STENBOL - Polîsan li Stenbolê bi ser malan de girt û 2 kirin binçavan.
Polîsan li navçeyên Alîbeykoy û Esenlerê yên Stenbolê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Alî Coşkûn û Kadrî Ertûgrûl hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan her du kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.