33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e

  • rojane
  • 09:00 12 Gulan 2021
  • |
img

STENBOL - Firat Şîşmanê HPG'î ku li bejahiya Şirnexê hatibû zevtkirin, 33 roj in xeber jê nayê girtin. Parêzera wî Newroz Ûysal got: "Beyanên bi nanok, îşaret bi muameleyeke nebaş û şertên giran dikin." 

Di 10'ê Nîsanê de li herêma Besta ya di navbera Şirnex û Sêrtê de operasyoneke eskerî çêbûbû. Hatibû gotin ku Firat Şîşmanê HPG'î di vê operasyonê de jiyana xwe ji dest daye. Lê piştî çend rojan Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû daxuyanî dabû û di axaftina xwe de destnîşan kiribû ku Şîşman sax e. Piştî vê daxuyaniya Soylû, malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû. Lê belê 33 roj in ji malbatê re nayê gotin ku bê ka Şîşman li ku ye. 
 
Birayê Şîşman Mesût Şîşman û parêzera wî Newroz Ûysal, têkildarî pêvajoyê de axivîn. 
 
NIZANIN LI KU YE 
 
Bira Mesût Şîşman, anî ziman ku piştî daxuyaniya Soylû serî li dozgeriyê dane, lê belê hê jî tiştek ji wan re nehatiye gotin. Şîşman, diyar kir ku lê belê parêzeran gotiye niha rewşa birayê wî ne xedar e. 
 
BIRYARA BINÇAVKIRINÊ TUNE YE
 
Şîşman, anî ziman ku di serlêdanan de tiştên ji wan re hatine gotin li hev dernayên û got: "Me xwest em wî bibînin, lê dozgeriyê nehişt. Qaşo gotiye, 'Gava baş bibim ez ê hevdîtinê bi malbata xwe re bikim' û bi vî awayî hevdîtina bi malbat û parêzeran re red kiriye. Em bawer nakin tiştekî wiha gotibe. Dozger jî dibêje 16 roj in di beşa awarte de ye. Kesekî ku 16 roj in di beşa awarte de be dê çawa îfadeyê bide? Dê çawa biaxive? Di warê tibbî de ev ne pêkan e û di warê hiqûqî de jî nayê qebûlkirin." 
 
Şîşman, anî ziman ku serlêdanên parêzeran jî bêencam mane û dozgeriyê jî gotiye, ji ber ku derbarê birayê wî de biryara binçavkirin û girtinê tune ye dê tiştekî nebêje. Şîman got: "Meheke di nav destê we de ye, çima pêvajoyeke hiqûqî dest pê nake?" 
 
CENDIRME TELEFONÎ MALBATÊ DIKE 
 
Şîşman, bilêv kir ku hin kesên gotine ji Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê digerin telefonî bavê wî, xwişkên wî û wî kirine û got: "Gotine hûn bi tenê werin hûn ê karibin wî bibînin. Telefonî min jî kirin. Min jî got ji ber pandemiyê qedexe heye û em nikarin werin. Min got, parêzer li wir in û ew dikarin hevdîtinê bikin. Min got, di warê qanûnî de çi hewce be ewê bikin. Wan jî got, ji ber ku biryareke binçavkirinê tune ye, parêzer nikarin hevdîtinê pê re bikin." 
 
Şîşman, diyar kir ku hin kes têkildarî vê hatine mala du xwişkên wî yên zewicandî jî û got: "Gotine em kaxezekê îmze bikin, ji bo parastina we em ê komekê bişînin. Lê daxwazeke me ya bi vî rengî tune ye. Min jî daxwaznameyek da walîtiyê û tê de got daxwazeke me ya bi vî rengî tune ye. Cendirmeya Şirnexê tim telefonî malbata min û xizmên me dikin. Nizanim, doza çi dikin. Pêdiviya me bi parastinê tune ye. Ê ku pêdiviya wî bi parastinê heye, Firat Şîman e ku hûn dibêjin birîndar e. Pêdiviya wî bi parastinê heye. Fikarên me hene. Em nizanin çawa ye, di çi halî de ye." 
 
NAKOKΠ
 
Parêzera malbatê Newroz Ûysal jî diyar kir ku dozger du caran hevdîtin qebûl kiriye û wekî din daxwazên ji bo hevdîtinê red kirine. Ûysal, anî ziman ku pir hewl dane lê tu agahî bi dest nexistine û got: "Hem dibêjin kar û barê binçavkirinê dest pê nekiriye, hem jî îşaret bi zabitnameyê dikin û dibêjin naxwaze hevdîtinê bi malbata xwe re bike. Lê zabitnameyê rê me nadin. Dibêjin, zabitname di 9'ê Nîsanê de hatiye îmzekirin. Gelo bi rastî jî zabitnameyek wiha heye yan na? Ew jî nediyar e. Heger hebe jî, dijî qanûnê ye. Çimkî dozgeriyê got, rewşa wî xetere ye û dê ev xetere heya hefteyekê bidome û di beşa awarte de ye. Hefteya ewil ji 8'ê Nîsanê dest pê dike û heya 15'ê Nîsanê didome. Kesekî ku di beşa awarte de be û bê ser hişê xwe û bibêje 'ez naxwazim hevdîtinê bi malbata xwe û parêzer re bikim'... Ne mimkun e. Pir aşkere ye ku li holê rewşeke bi nakok heye." 
 
BERSIVINE BI NAKOK 
 
Parêzer Ûysal, destnîşan kir ku zabitnameya navbirî yan ne rast e, yan jî gava Şîşman ne li ser hişê xwe bûye pê hatiye îmzekirin. Ûysal, anî ziman ku gotina "ew bi xwe naxwaze hevdîtinê bike" ne rast e û ya tê kirin dijî mafên mirovan e û got: "Ji lew re ne nivîskî ne bi telefonê û ne jî bi awayekî fîzîkî beyaneke wî tune ye." 
 
ÎŞKENCE 
 
Ûysal got: "Gava em lê dinêrin dozger û cendirme bi tu awayî tiştekî nabêjin, malbatê eware dikin û beyanên wan jî li hev dernayên. Lewma beyanên bi nanok, îşaret bi muameleyeke nebaş û şertên giran dikin." 
 
Ûysal, destnîşan kir ku divê civak vê îhmalkariya di warê hiqûqî de qebûl neke û ew jî hewl didin ku tevî saziyên saziyên mafên mirovan rewşê zelal bikin.
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

14/05/2021
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin