* Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç anî ziman ku operasyonên dersînorî neçareserî ne û heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê krîzên aborî, siyasî û civakî jî ji Tirkiyê neqedin.
* Leşkerê berê Îbrahîm Yaylali diyar kir ku di armanca operasyonên leşkerî yên Tirkiyê de ku didomin tevahiya kurdan hene û got: “Gelekî dikin armanc û dixwazin guhertina nifûsê bikin.”
* Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk da zanîn ku bêhiqûqiyê ji Îmraliyê dest pê kir û pêl bi pêl belav bû û bang kir ku divê civak xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî bêhiqûqiyê derkeve.
* Tevî ku cezayê Selîm Polat ê 5 sal in girtî ye qediyaye jî bi hêceta ku “derbasî qawîşa serbixweyan nebûye” nayê berdan.
* Li taxa Nurê ya navçeya Cizîrê Hulya Dalmiş ku 10 sal in tedawiya nexweşîna penceşêrê dibîne, li gel ragihandina qedexeya derketina derve barê wê giran bû û 3 karan bi hev re dike. Dalmiş a ku kedeke mezin dide jî ji neditina keda jinê bi gilî ye.
* Şaredariya Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de piştî firotina dibistan û mizgeftan vê carê jî beramberî deynên bacan de des bi firotina nêguhêzbarên aydê şaredariyê ji bo Wezareta Xazîne û Maliyeyê kir.
* Prof. Dr. Ferîde Acar got vekişandina ji Peymana Stenbolê ji neîmzekirina peymanê bêtir xetereyê dide. Dildara EŞÎK’ê Zelal Ayman jî got wê rêxistinên jinan dev ji peymanê bernedin û dê destûrê nedin ku ser rojeva peymanê were girtin.
* Li Bazara Heywan a li navçeya Rêya Armûşê êdî wek berê ew qelebalixî û kelecana firotin û sitendina sewalan nîne. Kesên sewalan xwedî dikin gotin ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî hatiye asta qedandinê û dixwazin sewalên di destê wan de jî werin firotin.
* Polîsên ku li taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê digerin, li gel ku bûyerek li taxê nîne jî hema bêje her êvar bombeyên gazê diavêjin kuçeyên taxê.
* Rêveberê DÎSK’ê Seyît Aslan diyar kir ku her sal bi hezaran kar ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin û divê kargeh ji aliyê mekanîzmayên serbixwe ve werin kontrolkirin.
* Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû diyar kir ku bi hezaran astengdar li dijî pirsgirêkên xwe li benda çareseriyên şênber in û divê astengdar ji pozîsyonek ricakar û alîkariyê dixwazin werin derxistin û ji bo tiştên heq dikin bistînin divê bikevin nava hewldana tevgerê.
* Çalakiya bi daxwaza "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ji ber pandemiyê wê di roja 63'yemîn de li malê berdewam bike.
* Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû wê têkildarî 10-16'ê Gulanê Hefteya Cîhanê ya Astengdaran li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Stenbolê daxuyanî bide. (12.00)