Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...

  • rojane
  • 09:07 13 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Li Tirkiyeyê penaberên sûriyeyî 10 salên tijî êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tecawiz, tahde û îşkenceyê û ji gelek mafan bêpar li dû xwe hiştin. 
 
Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, di Nîsan û Gulana 2011'an de gelek sûriyeyî berê xwe dan Tirkiyeyê. Penaberên Sûriyeyî 10 salên tijî taciz, tecawiz, tahde û îşkence û ji gelek mafan bêpar li dû xwe hiştin. Li Tirkiyeyê li gor daneyên Adara 2021'ê hejmara penaberên sûriyeyî 3 milyon û 665 e. 
 
Me binpêkirinên mafan ên penaberên sûriyeyî ku di vî 10 salî de li Tirkiyeyê bi wan re rû bi rû mane, di bin 10 sernavan de kom kirin. 
 
ÊRÎŞÊN NEFRETÊ 
 
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 2020'î de 4 penaber ji ber êrîşên nefretê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Rêvebirê Komeleya Piştevaniya Penaberên Sûriyeyê Mûhammed Salih Alî, destnîşan kir ku sedema herî girîng a êrîşên nefretê kêmasiya agahiyên derbarê "penabertiyê" de ye. Alî, bilêv kir ku koçberiya çêbûye ne bi awayekî kêfî û ne ji bo turîzmê ye û got: "Feraseteke wekî ku ev mirov ji kêfî koç kiribin, heye. Li gel vê rojeveke sansasyonel heye ku tim dubare dibe; 'Sûriyeyî naxebitin lê meaş digirin, xaniyan dikirin.' Ev tiştên ne rast û tim tên gotin, dibin sedema nefretê." 
 
CIHÊKARΠ
 
Alî, bal kişand ser cihêkariya ku penaberên sûriyeyî bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Hin kes hene sirf ji ber ku li derve bi dengekî hêla axifîne, bi êrîşê re rû bi rû mane. Dibêjin 'we tu hizûr nehiştiye' û êrîşê dibin ser wan. Divê Tirkiye û gelên Tirkiyeyê di vî warî de hesas bin. Kesên 60 sal berê wekî penaber ji Tirkiyeyê çûn Ewropayê, baş dizanin bê cihêkarî tiştekî çawa ye. Welatekî ku bi cihêkariyê re rû bi rû maye, penaberan qebûl nake." 
 
NEHESIBANDIN 
 
Alî, diyar kir ku bi fikira ku dê demeke kurt bimînin penaber hatine qebûlkirin û fikira 'dê biçin' 10 sal in didome. Alî ku got "Li Tirkiyeyê hê jî qanûna îltîcayê ne di meriyetê de ye" anî ziman ku Tirkiye di çarçoveya îltîcaya şertî de tenê koçberên ji Ewropayê tên qebûl dike. 
 
Alî, destnîşan kir ku Tirkiye gelên Rojhilata Navîn wekî penaberan nahesibîne, wekî mêvanên demborî dihesibîne û got: "Nasnameyên parastina demborî têra parastina penaberan nake. Pêdiviyên sereke yên wekî tenduristî û hêwirînê jî bi awayekî demborî ne. Nasnameya parastina demborî nade gelek penaberan. Gava wisa be, helbet wê fikira 'gelo ez ê heya kengî li vir bim?' li mirovan peyda bibe û ev jî dibe sedema bêîstikrarbûnekê?" 
 
ÎŞKENCE Û MUEMELEYA XIRAB 
 
Li gor rapora ÎHD'ê di sala 2020'î de 18 penaber di bin çavan de hatine îşkencekirin û bi muameleyeke xirab re rû bi rû mane û 6 penaber jî ji ber îşkence û muameleya xirab a esker û polîsan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Alî, bibîr xist ku sûriyeyiyên di çaçroveya parastina demborî de jî xwedî mafên azadiya kes û ewlehiyê ne û got: "Gava sûriyeyî bên binçavkirin, usûlên ji bo welatiyan dikin divê ji bo wan jî bikin. Lê mixabin ev pêk nayê. Em gelek caran bûne şahid ku sirf ji ber ku statuya wan tune ye, penaber hatine îşkencekirin û bi muameleyên xirab re rû bi rû mane. Sebeb çi dibe bila bibe, heger sûcdarî û binpêkirinek hebe jî îşkence û muameleya xiran dijî hiqûqa navneteweyî ye." 
 
KARKERÊN ZAROK 
 
Li gorî daneyên sala 2021'ê yên Îdareya Koçberiyê li Tirkiyeyê hejmara sûriyeyên temenê wan di navbera 10-18 salan de 660 hezar e. Ji sê parên van zarokan parek jê di karên cuda de dixebitin. 
 
Alî, diyar kir ku bi koçberiyê re hejmara karkerên zarok jî zêde bûye û piraniya van zarokan bê temînat in û nayên parastin. Alî got: "Nexasim jî divê ji zarokên bêkes re deverine ewle bên peydakirin." 
 
KARKERIYEKE ERZAN Û CINAYETÊN KARΠ
 
Li gor daneyên 2020'î yên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG), 110 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 48 jê sûriyeyî ne. 
 
Endama Desteya Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Muge Yamanyilmaz, diyar kir ku statuya demborî nahêle karker di çarçoveyeke bitemînat de bixebitin. Yamanyilmaz, bilêv kir ku koçber û penaber bi kedxwariya patronan re rû bi rû dimînin û got: "Sedema ku penaber û koçber mehkûmî şert û mercên giran tên kirin, bi taciz û tecaziwê re rû bi rû dimînin, nebûna ewlehiya karkeran û tenduristiya karkeran ji ber vê ye." 
 
MAFÊ PERWERDEHIYÊ 
 
Çendî ku di Îlona 2014'an de ji bo zarokên sûriyeyî biçin dibistanên dewletê qanûnek hatibe çêkirin jî, lê li be rmafê perwerdehiyê gelek astengî hene. Li gor daneyên wezaretê milyon û 82 hezar û 172 sûriyeyî di çaxê perwerdehiyê de ne. Lê belê ji van kesan tenê 684 hezar û 919 kes diçin dibistanê. 
 
Yamanyilmaz, destnîşan kir ku kedxwariya keda zarokan pirsgirêkeke pir mezin e û ev pirsgirêk bi binpêkirina mafê perrwedehiyê re mezintir bûye. 
 
ZIMANÊ NEFRETÊ DI ÇAPEMENIYÊ DE 
 
Li gor rapora projeya Şopandina Bilêvkirina Nefretî Di Çapemeniyê De ya Weqfa Hrant Dînk, ên herî zêde bi zimanê nefretî derbarê wan de nûçe hatine nivîsandin penaberên sûriyeyî ne. 
 
Yamanyilmaz, destnîşan kir ku çapemenî derbarê penaberan de tim zimanekî nefretî bi kar tîne û ev yek carinan dibe sedema sûcên nefretê. Yamanyilmaz, Herî dawî me dît ku ji ber nûçeyeke bi zimanê nefretê ya Rojnameya Sozcuyê, hin kesan li Enqereyê êrîş birin ser somayiyan. Her wiha par, me dît ku êrîşên nîjadperest ên li hemberî sûriyeyiyan zêde bûn. Di sala 2020'î de bi êrîşên hêzên ewlehiyê û êrîşên nîjadperest 13 penaber hatin kuştin. Çapemenî wekî 'mêvan' behsa penaberan dike. Ev bi xwe re fikira newekehviyê dide der." 
 
TACIZ, TECAWIZ Û TAHDE 
 
Yamanyilmaz, bal kişand ser binpêkirina keda jinên penaber jî û got: "Xizmeta nav malê, karên statuya wan kêm, sektora femînîzekirî ya piyaseta karî, awayê wî yê herî kedxwar. Karê leylî yê li malê jî, bêtemaînat e û saetên wê yên xebatê nediyar in û pir dirêj in. Destûra xebatê, ji ber sedemên burokratîk û ji ber maliyetê, e bi dilê kardêr e. Li malên lê dixebitin pasaportên wan tên desteserkirin. Ev jî li hemberî kedxwarî, taciz û tecawizê wan ji parastinê mehrûm dike." 
 
ŞANTAJA SIYASΠ
 
Yamanyilmaz, diyar kir ku bi taybetî di têkiliyên di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de penaber wekî kozeke siyasî tên bikaranîn û got: "Divê nebin cihê bazariyê. Îltîca mafê mirovan e û divê bê şert û merc bê qebûlkirin." 
 
MA / Berna Kîşîn
 

Sernavên din

14/05/2021
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin