorte tune, kedxwarî, nexweşîn...
09:01 Dayika hewl dide bi 600 TL'yî debara 4 zarokên xwe bike: Kî dibêje xizanî tune ye?
09:01 Rewşa girtîgehan: Tecrîd veguheriye îşkenceyeke fiîlî
09:01 ‘Divê berpirsiyarên Komkujiya Vartînîsê bên girtin'
09:01 Pergala Şer Roja Dayikan li dayikan kiriye dojeh
09:01 Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine
09:01 Alîkara Serokê Baroya Amedê: Armanceke me temsiliyeta wekhev e
09:01 Karkerên çandiniyê: Em dixebitin, lê nikarin tenekeyek rûn bikirin
09:01 Başlangiç: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2021'Ê
07/05/2021
20:34 Li Tirkiyeyê îro 278 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
15:19 Ji heman qawişê 8 kes bi vîrusa koronayê ketin
15:18 Ev wêne xizaniya li Tirkiyeyê nîşan dide
15:07 Malbata Şenyaşar: Pê nayê bawerkirin, lê raste