* Parêzer Mehmet Ali Aslan diyar kir ku salek in dîmenên “îşkenceya li Xelfetiyê” li Stenbolê tên sekinandin û îfadeyên kesê îşkence kirine jî nehatine girtin. Hebserokê ÎHD’a Rihayê Mustafa Vefa jî got îşkenceya sîstematîk didome.
* Danişîna duyemîn a Doza Kobanê sibê tê lidarxistin. Parêzeran destnîşan kir ku ev doz ne doza Kobanê ye doza hesab pirsînê ye û dixwazin bi vê dozê wî ruhê Kobanê hatiye avakirin belav bikin.
* Parlamentera HDP’ê Dersim Dag anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer ên îqtidara AKP û MHP’ê xelk feqîr dibe û wê ev ferqîrbûn jî dawiya îqtidarê bîne.
* Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin diyar kirin ku berxwedanek ku li cîhanê deng vede û hêz da her kesî li Tirkiyê bûye mijara darizandinê û çawa ku li Kobanê berxwedan û piştevanî bi ser ket wê îro jî ev berxwedan û piştevanî bi ser bikeve.
* Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê rapora lêdanê neda V.S. ê 15 salî ku bi lêdana polîs û notirvanan re rûbirû mabû. Malbatê pişt re wî bir nexweşxaneyek teybet û rapor wergirt.
* Nobeta Malbata Şenyaşar a bi daxwaza "edaletê" we di roja 70'emîn de bidome.
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrsinê, bi tevlîbûna parlamenterana re, wê li qada daristanê ya gundê Emîrler a ku dar lê hatine birîn lêkolîn bike. (10.00)
* Baroya Amedê, wê rapora xwe ya derbarê malbata Kurd a li Mêrsînê rastî êrişa nijatperest hatibû de, amadekiriye ji raya giştî re aşkere bike. (11.30)
* Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, wê derbarê 17 û 31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windahiyên Dibin Çavan ya Navneteweyî de, li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)