AMED - Di qezaya trafîkê ya li Taxa Karincak a navçeya Licê pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li mezraya Seyrek a gundê Karincak ê girêdayî navçeya Licê, qezaya trafikê pêk hat. Di encama qelibîna wesayîtê de, Ferhat Ocakli (22) û Mehmet Gokçe (44) ên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê her du welatiyan bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.