Di Doza Kobanê de wergervanê kurdî tune ye!

  • rojane
  • 14:41 20 Gulan 2021
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin têkildarî daxwazên reda dadgerî û tehliyeyê, parastina xwe bi kurdî kirin, lê bêyî ku wergervan hebe daxwazên wan hatin wergirtin. 

 
Danîşana duyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike.
 
‘DOZEK SIYASÎ YE’  
 
Berdevkê HDP’ê û Rêveberê Navenda HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay têkildarî daxwaza reda dadgerî û tahliyeyê axivî û destnîşan kir ku baweriya wî bi darizandina şandeya dadgehê nayê û ev doz, dozek siyasî ya li dijî HDP’ê ye. Kubîlay anî ziman ku têkidlarî bûyeran tu delîlek şênber nîne. Kubîlay destnîşan kir ku şandeya partiya wan di roja bûyerên Kobanê de li cem hikumetê bûn û lê niha parlamenter û rêveberên HDP’ê di girtîgehê de ne. Kubîlay da zan3in ku şandeya dadgehê li gorî Destûra Bingehîn û DMME’yê tevnagere û vê dozê tenê bi dîrektîfên siyasî tê birêvebirin û ji ber ku ev endamên dadgehê ji aliyê siyasî ve tên birêvebirin divê cubeyên xwe ji xwe bikin. Kubîlay got ew ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk xebitî ne û wê dev ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
PARASTINA BI KURDÎ NEHAT WERGERANDIN 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim jî hêcetên xwe yên reda dadgerî bi kurmancî rave kir. Ji ber ku li eywana danişînê wergêr nebû, parastina Yildirim nehat wergêrkirin. 
 
Yildirim anî ziman ku ji bo li eywanê wergêr nîne wê dirêj nirxandinê neke û got: “Dibêjin Doza Kobanê, lê em ê vê qebûl nekin. Ev doza qedexekirina siyaseta gelê kurd e. Ev zilma rejîma yek zilamî ye. Zîhniyetek ku li ser înkarê ava bûye ye. Heta ku ev zîhniyet berdewam bike, wê ev pirsgirêk jî bidomin. Her kesên xwedî ehlaq, wîjdan û lêgerîna heqîqetê dike tên mehkûmkirin. Ne meseleyek ku îro dest pê kiriye ye. Ev sed sal in wiha didome. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê berdewam dike. Ew çawa dikarin me bidarizînin? Mafên me hemû tên binpêkirin. Ev di tu dîn û tu îmanê de nîne. AKP dîn bi kar tîne. Dibêje em misilman in. Lê tiştên ku eleqeya wê bi misilmaniyê re nîne dike. Ji mêj ve li ser gelê kurd komkujî tên kirin. Gelo xelkê kurd ne misilman e?” 
 
JI BO AZADIYÊ TÊKOŞÎN 
 
Yildirim destnîşan kir ku bîrdozî, fikr û ramanên HDP’ê tirsê xistiye nava dilê îqtidarê û ev kesên îro me didarizînin li ser berjewendiyên dîn serdestiya xwe didomînin. Yildirim got îqtidar bi zîhniyetek nexweş tevdigere û ew ê ji bo azadiyê û edaletê û wekheviyê têbikoşin. Yildirim destnîşan kir ku dadgeh heqîqetê nîşan nadin û baweriya wê bi şandeya dadgehê nemaye û dijminatiya gelê kurd nayê qebûlkirin. 
 
BÊYÎ KU WERGÊR HEBE DAXWAZ HAT WERGIRTIN 
 
Parêzeran piştî axaftina Yildirim axivîn û gotin: “Ji ber ku li eywana danişînê wergêr nîne, we ji daxwaza reda dadgerî fêm nekir. Lê hûnê qasek din di vê mijarê de biryarek bidin. Hûnê têkildarî rewşek ku rastiyên we nebihîst biryarê bidin. Hin hevalên me din jî ku bi kurmancî biaxivin hene. Ji ber vê yekê em dixwazin wergêr jî li vir werin amadekirin.” 
 
Serokê dadgehê jî got: “Têkildarî ez ê çi biryarê bidim, ji niha ve qenaetê çê nekin. Heta em li qeydên SEGBÎS’ê temaşe nekin, daxwaza reda dadgerî girê nadin biryarê.” 
 
‘EZ DADGEHA WE QEBÛL NAKIM’ 
 
Siyasetvan Zeynep Olbecî jî ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û wiha got: “Dosyeyek ku DAIŞ’ê diparêz e, hatiye amadekirin. Tiştek li ser navê hiqûq û mirovahiyê nîne. Lewma ez vê dadgehê qebûl nakim. Parêzerê min wê bi berfirehî her tiştî raxîne holê. Delîl hemû ji ANF’ê hatine berhevkirin û pêşkêşî vir hatine kirin. Dide nîşandan ku şande çiqas alîgir e ku vê dosyeyê qebûl kiriye. Lewma ez şandeya dadgehê red dikim.” 
 
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê qeyûm danîn şûna wî jî parastina xwe kir û anî ziman ku ji bere w nexweş e parêzerên wî serî li dadgehê dane û ji bo tedawiya xwe bike xwest were berdan. 
 
Piştî parastina Bîlgen şandeya dadgehê saetek navber da danişînê. 
 
 

Sernavên din

22/05/2021
12:49 Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn
11:15 Malbata Şenyaşar: Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin
10:56 Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin
10:56 Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin
10:42 Parêzera Doza Kobanê: Pêvajo ji parêzeran veşartî tê birêvebirin
10:29 Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket
10:20 Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da
09:46 Dadgehê malpera JINNEWS’ê asteng kir
09:39 Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin
09:30 Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin
09:14 Siyasetmedar Mehmûd Osman bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir
09:13 Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 177'emîn de berdewam dike
09:00 Li zozanên Serhedê rengên biharê
09:00 Ajovanên TIR'an: Bila bac bên kêmkirin, hejmara seferan bên zêdekirin
09:00 Xeraca navçeyê 2 sal berê temam bû, lê hê jî nehatiye şixulandin
09:00 Girtiya ku ji Covîd-19'ê xelas bû: Ez nebirim nexweşxaneyê
09:00 Tesîsên seridandina komirê derdorê jehrî dikin
09:00 Li ber destê dêya xwe hîn bû, niha hînî yên derdora xwe dike
09:00 Warê qulingan bi texrîbata mirovan û ziwabûnê re rû bi rû maye
09:00 Ragip Dûran: Îfşayên Peker sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'AN
21/05/2021
20:18 214 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:51 Li Semsûrê bertek nîşanî tecrît û operasyonên leşkerî dan
16:41 Li Farqînê agir bi zeviyê ket: 30 donim genim û 20 ton ka şewitî
16:37 Doza Kobanê: Wê rastiya Doza Kobanê derkeve holê
16:36 Şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn
16:26 Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin
16:18 Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê
16:03 HPG’ê êrişên li Şirnex û Êlihê girt ser xwe
15:53 Li Balikesîrê jinek hat kuştin
15:44 Li Bazara Jinan 400 zilam bi cîh kirin
15:18 Di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de kesek hat berdan
15:16 Rêxistinên Ciwanan: Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e
14:39 Kilîmayên nexweşxaneya dewletê naxebitin
14:35 Danişîna Kobanê: Em di bin çekan de parastina xwe dikin
14:24 Li Wan û Colemêrgê 3 binçav kirin
14:13 Ji ber qûtkirina avê rê girtin
14:02 Kavala: Hewl didin ku senaryoya têkçûyî zindî bikin
13:42 Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin
13:32 Karsazê ji Cizîrê dawî li jiyana xwe anî
13:30 Girtiyê nexweş Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê
13:25 Di Doza Kobanê de bêyî parêzer amade bin îfadeyên şahidan hatiye wergirtin
12:33 Sara Kaya di girtîgehê de bi vîrûsa koronayê ket
12:18 500 rojin ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin
12:15 ‘Doza Kobanê û Doza Geziyê dozên fen û fûtê ne’
12:00 Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin
11:56 Doza Kobanê berdewam dike: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe
11:39 Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê
11:27 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
11:15 Polîsan li Stenbolê 2 kes kirin binçavan
10:52 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin
10:52 Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin
10:45 Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
10:39 Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in
09:00 Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2021'AN
08:50 Li Farqînê jinekê hewl da întîhar bike
00:50 Li Êlihê teqîn li ser teqînê
00:43 Li Şirnexê bera Fermandariya Tumenê dan
20/05/2021
23:33 Li Qilebanê zilamekî dest dirêjî zarokek 8 salî kiriye!
20:32 Îro 9 hezar û 385 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:30 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Filistinê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:02 Buldan dayika Ayşe Gokkan ziyaret kir
15:55 Di bin dorpêça polîsan de Doza Kobanê şermezar kirin
15:42 DEDAŞ’ê li Mêrdînê dest bi birîna ceryana cotkaran kir
15:36 Parlamenterên HDP’ê daxwaz kirin ku binpêkirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:59 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna MEBYA-DER’ê hat dayîn
14:58 Sancar: Doza Kobanê dozek komployê ye
14:51 Li Qayseriyê jinekê ji aliyê zilamekê ve hat qetilkirin
14:42 Li Bestayê operasyon
14:42 Dozgerê ku qedexeya derketina derve rexne kir ji peywirê hat dûrxistin
14:41 Di Doza Kobanê de wergervanê kurdî tune ye!
14:21 Li Cizîrê karkerekî mirî hat dîtin
14:15 Gotin ‘kargoya te heye’ û sîxurtî teklîf kirin
14:01 Ata: Em ê di vê dosyayê de tariyê ronî bikin
13:49 Kişanak: Ez Kurdim û jinek Kurdim
12:23 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Bûldan: Em ê bibin dengê qêrîna Malbata Şenyaşar
12:10 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike
12:02 Zilamê xwest tecawîzî zarokekê bike, hat girtin
11:32 Polîsan malbata Şenyaşar bi lêdanê binçav kirin
11:19 Serokê Basin-Îşê Eren: Di têkiliyên dewlet-mafya-medyayê de hedef kurd in
11:05 Peker: Parlamenter xwest, min jî bi ser Hurriyetê de girt
10:59 Malbata Şenyaşar banga îstîfakirinê li Wezîrê Dadê kir
10:16 Guldexwînan li Dersimê xwezayê xweşik kiriye
10:15 Li herêmê kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bû: Kuştina jinan encamên polîtîkayên şer in
10:14 Li Robarokê eskeran du kes birîndar kirin
10:14 Ronahiya Keleha Mêrdînê bi hêceta ewlehiyê reş kirin
09:02 Li Mêrdînê cîhaza plazmaferez a dermankirina Covît-19 tune
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 175'emîn de berdewam dike
09:02 Di bûyera lêdanê de derbarê polîs û notirvan û bijîşk de lêpirsîn
09:02 Piştî 20 salan daxwaza ji bo perwerdehiya bi kurdî kirin hincet û ew îxrac kirin
09:01 'Operasyona derveyî sînor xewna neo-osmanîtiyê ye'