NAVENDA NÛÇEYAN - Li Navçeya Tetwanê ya Bedlisê şer derket. Di şer de cerdevanek mir û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li Navçeya Tetwanê ya Bedlisê di navbera leşker û endamên HPG'ê de şer derket. Di şer de cerdevanek mir û 5 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bûn, bi ambulansan şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Operasyona li herêmê didome.