ENQERE – HDP’ê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî ya Meclisê terk kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hilbijartina ji bo diyarkirina 7 endamên Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) a li Lijneya Giştî ya Meclisê şermezar kir. HDP’ê hilbijartinan boykot kir, tevlî hilbijartinê nebû lijneya giştî terk kir. Piştî terkkirina HDP’ê ya lijneya giştî pêvajoya hilbijartina endamên HSK’ê dest pê kir.