ENQERE - Tugçe Unsal a li Altindagê dijiya, bi awayekê biguman kuştî hat dîtin.
Jina bi navê Tugçe Unsal a li Taxa Hacettepe ya girêdayî navçeya Altindag a Enqerê dijiya, bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest da. Ciranên Unsal, ji ber bêhna xirab a ji mala wê dihat agahî dan polîsan. Polîsên hatin cihê bûyer, tespît kirin ku Unsal di 27'ê Gulanê de bi çekê hatiye kuştin.