Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman

  • rojane
  • 10:21 14 Gulan 2021
  • |
img
AMED - Rêveberên PENa Kurd, diyar kirin ku ji ber bişavtinê heqîqeta Kurdî bi talûkeyek mezin re rûbirû ye û gotin: “Divê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, bibe roja vegera li zimanê xwe.”
 
Kovara Hawarê ku yekemîn car bi alfabeya Latînî dest bi weşana Kurdî kir, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û ronakbîrên Kurd ve di 15’ê Gulan 1932’yan de, hat weşandin. Bi vê boneyê 15’ê Gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî ji sala 2006’an ve tê pîrozkirin. Hevserokê PENa Kurd û zimanzan Samî Tan û rêveberê PENa Kurd helbestvan Herdem Merwanî, bi boneya roja zimanê Kurdî bal kişandan ser polîtîkayên bişavtinê yên li dijî zimanê Kurdî. 
 
HEWAR XEBATEK BIRÊXISTIN KIRÎBÛ
 
Hevserokê PENa Kurd Samî Tan, diyar kir ku Kovara Hawarê ya di 15’ê Gulana 1932’yan de ji aliyê zimanzanan ve li dijî polîtîkayên bişavtinê û ji bo pêşxistina zimanê Kurdî hat weşandin a ku Kurdî xwest navenda xwe û xebateke birêxistin kirîbû, ji bo Kurdan pir girînge. 
 
HIQÎQETA ZIMAN WINDA DIBE
 
Tan, anî ziman ku di saya Komeleya MED-DER’ê û gelek rêxistinên civaka sivîl ên ji bo ziman hatine avakirin de, bi hezaran Kurd fêrî zimanê xwe dibin û wiha bilêv: “Lê di warê axaftina ziman de, heqîqeta vî zimanî winda dibe. Êdî mirov zimanê xwe ji bîr dike û neçar dimîne ku fêrî zimanên din bibe. Bi taybetî, ji ber ku di qada gelemperî de bi Kurdî nayê axaftin, zimanê fermî cihê zimanê Kurdî tije dike. Polîtîkayên înkar û redkirinê yên li dijî Kurdî, ji îlankirina Komara Tirkiyeyê ve dewam dikin. Piştî Cemiyeta Îttîhat û Terakkî jî, polîtîkayên qirêj ên li ser zimanê Kurdî zêdetir, dewam kirin.” 
 
DIVÊ ALTERNATÎF BÊ AVAKIRIN 
 
Tan, da zanîn ku divê gelê Kurd, ji bo zimanê xwe, têkoşîneke birêxistinkirî bi rêve bibe û wiha bi dawî kir: “Lazime ku em zimanê xwe bidin jiyîn. Ger gelê Kurd xwedî zimanê xwe derkeve, wê tu hêz nekare zimanê wê ji holê rabike. Ji bo ku zimanek pêş bikeve, divê bê pêşxistin, parastin, statuyek wê hebe û bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo alternatîfek derbikeve holê, divê em derfetên teknolojiye hîn zêdetir bi kar bînin. Weke ku tê zanîn di pêvajoya pandemiyê de, pergela perwerdê ya tevahiya cîhanê têk çû. Ev rewş, di heman demê de derfeteke. Ji bo pêşxistina ziman ji dûr ve perwerde tên dayîn. Pergaleke perwerdê ya ku malbat û ferdan esas digire, dikare bê pêşxistin. Divê gelê Kurd ji bo vê yekê biyara xwe bide û di vê biryara xwe de bi israr be. Pêwîste 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, bibe roja vegera li zimanê xwe.”
 
BI KURDÎ JIYÎN
 
Rêveberê PENa Kurd helbestvan Herdem Merwanî jî, bal kişand ser parastina zimanê Kurdî û wiha axivî: “Di rewşa heyî de, divê Kurdî bê parastin. Divê her kes, êdî xwedî zimanê Kurdî derkeve. Pêwîste ku gelê Kurd bi zimanê xwe jiyana xwe ava bike. Encex bi vî awayî pêşiya bişavtinê bê girtin. Em her tim dibêjin zimanekê dewlemend ê Kurdî heye, lê em qels nêzî vê dewlemendiyê dibin. Em dibin dirûşmeya ‘Dem dema parastina ziman e’ de xebatên xwe bi rêve dibin. Em vê xebatê di asta hebûn û tunebûnê de, digirin dest. Divê gelê Kurd daxilê vê yekê bibe. Encex bi vî awayî em karibin zimanê xwe zindî bigirin. Lê mêze bikin, dema qeyûm hatin tayînkirin, ewil êrişî zimanê Kurdî û pirtûkên Kurdî kirin. Ger hûn bixwazin gelekê tune bikin, ewil hûnê her tiştê wê bidizin û bêjin ê me ye. Bi vî awayî te diguhere û asîmîle dike.”
 
‘EM ÎXANETÊ LI DAYIKÊN XWE NEKIN!’
 
Merwanî, anî ziman ku di pêşxistin û parastina ziman de, roleke mezin a dayikên Kurd heye û wiha bi dawî kir: “Li gel gelê Kurd, cihek birûmet ê dayikên me heye. Yên ku heya roja îro zimanê me parastin dayikên me ne. Ji ber vê parastina ziman, parastina dayikên me ne. Ji bo vê em îxanetê li dayikên xwe nekin. Dayikên me jî rûmeta gelê me ne.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

17/05/2021
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye