Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?

  • rojane
  • 09:00 21 Gulan 2021
  • |
img

STENBOL - Pîlotê şer Bahadir Altan, nûçeya rojnameya Mornîng Starê ku gotibû TSK'ê li Kurdistana Federe çekên kîmyewî bi kar aniye, nirxand û diyar kir ku TSK'ê berê jî li Rojava bombeyên fosforê bi kar anîbû û ev yek bi raporan hatibû aşkerekirin û got: "Kesên bi saxî mirovan dîl digirin û înfaz dikin, bi awayekî hovane seriyan jê dikin û li ber poz didin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?" 

Li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe, operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 27'ê Nîsanê ve didome. Rojnameya îngilîz Mornîn Starê, ragihandibû ku TSK'ê di vê operasyonê de çekên kîmyewî bi kar aniye. Vê yekê bi wêne û dîtinan jî piştrast kiribû. 
 
Bahadir Altan ku bi salan pîlotoya şer kiriye, îdiayên navbirî û armancên Tirkiyeyê nirxandin. 
 
Altan, destnîşan kir ku polîtîkaya êrîşkariyê ya Tirkiyeyê ne polîtîkayeke nû ye û got: "Îqtidar her cara ku ditengije, an dibêje gaza xwezayê û petrol dîtiye an rageşiya di navbera xwe û cîranan de gur dike an jî li Bakurê Iraqê operasyonan dike."
 
'PÊDIVIYA QESRÊ BI ŞER HEYE' 
 
Altan, anî ziman ku qelemên sereke yên ku Tirkiye hildiberîne û bi hilberandina wan pesnê xwe dide amûrên şer ên wekî ÎHA-SÎHA ne û got: "Mesela, Tirkiye hîbeyeke aborî dide ber Ûkraynayê. Ûkrayna bi wî pereyî diçe ji şîrketên zave SÎHA'yan distîne. Pereyê ku ji qaseya dewletê dertê berî ku biçe Ûkraynayê transferî alîgiran tê kirin. Bi gelek awayî pere bi awayekî dikeve bêrîka îqtidarê. Deynê gel jî heta tu bibêjî zêde dibe. A ha, pêdivî bi hamaseteke netewperest û şerekî heye ku ser vê yekê binuxumînin. Heger gel fêm bike ku ev pereyê ji bo şer tê xerckirin, ji bo tenduristiya mirovan, ji bo derziyan, ji bo piştgiriya gel bê veqetandin dê lîstika wan xera bibe. Ji ber vê dijminatiya li hemberî kurdan gur dikin û bi vî awayî prîmê dikin. Şer bi tena serê xwe krîza aborî gur dike. Heger gel vê yekê bibîne, dê îqtidar nemîne. Lewma pêdiviya qesrê bi şer heye." 
 
Altan, destnîşan kir ku her operasyona tê kirin mesafeya navbera gelan zêdetir dike û got: "Ev operasyon me tim ji aştiya mayinde dûr dixin. Bi ya min armanceke îqtidarê jî ev e. Ên nan ji vê dixwin, ên gava aştî bimîne dê şensekî wan ê mayînê nemîne, derdoreke mafyayî û netewprest tim îqtidar e. 6 salên dawî îqtidar û vana li hev kirine. Ji roja ku ew û cemaetê ji hev qetiyane, stûnên sereke yên Erdogan Bahçelî û Perînçek in." 
 
Altan, destnîşan kir ku ya ku dawî li vê bîne, biratiya gelan û piştevaniya sinifan e û got: "Lewma dixwazin bi operasyonan vê yekê xera bikin û dijminatiyê kûrtir bikin."
 
SÛCÊN ŞERΠ
 
Altan, bal kişand ser nûçeya rojnameya Mornîng Starê jî. Altan, destnîşan kir ku berê bi raporan hatibû aşkerekirin TSK'ê li Rojavayê bombeyên fosforê bi kar aniye û got: "Lê rapor înkar kiribûn. Ez nikarim bi dîmenên înfilaqkirina bombeyên li Iraqê tiştekî bibêjim. Lê dîmenên eskeran ku min berê temaşe kiribûn, ji bo sûcên şerî delîline têra xwe ne. Bi saxî mirov dîl girtine û ew înfaz kirine, bi awayekî hovane serê wan jê kirine û li ber poz dane. Gelek mînakên bi vî rengî hene. Tenê ne li Bakurê Iraqê, li nav welêt jî bi hinceta barîkatan li Cizîrê, li Şirnexê, di 2015-2016'an de polîsên taybet û gelek çeteyên ji Sûriyeyê anîn komkujî pêk anîn. Ma kesên van tiştan bikin, qey ê nikaribin çekên kîmyewî bi kar bînin?" 
 
TEVGERA AŞTIYÊ
 
Altan, destnîşan kir ku eskerên bi topên hawanê êrîşî zarokan bikin û fermandarê wan ku fermandê didin wan, dê her tiştî bikin û got: "Berê li Vîetnamê eskerên DYA'yê ev tişt dikirin. Niha jî li Gazzeyê Îsraîl dike. Lê peymanên wekî Cenewreyê hene. Pîvanên gerdûnî hene. Diviya bû cîhan û dewlet di vî warî de ber bi rewşeke hîn baştir ve biçûna, lê mixabin niha bereksê wê diqewime. Heger raya giştî ya navneteweyî tevnegere û pêşî li ber van pêkanînan û dijminatiyan negire, dê li hemû welatan derdorên netewperest û faşîst xurt bibin. Bi ya min niha eynî wekî 68'an li seranserê cîhanê pêdivî bi Tevgera Aştiyê heye." 
 
MA / Ferhat Çelîk 

Sernavên din

22/05/2021
12:49 Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn
11:15 Malbata Şenyaşar: Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin
10:56 Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin
10:56 Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin
10:42 Parêzera Doza Kobanê: Pêvajo ji parêzeran veşartî tê birêvebirin
10:29 Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket
10:20 Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da
09:46 Dadgehê malpera JINNEWS’ê asteng kir
09:39 Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin
09:30 Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin
09:14 Siyasetmedar Mehmûd Osman bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir
09:13 Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 177'emîn de berdewam dike
09:00 Li zozanên Serhedê rengên biharê
09:00 Ajovanên TIR'an: Bila bac bên kêmkirin, hejmara seferan bên zêdekirin
09:00 Xeraca navçeyê 2 sal berê temam bû, lê hê jî nehatiye şixulandin
09:00 Girtiya ku ji Covîd-19'ê xelas bû: Ez nebirim nexweşxaneyê
09:00 Tesîsên seridandina komirê derdorê jehrî dikin
09:00 Li ber destê dêya xwe hîn bû, niha hînî yên derdora xwe dike
09:00 Warê qulingan bi texrîbata mirovan û ziwabûnê re rû bi rû maye
09:00 Ragip Dûran: Îfşayên Peker sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'AN
21/05/2021
20:18 214 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:51 Li Semsûrê bertek nîşanî tecrît û operasyonên leşkerî dan
16:41 Li Farqînê agir bi zeviyê ket: 30 donim genim û 20 ton ka şewitî
16:37 Doza Kobanê: Wê rastiya Doza Kobanê derkeve holê
16:36 Şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn
16:26 Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin
16:18 Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê
16:03 HPG’ê êrişên li Şirnex û Êlihê girt ser xwe
15:53 Li Balikesîrê jinek hat kuştin
15:44 Li Bazara Jinan 400 zilam bi cîh kirin
15:18 Di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de kesek hat berdan
15:16 Rêxistinên Ciwanan: Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e
14:39 Kilîmayên nexweşxaneya dewletê naxebitin
14:35 Danişîna Kobanê: Em di bin çekan de parastina xwe dikin
14:24 Li Wan û Colemêrgê 3 binçav kirin
14:13 Ji ber qûtkirina avê rê girtin
14:02 Kavala: Hewl didin ku senaryoya têkçûyî zindî bikin
13:42 Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin
13:32 Karsazê ji Cizîrê dawî li jiyana xwe anî
13:30 Girtiyê nexweş Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê
13:25 Di Doza Kobanê de bêyî parêzer amade bin îfadeyên şahidan hatiye wergirtin
12:33 Sara Kaya di girtîgehê de bi vîrûsa koronayê ket
12:18 500 rojin ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin
12:15 ‘Doza Kobanê û Doza Geziyê dozên fen û fûtê ne’
12:00 Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin
11:56 Doza Kobanê berdewam dike: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe
11:39 Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê
11:27 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
11:15 Polîsan li Stenbolê 2 kes kirin binçavan
10:52 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin
10:52 Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin
10:45 Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
10:39 Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in
09:00 Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2021'AN
08:50 Li Farqînê jinekê hewl da întîhar bike
00:50 Li Êlihê teqîn li ser teqînê
00:43 Li Şirnexê bera Fermandariya Tumenê dan
20/05/2021
23:33 Li Qilebanê zilamekî dest dirêjî zarokek 8 salî kiriye!
20:32 Îro 9 hezar û 385 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:30 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Filistinê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:02 Buldan dayika Ayşe Gokkan ziyaret kir
15:55 Di bin dorpêça polîsan de Doza Kobanê şermezar kirin
15:42 DEDAŞ’ê li Mêrdînê dest bi birîna ceryana cotkaran kir
15:36 Parlamenterên HDP’ê daxwaz kirin ku binpêkirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:59 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna MEBYA-DER’ê hat dayîn
14:58 Sancar: Doza Kobanê dozek komployê ye
14:51 Li Qayseriyê jinekê ji aliyê zilamekê ve hat qetilkirin
14:42 Li Bestayê operasyon
14:42 Dozgerê ku qedexeya derketina derve rexne kir ji peywirê hat dûrxistin
14:41 Di Doza Kobanê de wergervanê kurdî tune ye!
14:21 Li Cizîrê karkerekî mirî hat dîtin
14:15 Gotin ‘kargoya te heye’ û sîxurtî teklîf kirin
14:01 Ata: Em ê di vê dosyayê de tariyê ronî bikin
13:49 Kişanak: Ez Kurdim û jinek Kurdim
12:23 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Bûldan: Em ê bibin dengê qêrîna Malbata Şenyaşar
12:10 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike
12:02 Zilamê xwest tecawîzî zarokekê bike, hat girtin
11:32 Polîsan malbata Şenyaşar bi lêdanê binçav kirin
11:19 Serokê Basin-Îşê Eren: Di têkiliyên dewlet-mafya-medyayê de hedef kurd in
11:05 Peker: Parlamenter xwest, min jî bi ser Hurriyetê de girt
10:59 Malbata Şenyaşar banga îstîfakirinê li Wezîrê Dadê kir
10:16 Guldexwînan li Dersimê xwezayê xweşik kiriye
10:15 Li herêmê kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bû: Kuştina jinan encamên polîtîkayên şer in
10:14 Li Robarokê eskeran du kes birîndar kirin
10:14 Ronahiya Keleha Mêrdînê bi hêceta ewlehiyê reş kirin
09:02 Li Mêrdînê cîhaza plazmaferez a dermankirina Covît-19 tune
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 175'emîn de berdewam dike
09:02 Di bûyera lêdanê de derbarê polîs û notirvan û bijîşk de lêpirsîn
09:02 Piştî 20 salan daxwaza ji bo perwerdehiya bi kurdî kirin hincet û ew îxrac kirin
09:01 'Operasyona derveyî sînor xewna neo-osmanîtiyê ye'