ENQERE – Dozgerê Komarê yê Wêranşarê Eyip Akbûlût ku bergiriyên vîrûsa koronayê rexne kiribû û derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, ji peywirê hat dûrxistin.
Dozgerê Komarê yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê Eyip Akbûlût ku bergiriyên vîrûsa koronayê rexne kiribû û derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, piştî rapora ku ji aliyê pêşkînerên Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) ve hat amadekirin, bi awayekî demkî ji peywirê hat dûrxistin.