* Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica anî ziman ku nêzîkatî û helwesta li hemberî muwekîlê wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di warê demokrasiyê de veguheriye pirsgirêkeke mezin û got: "Çavkaniya sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê tecrîda li ser Birêz Ocalan û helwesta di warê pirsgirêka kurdî de ye.
* Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan, anî ziman ku polîtîkayên asîmlasiyonê yên li hemberî kurdî her roj zêdetir dibin û divê rojnamevan di warê kurdî de wekî pêşeng tevbigerin.
* Serokê TUM KOY SEN ê Şaxa Meletiyê Alî Gure, da zanîn ku berê rekolteya mişmişan 300 ton bû, lê niha 30-35 ton e. Gure, destnîşan kir ku sedema vê polîtîkayên çandiniyê ne.
* Abdûrrahman Oral, anî ziman ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û got: "30 salan di girtîgehê de mam, hema bibêje cameke berçavkê nedan min."
* Kaptanê Tîma Basketbolê ya Sendelyeya Biteker a Wanê Velî Kirmizi got: "Piştî min basketbol nas kir, ji heq pirsgirêka xwebaweriyê derketim."
* Mamosteya zimanê kurdî Elîf Gemîcîoglû, destnîşan kir ku xwedîderketina li zimanê kurdî dê bibe sedema pêşketina sinema û wêjeya kurdî jî. Gemîcîoglû, ji bo zimanê zikmakî û pêwendiya wê ya bi nifşê nû re jî anî ziman ku heger nifşên bê bi zimanê xwe neaxivin, ev kuştina ziman e.
* Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Prz. Umît Dede bal kişand zextên ku li girtîgehan belav dibe û wiha got: "Polîtîkayên ku li Îmraliyê pêş xistin ewil li hemû girtîgehên Tirkiyeyê û niha jî li tevahiya Tirkiyeyê dixin meriyetê. Nêzî 10 hezar HDP'î girtî ne.
* Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan wê bi Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) re aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, wê li navçeya Pendîkê ya Stenbolê bi karkerên tekstîlê re bê gel hev û cejna wan pîroz bike. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 476'emîn de çalakiya Rûniştina F li dar bixe û balê bikişîne ser rewşla girtiyên nexwe. (13.30)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bi heyetekê re li navçeya Şereflîkoçhîsarê serdana karkerên çandiniyê bike û cejna wan pîroz bike. (17.00)