EDENE - Walîtiya Edeneyê çalakî û daxuyaniya li dijî "Mêtingerî, xizanî, mafya û pergala çeteyan" qedexe kir û destûr neda ku Partiya Azadiyê daxuyaniyê bide. Li Îzmirê jî Walitiyê 7 rojan çalakî û daxuyanî qedexe kirin.
Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê îro xwestin saet di 18.00’an de daxuyaniya bi navê "Li dijî mêtîngerî, nelirêtî, xizanî, mafya û pergala çeteyan" li dar bixin. Lê Walîtiya Edeneyê der barê banga Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Edeneyê de biryara qedexeyê anî. Walîtiyê destûr neda ku TOP daxuyaniyê bide çapemeniyê. Dîsa li ser vê yekê polîsan destûr nedan ku endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) belavokan belav bike.
Walîtiya Îzmirê jî 7 rojan çalakî qedexe kir
Walîtiya Îzmirê jî ji bo 7 rojan çalakî qedexe kir. Walîtiyê îro saet ji 15.00’an heta 7 rojan çalakiyên rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên li derve qedexe kir.