Gotin ‘kargoya te heye’ û sîxurtî teklîf kirin

  • rojane
  • 14:15 20 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Caziye Aygun diyar kir ku hin kesên ku nasnameya wan nediyar bi gotina “kargoya te heye” xwe gihandina wê, sîxurtî teklîfî wê kirine û wiha got: “Ez ê dest ji têkoşîna xwe ya ciwanan bernedim. Ji ber ku gef li min xwarin ez ê di paş de gav naavêjim.”
 
Pêkanînên zext, binçavkirin, girtin, revandin û ferzkirina sîxûrtiyê ya li ser endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam dikin. Yek ji endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Caziye Aygun,  di 18’ê Gulanê de li navçeya Kadikoya Stenbolê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve gef lê hat xwarin û sîxurtî lê hat ferzkirin. 
 
GEF Û SÎXURTÎ
 
Aygun, tiştên ku hatin serê wê vegotin û wiha axivî: “Dema ez li navçeya Kadikoyê digeriyam nimreyeke ku min nas nekir li min geriya û got ‘kargoya te heye’. Min jî got qey pêlava ku min sîparîşa wê daye hatiye. Kesê bi telefonê diaxivî got ‘tu li ku yî?’ Min jî got ez li rawestgeha otobûsê me. Pişt re hatin cem min.”Aygun, anî ziman ku piştî demekî kurt kesên nasnameya wan nediyar hatin cem wê û kulîlkek dane wê, dema pirsa vê yekê kir jî wan kesan bersiva ‘Xwestin ku em nîşeyekê bidin te’ dane. Aygun berdewama axaftina xwe de wiha got: “Pişt re gotin em ji miduriyeta polîsan tên. Dûre gotin ez diçim rêxistina navçeyê û têm, xebatên ciwanan dimeşînim. Gotin ‘em malbata te jî nas dikin’ Bi vî awayî gef li min xwarin. Pişt re ji min re gotin ‘Rojekê tu dikarî bi me re hevkariyê bikî wê demê dîsa tu dikarî hevalên xwe bibînî. Lê divê vê yekê tu ji me re bêjî. Em dikarin madî manewî bi her awayî ji te re bibin alîkar’.”
 
‘EM Ê ŞEV BÊN MALA TE’
 
Aygun, anî ziman ku piştî bersiva ‘ez li ser piyên xwe dikarim bisekinim, hewcehiya min bi pereyê we nîne’ da wan û wan kesan jî ji re gotiye ‘xelet fêm neke tu dikarî dîsa bixebitî, alîkariyeke me wê ji te re bibe’. Aygun, tiştên ku pişt re hatin jiyîn wiha vegotin: “Kûlîlk dan min pişt re navê hevalekî min dubare dubare gotin. Piştî ku min qebûl nekir bi gotina ‘heke tu wisa berdewam bikî, tu dê şevekê ji nişka ve ji mala xwe bê girtin’ gef li min xwarin û gotin ‘vê weke gef xwarinê fêm neke weke şîreteke birayekî bibîne, em ji te re dibin alîkar’. Min ji wan re got pêwistiya min bi kesê nîne. Dûre min pişta xwe da wan û ez çûm.” Aygun, da zanîn ku careke din li wê nimreya ku li ew aciz kiribû geriya û jê re gotiye ‘careke din min aciz nekin’. Aygul, anî ziman ku li ser vê gotina wê bersiva ‘Hemen red neke divê em rûnin û biaxivin’ girtiye.
 
‘EZ DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNADIM’
 
Aygun, bi bîr xist ku beriya niha jî li gelek hevalên wê bi heman awayî gef hatiye xwarin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesê ji wan dest ji têkoşîna xwe berneda. Nikarin min ji têkoşîna min ve bikin. Qasî ku biryardariya min bibînin wê ji min dûr bikevin. Ez ê dest ji têkoşîna xwe ya ciwanan bernedim. Ji ber ku wan gef li min xwarin ez paş ve gavê naavêjim. Karekî ku îllegal bikim tune ye. Ew dixwazin îllegalîze bikin.”
 

Sernavên din

22/05/2021
12:49 Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn
11:15 Malbata Şenyaşar: Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin
10:56 Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin
10:56 Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin
10:42 Parêzera Doza Kobanê: Pêvajo ji parêzeran veşartî tê birêvebirin
10:29 Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket
10:20 Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da
09:46 Dadgehê malpera JINNEWS’ê asteng kir
09:39 Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin
09:30 Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin
09:14 Siyasetmedar Mehmûd Osman bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir
09:13 Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 177'emîn de berdewam dike
09:00 Li zozanên Serhedê rengên biharê
09:00 Ajovanên TIR'an: Bila bac bên kêmkirin, hejmara seferan bên zêdekirin
09:00 Xeraca navçeyê 2 sal berê temam bû, lê hê jî nehatiye şixulandin
09:00 Girtiya ku ji Covîd-19'ê xelas bû: Ez nebirim nexweşxaneyê
09:00 Tesîsên seridandina komirê derdorê jehrî dikin
09:00 Li ber destê dêya xwe hîn bû, niha hînî yên derdora xwe dike
09:00 Warê qulingan bi texrîbata mirovan û ziwabûnê re rû bi rû maye
09:00 Ragip Dûran: Îfşayên Peker sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'AN
21/05/2021
20:18 214 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:51 Li Semsûrê bertek nîşanî tecrît û operasyonên leşkerî dan
16:41 Li Farqînê agir bi zeviyê ket: 30 donim genim û 20 ton ka şewitî
16:37 Doza Kobanê: Wê rastiya Doza Kobanê derkeve holê
16:36 Şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn
16:26 Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin
16:18 Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê
16:03 HPG’ê êrişên li Şirnex û Êlihê girt ser xwe
15:53 Li Balikesîrê jinek hat kuştin
15:44 Li Bazara Jinan 400 zilam bi cîh kirin
15:18 Di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de kesek hat berdan
15:16 Rêxistinên Ciwanan: Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e
14:39 Kilîmayên nexweşxaneya dewletê naxebitin
14:35 Danişîna Kobanê: Em di bin çekan de parastina xwe dikin
14:24 Li Wan û Colemêrgê 3 binçav kirin
14:13 Ji ber qûtkirina avê rê girtin
14:02 Kavala: Hewl didin ku senaryoya têkçûyî zindî bikin
13:42 Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin
13:32 Karsazê ji Cizîrê dawî li jiyana xwe anî
13:30 Girtiyê nexweş Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê
13:25 Di Doza Kobanê de bêyî parêzer amade bin îfadeyên şahidan hatiye wergirtin
12:33 Sara Kaya di girtîgehê de bi vîrûsa koronayê ket
12:18 500 rojin ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin
12:15 ‘Doza Kobanê û Doza Geziyê dozên fen û fûtê ne’
12:00 Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin
11:56 Doza Kobanê berdewam dike: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe
11:39 Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê
11:27 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
11:15 Polîsan li Stenbolê 2 kes kirin binçavan
10:52 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin
10:52 Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin
10:45 Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
10:39 Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in
09:00 Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2021'AN
08:50 Li Farqînê jinekê hewl da întîhar bike
00:50 Li Êlihê teqîn li ser teqînê
00:43 Li Şirnexê bera Fermandariya Tumenê dan
20/05/2021
23:33 Li Qilebanê zilamekî dest dirêjî zarokek 8 salî kiriye!
20:32 Îro 9 hezar û 385 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:30 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Filistinê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:02 Buldan dayika Ayşe Gokkan ziyaret kir
15:55 Di bin dorpêça polîsan de Doza Kobanê şermezar kirin
15:42 DEDAŞ’ê li Mêrdînê dest bi birîna ceryana cotkaran kir
15:36 Parlamenterên HDP’ê daxwaz kirin ku binpêkirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:59 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna MEBYA-DER’ê hat dayîn
14:58 Sancar: Doza Kobanê dozek komployê ye
14:51 Li Qayseriyê jinekê ji aliyê zilamekê ve hat qetilkirin
14:42 Li Bestayê operasyon
14:42 Dozgerê ku qedexeya derketina derve rexne kir ji peywirê hat dûrxistin
14:41 Di Doza Kobanê de wergervanê kurdî tune ye!
14:21 Li Cizîrê karkerekî mirî hat dîtin
14:15 Gotin ‘kargoya te heye’ û sîxurtî teklîf kirin
14:01 Ata: Em ê di vê dosyayê de tariyê ronî bikin
13:49 Kişanak: Ez Kurdim û jinek Kurdim
12:23 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Bûldan: Em ê bibin dengê qêrîna Malbata Şenyaşar
12:10 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike
12:02 Zilamê xwest tecawîzî zarokekê bike, hat girtin
11:32 Polîsan malbata Şenyaşar bi lêdanê binçav kirin
11:19 Serokê Basin-Îşê Eren: Di têkiliyên dewlet-mafya-medyayê de hedef kurd in
11:05 Peker: Parlamenter xwest, min jî bi ser Hurriyetê de girt
10:59 Malbata Şenyaşar banga îstîfakirinê li Wezîrê Dadê kir
10:16 Guldexwînan li Dersimê xwezayê xweşik kiriye
10:15 Li herêmê kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bû: Kuştina jinan encamên polîtîkayên şer in
10:14 Li Robarokê eskeran du kes birîndar kirin
10:14 Ronahiya Keleha Mêrdînê bi hêceta ewlehiyê reş kirin
09:02 Li Mêrdînê cîhaza plazmaferez a dermankirina Covît-19 tune
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 175'emîn de berdewam dike
09:02 Di bûyera lêdanê de derbarê polîs û notirvan û bijîşk de lêpirsîn
09:02 Piştî 20 salan daxwaza ji bo perwerdehiya bi kurdî kirin hincet û ew îxrac kirin
09:01 'Operasyona derveyî sînor xewna neo-osmanîtiyê ye'