BEDLÎS - Di şerê li Bedlîsê qewimî de serpelek û cerdevanek hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.
Li çoltera navçeya Tetwana Bedlîsê di navbera leşker û endamên HPG’ê şerek dijwar qewimî. Di şer de leşkere serpel Bakî Koçak û cerdevanek hatin kuştin. 4 leşker jî birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Hat zanîn ku li herêmê operasyon berdewam dike.