WAN - 6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimînin, ligel ku cezayê wan bi dawî bûye jî, bi şertê “di qawîşên alîgiran de bimînin” û bi hinceta beşdarî çalakiyên li dijî binpêkirinên mafan bûne, nayin berdan.
Piştî ku desthilatdariya AKP û MHP’ê "Qanûna Înfazê ya Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê de" qebûl kir, di 1'ê Çileyê de ketibû meriyetê. Di çarçoveya vê qanûnê de, girtiyên ku cezayê wan bi dawî bûne, nayin berdan. Ev binpêkirina mafan û astengkirina berdana girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. 6 girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê dimînin, ligel ku cezayê wan xelas bûye jî, di çarçoveya “Qanûna înfazê” nayin berdan û berdana wan 6 mehên din hat dirêjkirin.
Girtî Mehmet Selîm Polat, Îdrîs Işik, Mazlûm Dûrsûn, Onder Hakan, Halît Kaya û Ekrem Kaplan ên bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê” hatibûn girtin, ligel ku cezayê wan ên hespê bi dawî bûye jî nayin berdan. Rêveberiya girtîgehê, bi hinceta “rewşa wan baş nebûye” 6 mehên din berdana wan taloq kir. Sedema ne berdana girtiyan weke şertê “di qawîşên alîgiran de bimînin” û bi hinceta beşdarî çalakiyên li dijî binpêkirinên mafan bûne, hat nîşandan.
Girtiyên serbest berdana wan hat astengkirin, bi rêya malbat û parêzerên xwe ev peyam dan: “Poşmantiyê û alîgiriyê ferzî me dikin. Ji ber ku em li dijî vê yekê derketin, berdana me asteng dikin.”