RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist

  • rojane
  • 09:23 30 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşmeya “Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin” 5’emîn kongreya xwe li darxist.
 
RJAK’ê di 28’ê Gulanê de li salona Lahey a Kerkûkê bi tevlibûna 250 jinên ku ji Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Mexmûr, Musil, Şengal û Diyale hatibûn, 5’emîn kongreya xwe li darxist. Kongreya Pêncemîn a RJAK’ê bi dirûşmeya “Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin” kongre li dar xist. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de Soma Ferhad peyama komîta amadekar a kongreyê xwend û got; “Rêxistina me her du sal carek kongreya xwe li dardixe. Me kongreya xwe ya çarem di 5’ê Çileya 2018’an de lidarxist. Ji ber virûsa koronayê me nekarî em kongreya xwe ya pêncem di 2020’an de lidarxin, ji ber wê em niha lidardixin.”
 
Necîbe Omer jî axaftina vekirinê ya kongreyê kir û xêrhatina hemû delegeyên kongreyê kir û kongre li wan pîroz kir. Necîbe Omer tevayî jinên berxwedanvan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û got; “Herêm bi awayek giştî di nava şer û aloziyan de derbas dibe. Naveroka hemû şeran, şerê îdeolojiye û şer di navbera hêzên namusperest û eniyên ku jin pêşengtiyê ji têkoşînê re dikin pêktê. Ji bona wê lidarxistina vê kongreyê, carek din kar û xebatên jinan di ber çavre derbaskirin gelek giringe. Daku bikarin bibin hêzek erênî bikarin bandorê li ser rewşa heyî bikin.”
 
Necîbe Omer destnîşan kir ku hemû sîstemên ku hebûn û nasnameya jinê înkar dikin, wê rûbirûyê hilweşandinê bibin û wiha got: "Di çend salên borî de nerazîbûnên jinan gihiştine lûtkeyê û her kesê îlham ji têkoşîna jinan wergirtiye. Di şoreşa Rojava de şoreşa hemû jinên cihanê tê bi rêvebirin. Bi pêşengtiya jinan têkoşîna rêxistinî û îdeolojî birêvediçe, îdeolojiya jinan îdeolojiya gele û pişta xwe dispêre nirxên civakê. Ji îdeolojiya desthilat, netewperestî û regez parestiyê cûdatire.”
 
Piştre dîwana kongreyê ya ku ji pênc kesan pêkdihat hat hilbijartin. Di kongreyê de peyama TAJÊ xwendin û li ser rol û têkoşîna RJAK’ê rawestiyan. Di peyamê de hat gotin, xwedîderketina RJAK a li jinên Şengalê wê ti demê neyê ji bîrkirin.
 
Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok jî peyama Meclîsa Îştarê xwend û got; “Neheqiyek mezine ku em li ser xaka Kurdistanê penaber dibin.  Jinên Rojava di binê çadiran de dijîn, ta niha jî çarenûsa bi hezaran jinên Şengalê nediyare. Ji bona wê êşa me jinan gelek zêde ye.”
 
Fadîle Tok, da zanîn tevî hemû tiştî jî ew bi şanslîne ku xwediyê tevger û rêbertiyek mezinin û wiha got: "Divê jin li nasnameya xwe xwedî derkevin û pêşengtiyê ji avakirina civakek azad û wekhev re bikin." 
 
Piştre têbîniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Dîsa sinevîzyonek li ser kar û çalakiyên RJAK’ê yên di nava sê salên borî de hate nîşandan. Piştre jî rapora sê salan a rêxistinê hat xwendin û li ser nîqaş hatin kirin.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku RJAK’ê di sala 2018’an de 40 semîner, di sala 2019’an de 62 semîner li navendên xwendin, zanîngeh, peymangeh û cihên giştî lidarxistiye. Lê di sala 2020’an de ji ber virûsê û qedexeya çalakiyan wan semîner û çalakiyên xwe piranî li gundan li darxistine. Piştre ji aliyê Sinor Kerîm ve rêziknameya navxwe ya rêxistinê hat xwendin û delegeyan giftûgo, têbînî û pêşniyarên xwe li ser anîn ziman û piştre jî bi piraniya dengan rêzikname hat pejirandin. Her wiha ji bo du salên bê proje, pêşniyar, pilaname hatin xwendin, giftûgo li ser hatin kirin û bi piraniya dengan hatin pejirandin. Di dawiyê de jî endamên Encûmena Giştî ya RJAK’ê ku ji 21 kesan pêktên, hatin hilbijartin. Piştî axaftina girtinê, reşnivîsa encamnameya kongreyê hat xwendin, tê  payîn ku di rojên pêş de jî encamnameya kongreyê ji raya giştî re were ragihandin.
 
 
 

Sernavên din

31/05/2021
09:07 Bazara Îranê li ber girtinê ye
09:07 Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
09:07 Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'AN
30/05/2021
22:01 Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da
21:51 Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:41 Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin
19:18 ‘Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an’ dan Gultan Kişanak
15:43 PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir
15:34 Li Enqerê, kuştina jinekê ya biguman
15:10 Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike
14:28 Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir
10:53 Gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî yê lîstik dilîst birîndar kir
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN