Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me

  • rojane
  • 09:01 25 Gulan 2021
  • |
img

RIHA - Fadil Şenyaşar ku di êrişa parazvan û xizmên wekîlê AKP'ê de bav û 2 birayên xwe winda kirin, bi birîndarî ji bûyerê xelas bû û dûre 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin, diyar kir ku ew bi berxwedana dayika xwe Emîne Şenyaşar li ser linga dimîne.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, beriya hilbijartina giştî, di 14'e Hezîrana 2018'an de, wekîlê AKP'ê yê Rihayê  Îbrahîm Halîl Yildiz serdana kargeha Malbata Şenyaşar kiribû. Di serdanê de parazvan û xizmên Yildiz êrişî malbatê kiribûn û Hacî Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. Ji malbata Şenyaşar Ferît, Mehmet û Fadil Şenyaşar bi birîndarî ji êrişê xelas bûbûn. Piştî bûyerê Fadil Şenyaşar, bi hinceta kuştina Mehmet Şah Yildiz, hatibû girtin. Di 2'ye nîsanê de 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletieyê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birîbû. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 78 roj in bi daxwaza "Edaletê" li ber Edliya Rihayê  nobet digirin. Fadil Şenyaşar ku di Girtîgeha Xarpêtê de tê girtin, pirsên me yên derheqê girtîgehê, roja bûyerê, doz û çalakiya "Edeletê" de bersivand. 
 
Dema tu li nexweşxaneyê bûyî hatî girtin. Te şandin Girtîgeha Xarpetê ku ji malbat û parêzerên te dû re. Nêzî sê salane tu di hucreyê de têyî girtin. Dema ku tu ketî girtîgehê te çi astengî kişandin?
 
Tenduristiya min gelek ne baş bû, lê ji bo ku li ba malbata xwe bim min xwest ji nexweşxanê derkevim. Lê hatim girtin. Nikaribûm derdê xwe bînim ziman, lê îfadeya min girtin. Dema îfadeya min derbarê malbata xwe de gelek agahiyên ne baş girtin. Ev bûyer ji bo min gelek tirsdar bû û nikaribûm bi tenê li hemberî wê bisekinim. Min rêkirin Xarpetê ku ji malbat û parêzerên min dûr e. Ev jî ji bo min gelek bixemgîn bû. Lê li hemberî van hemû pêkutiyan bi berxwedana dayika xwe (Emîne Şenyaşar) li ser lingan mam. 
 
Niha şert û mercên girtîgehê çawan in? Tu di nava rojê de çi dikî? 
 
Niha şertên girtîgehê ne pir xirab in.. Ez nêzî sê salan e bi tena serê xwe di hucreyê de dimînin. Sibehê dema ez radibim heya nav rojê pirtûk dixwînim. Piştî xwarina nav rojê ez hinekê bi hevalê di hucreyê de ne re xeber didim. Piştî xeberdanê 2 saetan werzîş dikim û roja xwe diqedenîm. 
 
 Dema ku bûyer çêbû tê çawa agahî girt? Dema tu çûyî dikanê tu çi difikiriyî? 
 
Min agahî bi rêya telefonê girt. Dikana ku min lê mêze dikir berî bûyerê jî çend bûyerên din lê çêbûbûn. Ez bi lez derketim û çûm dikanê ku êriş lê pêk hatibû. Dema ez di rê de bûm dengê çêkan hat. Dema gihîştim cihê bûyerê gelek kesan êrişî malbata min dikir. Dema min birayên xwe dîtin, min got ew ê min bikujin. Ez pir tirsiyam. Ji bo ku êrişî rawestînim min çeka xwe keşand û guleyek avet milê ku êrişê birayê min Adîl dikirin. Ez hatim pêşiya dikanê li wira jî min dît ku li Ferît û Celal dixin. Min li wira jî guleyek berda. Piştre gelek kesan bi daran êrîşî min kirin. Bi lêdanê ez derxistim derveyî dikanê. Wê demê de ez ji milê xwe birîndar bûm. Dema hatim dikanê min tenê malbata xwe parast. Dema min agahiya bûyerê girt gelek bi hêrs bûm. 
 
Piştî êrişê xwestin ku têkiliya malbata we rêxistinekê re deynin. Malbata we wekî "terorîst" dan nîşandan. Derheqê vê de hûn çi dibêjin?
 
Malbata me di halê xwe de ye, ne girêdayî tu rêxistinî ye. Em tucarî vê yekê qabul nakin. Dema li ser malbata me nirxandin dikirin ên ku di bûyerê cih digirt Îbrahîm Yildiz û yên din nehatin girtin. Di derheqê wan da lêgerîn ji nekirin. Ji ber ku di bûyerê de wekîlê AKP Îbrahîm Halîl Yildiz hebû dest xwe nedan wan. Me ev li dozgerîya Meletiyê jî dît. Di dosyayê de qeydên telefonan hebûn, lê ji bo girtinê hincet çêkirin û Îbrahîm Yildiz negirtin. 
 
 Ev parastina we ya rewa weke xweparastinê nehat dîtin. Ji ber bûyerê 37 sal ceza li te hat birîn. Tu vî cezayî çawa dinirxînî? 
 
Min ev ceza heq nekiriye. Ji bo ku ez birayên xwe ji kuştinên xilas bikim çûm wir bûm û êriş li min jî hat kirin. Em bi malbatî di nava plansaziyekî de rastî êrişê hatin. Min dikaribû gelek kesan bikuşta lê min tenê yê ku eriş dikir, gulêbaran kir. Ji bo vê yekê dozgeriya Meletiyê 37 sal û 9 meh ceza li min birî. Çalakiya min wekî xweparastin nedît. Lê ez bawer dikim ku wê rojêkê edalet bê bicihanîn. Wê ev bi rêya berxwedana malbata min û yên ku pişgirtiyê didin me çêbibe. 
 
Malbata Yildiz jî ji bo berdana te navbeynkar rêkir cem malbata we û daxwaz kir ku hûn dev ji doza xwe berdin. Siyasetmedar çawa dikarin yekî girtî berdin? Di doza we de erka siyasetmedaran çî ye? 
 
Doza me ji ber ku wekîl û malbata wî di nav de ne siyasî ye. Ji ber vê yekê dozeke bi edalet nayê birêvebirin.. Me li dijî tu kesî kîn negirt û nagirin jî. Em rastî êrişeke hovane hatin. Daxwaza edelatê ne tenê ji bo xwe dixwazin, em ji bo hemû mirovahiyê dixwazin. Em tenê edaletê dixwazin. 
 
5 e îlona 2018'an de te peyam ji Ajansa me re rêkiribû û te anîbû ziman ku herdem malbata xwe difikirî û banga xwedî derketinê kiribû. Malbata te 78 roj in li ber deriyê Edlîyeya Rihayê di çalakiya "Edaletê" de ye. Ji gelek aliyan ve kesên xwedî wijdan malbata te ziyaret dikin. Li gorî te ev serdan bes in? Daxwaza te ji kesên xwedî wijdan çî ye? 
 
Ji bilî çalakiya "Edalete" çi rê ji me re nehiştin. Ez girtim, lê yê ku êrişî me kirin li derve ne. Yê ku piştgiriyê didin malbata min ez spasiyê wan dikim. Min bavê xwe û 2 birayên xwe winda kirin. Em yên ku nehatin kuştin jî xwestin bikujin. Yên ku di êrişê de cih girtin, dibe ku  di demek nêz de werin girtin. 20 roj şûnde we sê sal çêbin, lê hêj jî tu kes nehatiye girtin. Doza nexweşxanê hê jî veşartî ye. Ev bûyer li ber çavê polîsan çêbû. Li dijî wan malbata min çalakî dan destpêkirin. Ji ber ku wekîlê AKP di nava bûyerê de cih digire, pêşveçûn çênabe. Em ê bi pişgirtiya mirovên xwedî wijdan ser bikevin. Ji bo ku dayika min hê bêhtir negirî, divê herkes erka xwe bi cih bîne.
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

25/05/2021
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî