Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn

  • rojane
  • 09:05 14 Gulan 2021
  • |
img
 
EDENE - Piştî ku damezrînerê Weqfa Fûrkanê Alpaslan Kûytûl îqtidarê rexne kir, di salekê de derbarê endamên weqfê de bi dehan doz hatin vekirin û li gelek endam û dilxwazên weqfê jî bi giştî 3 milyon û 18 hezar û 547 TL ceza hat birîn. 
 
Zext û zoriyên li ser Weqfa Perwerdehî û Xizmetê ya Fûrkanê zêde dibin. Herî dawî gava endamên weqfê xwestibûn li mizgeftan îtîkafê bikin, damezrînerê weqfê Alpaslan Kûytûl jî di nav de 30 jê zarok nêzî hezar kes hatibûn binçavkirin. Li gel binçavkirinê û lêpirsînan li gelek endamên weqfê jî bi awayekî sîstematîk cezayê pereyî tê birîn. 
 
Îqtidarê di 30'yê Çileya 2018'an de, Weqfa Fûrkanê ji xwe re kiribû hedef û di çarçoveya lêpirsîna "rêxistina sûcî" de polîsan avêtibû ser navenda giştî ya weqfê û li Edene, Xarpêt û Dîlokê jî avêtibû ser malan. Di avêtina ser navenda weqfê û malan de polîsan Kûytûl jî di nav de 44 endamên Fûrkanê binçav kiribûn. Ji van kesan Kûytûl jî di nav de 5 kes hatibûn girtin. Di Sibata 2018'an de jî bi biryara Dadgeha Asliye Hiqûqê ya Edeneyê qeyûm tayinî Wefqa Fûrkanê hatibû kirin. Di vê pêvajoyê de derbarê Kûytûl û endamên weqfê de bi dehan doz hatibûn vekirin. Dozên derbarê endamên weqfê de hê jî didomin.
 
Her wiha ji sala 2018'an heya niha bi hinceta "muxalefeta li hemberî qanûna xwepêşandan û civînan" derbarê bi hezaran kesî de nêzî 90 doz hatine vekirin. Derbarê endamên Fûrkanê de 972 kiryarên îdarî hatine kirin. Bi hinceta "binpêkirina pîvanên pandemiyê" de jî bi giştî 3 milyon û 18 hezar û 547 TL ceza li wan hatiye birîn. Piştî îtirazan ji vî cezayî milyon û 185 hezar û 265 TL hatiye xerakirin. 
 
JI BER KU SERÎ NETEWANDIN... 
 
Ji parêzerên Weqfa Fûrkanê Bîlal Îpek, zextên li ser weqfê nirxandin.
 
Îpek, anî ziman ku heya 30'yê Çileya 2018'an jî hema bibêje derbarê Kûytûl û endamên weqfê de tu lêpirsînên wisa cidî tune bûn û got: "Beriya operasyonê, gava rexneyên Alpaslan Xoce li ser medyaya civakî deng vedan, ev rexne kirin hincet û Alpaslan Xoce di 30'yê Çileya 2018'an de hat binçavkirin. Alpaslan Xoce û dilxwazên weqfê serî li ber îqtidarê û dijminên dîn ên xwe wekî dewletê dihesibînin serî netewandin. Sedema van zext û zoriyan û hewildanên tepisandinê ev e." 
 
CEZA 
 
Îpek, diyar kir ku piştî hemû çalakiyan lêpirsînên edlî û îdarî dest pê kirine û ji dozên hatine vekirin 55 jê bi beraetê bi dawî bûne. Îpek, destnîşan kir ku ji sala 2018'an heya niha derbarê bi hezaran endam û dilxwazên weqfê de nêzî 90 doz hatine vekirin û got: "Ev doz ji ber çalakiyên weqfê hatine vekirin. Derbarê 972 kesan de jî kirariyên îdarî hatine kirin. Piraniya van tiştan jî bi tawanbariya 'binpêkirina pîvanên pandemiyê' û 'muxalefeta li dijî qanûne qebehetan' hatine kirin."
 
Îpek, da zanîn ku bi giştî 3 milyon û 18 hezar û 547 TL ceza li endam û dilxwazin weqfê hatiye birîn û piştî îtirazê milyon û 185 hezar û 265 TL hatiye xerakirin. 
 
Parêzer Îpek ku got "Heya niha tu fikir bi zextên aborî nehatiye tepisandin" got: "Jixwe dilxwazên Fûrkanê jî ne ew kes in ku ji ber fikarên aborî dev ji fikirên xwe berdin." 
 
BÊDENGKIRINA MUXALEFETÊ 
 
Îpek, destnîşan kir ku hiqûq wekî tepisandin û cezakirina muxalefetê tê bikaranîn û got: "Li welatê me parastina azadiya fikr û ramanê dê bi kêrî her kesî bê. Lê belê niha wisa bûye ku mirov gava twîtekê parve dikin, dibêjin gelo dê çi bê serê min? Zext û tirs mirovan nerihet dikin. Em dixwazin li welatê xwe serweriya edaletê û hiqûqê, darazeke serbixwe û azadiya fikr û ramanê bibînin." 
 
MA / Hamdûllah Kesen

Sernavên din

17/05/2021
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye