Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye

  • rojane
  • 09:02 30 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Hat hînbûn ku Tirkiye di operasyona xwe ya derveyê sînor de, çekên giran bi kar tîne, lê dîsa jî nikare pêş ve biçe û windahiyên wê pir in. Du cerdevanên di operasyonê de cih girtine, diyar kirin ku ji ber ku hejmara windayan pir zêde ye, derûniya esker û polîsan xera bûye. 
 
Li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayên yên Herêma Kurdistana Federe, operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 23'yê Nîsanê ve didome. 
 
Yek ji navenda vê operasyona derveyî sînor jî tabûra eskeran a li gundê Elemûnê yê girêdayî Qilebanê ye. Tê gotin ku di vê operasyona ku li vir tê koordînekirin de, ji xeynî daneyên TSK'ê gelek eskerên hejmara wan nayên parvekirin mirine. Her wiha gelek cerdevan jî ji bo daxilî nav operasyonan bên kirin sewqî herêmê hatine kirin. 
 
Ji gundê Mergê yê Qilebanê, ji gundê Mezra yê Bêşebabê, ji gundê Kizilsû yê Şirnexê û ji Hezexê gelek cerdevan sewqî qereqola li gundê Elemûnê hatine kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, ji 23'yê Nîsanê heya niha hejmara cerdevanên hatine sewqkirin di ser 500'î re ye. 
 
LI KESTELÊ ŞEREKÎ DIJWAR 
 
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, ev çend roj e li herêma operasyonê li qada Kestelê ya navçeya Begova ya Zaxoyê, şerekî dijwar diqewime. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku di şerê li vê herêmê de gelek esker mirine û cenazeyên wan bi helîkopteran tên girtin. 
 
Hat derpêşkirin ku di 22'yê Gulanê de li qada Zinarê Kestayê 7 esker mirine. Tê diyarkirin ku mirina eskerên li vir jî xistine stuyê cerdevanan û ji ber vê cerdevan û esker bi hev ketine. 
 
NEXWESTIN TEVLI OPERASYONÊ BIBIN 
 
Hat diyarkirin ku li qada 'Kato Sulhê' ya li sînorê navçeya Qilebanê jî şerekî dijwar diqewime. Hat hînbûn ku ji ber ku li vir gelek windahiyên TSK'ê çêbûne, esker û cerdevan nexwestine biçin operasyonê. 
 
TÊ GOTIN 7 HERON HATIN XISTIN 
 
Hat hînbûn ku ji ber vê li qereqola Elemûnê tim top û obusan davêje û bi taybetî jî êvarî liv û tevgera helîkopetran zêde dibe. Hat diyarkirin ku 15 roj in helîkopter lembeyên xwe ditefînin û bi vî awayî radibin û datên. Tê gotin ku di vê operasyonê de 7 heron jî hatine xistin. 
 
DERÛNIYA WAN XIRAB BÛYE 
 
Du cerdevanên ku tevli operasyonê bûne û nexwestin navê wan bên akerekirin, diyar kirin ku esker dixwazin cerdevan li refa pêş bin, lê belê cerdevanan ev yek qebûl nekiriye. 
 
Cerdevanan, da zanîn ku li qada Metînayê tunelek dîtine û gotin: "Ji bo tunelê ji Şenobayê komek taybet anîn. Ev kom, komeke operasyonên taybet e. Pêşî gaz avêtin hundirê vê tunelê. Paşê gava ketin tunelê, HPG'ê êrîş bir ser wan. Gelek mirin û paş ve vekişiyan. Nêzî 35 roj in êrîşê dibin ser tunelê, lê tim winda dikin û paş ve vedikişin. Esker ditirsin. Serdarê eskeran dibêje, 'ez eskerên xwe naxim wir.'" 
 
Cerdevanan, da zanîn ku li xeta ji Heftanîn, Metîna û heta Xantûrê 80 binkeyên eskeran hene û di her qulûbeyekê de li gel eskeran 15 cerdevan hene. Cerdevanan, diyar kir ku di destê artêşê de teknolojiyek mezin heye, lê dîsa jî windahiên wê pir in û ev hefteyeke ji ber van windahiyan derûniya esker û cerdevanan xerab bûye. 
 
NAXWAZIM DAXILÎ NAV ŞER BIBIN 
 
Cerdevanan, anî ziman ku cerdevanên li refên pêş tim dîmenên di Gerîlla TV'yê de, dîmenên êrîşên gerîlayan ên li hemberî binkeyên eskerî, temaşe dikin û bilêv dikin teknolojiya di dest wan de çi qasî mezin be jî dê bi operasyonan bi ser nekevin. 
 
Cerdevanan got: "Êdî kes naxwaze tevli vî şerî bibe. Her roj li ser serê me droneyên HPG'ê digerin. Bîlançoya eskerên mirî nayê aşkerekirin. Bi taybetî jî gava helîkopter dixwazin dakevin, ji ber derbên gerîlayan nikarin dakevin." 

Sernavên din

31/05/2021
09:07 Bazara Îranê li ber girtinê ye
09:07 Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
09:07 Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'AN
30/05/2021
22:01 Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da
21:51 Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:41 Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin
19:18 ‘Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an’ dan Gultan Kişanak
15:43 PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir
15:34 Li Enqerê, kuştina jinekê ya biguman
15:10 Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike
14:28 Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir
10:53 Gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî yê lîstik dilîst birîndar kir
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN