AMED - Hat îdiakirin ku piştî êrişa esmanî li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê pêk hat, li cihê balafir jê radibin çalek mezin vebûye. Balkêş e balafirên şer ku her serê sibehê ji balafirgehê radibûn îro heta saet 11.00’an ranebûn.
Bi destpêkirina qedexeya derketina derve ya di çarçoveya pandemiyê de ku saet li nehê êvarê li Amedê dest pê kir, her dever ket nava bêdengiyê. Ev bêdengî bi êrişa esmanî ya li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê ku pêk hat xera bû. Saet li derdora dozde û nîvê şevê du teqîn li pey hev pêk hatin û dengê teqînan li tevahiya Amedê hat bihîstin. Piştî teqînan çûnehata ambûlans, wesayîtên agirkujiyê û maşîneyên zirxî zêde bû. Di kêliyên ewilî de nehat zanîn dengê teqînê ji ku hatiye. Piştî nîv saetî zelal bû ku li dijî Balafirgeha Leşkerî êrişên hewayî pêk hatine. Xelkê li derdora balafirgehê diyar kir ku ji ber dengê teqînan avahiyên wan hejiyan e.
TEVGERA AMBÛLANSAN
Welatiyên malên wan li derdora balafirgehê dan zanîn ku piştî teqînan dengê çekan hatiye û wesayîtên zirxî, ambûlans û wesayîtên agirkujiyê çûne derbasî balafirgehê bûne.
HIŞYARIYA LEMBEYAN BIGIRIN
Bi dû teqînan re lembeyên li balafirgeha leşkerî hemû hatin tefandin û maşîneyên zirxî jî xelkê derdorê hişyar kirin ku lembeyên xwe bigirin.
DERBARÊ TEXRÎBATÊ DE AGAHÎ NEHATIN DAYÎN
Rayedaran her çiqas daxuyanî da û îdia kirin ku xesarek çê nebûye jî lê derbarê texrîbata li balafirgehê çê bûye tu agahiyek belav nekirin.
ÎDIAYA LI PÎSTÊ ÇALEK MEZIN ÇÊBÛYE HEYE
Hat îdiakirin ku piştî êrişa esmanî li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Amedê pêk hat, li cihê balafir jê radibin (li pîstê) çalek mezin çê bûye. Balkêş e balafirên şer ku her serê sibehê ji balafirgehê radibûn îro heta saet 11.00’an ranebûn. Hat zanîn ku 2 balafirên şer piştî saet 11.00’an rabûn e jî ji pîsta ango cihê balafirên sivîl rabûne.
SÎNYALÊN TELEFONAN TÊN LÊKOLÎNKIRIN
Li balafirgeha leşkerî tevdîrên zêde hatine girtin. Hat zanîn ku têkildarî êrişê lêkolîn tên kirin û sînyalên telefonan tên lêkolînkirin.
KÊILIYA ÊRIŞÊ
Di Twitterê de bikarhenerek bi navê “@merkezbanks” dîmenek aydê kêliya teqînê belav kiriye û di dîmen de dengê droneyê tê û pişt re dengê teqînek mezin tê bihîstin.