Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin

img

ENQERE - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş hişyariyên Ocalan bi bîr xistin û got: “Îradeya ku wê vî welatî ji pergala mafyatîk rizgar bike, bi polîtîkayên şer tê tecrîdkirin.” 

 
Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Beştaş diyar kir ku ew di nava du Tirkiyeyan de dijîn, yek ji vê Tirkiyê ya qesrê ye û yek jê jî Tirkiyeya xizanî, bêkarî û xelkê ye û xelkê bi birçîbûnê edeb dikin. Beştaş da zanîn ku qedexeyek giştî ya bêewle heye û di vê pêvajoya jê re dibêjin “asayî” bi ser 10 milyon kes re bêkar e û 20 milyon însan jî di bin sînorê birçîbûnê de dijî. Beştaş destnîşan kir ku di her warî de îqtidara herî xerab îqtidara AKP’ê ye. Beştaş da zanîn ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan duh êvarê di beranmeya televîzyonekê de heqaret li welatî, esnaf û xebatkaran kiriye. 
 
Beştaş bal kişand ser gotinên rêveberê çete yê têkiliya wî bi dewletê re heye Sedat Peker û li mikur hatina wî û got: “Hesab pirsînek heye. Şerê hêz û îqtidarê heye. Her kesên ji bilî xwe kirine xayînên welat û terorîst nîşan didin.” 
 
‘DIXWAZIN BI LÎSTEYAN SIYASETA DEMOKRATÎK KRÎMÎNALÎZE BIKIN’ 
 
Beştaş bal kişand ser biryara Wezareta Karên Navxweyî ku derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Kamûran Yuksek û Parlamenterê HDP’ê yê berê Nadîr Yildirim ku wan li “lîsteya sor” zêde kirine û got: “Ji bo ku siyaseta demokratîk krîmînalîze bikin û muxalefetê bêtesîr bikin, her tiştî dikin. Ev hewldan doz û lêpirsînek komployê ye. Siyasetmedarê ji lîderê mafyayê meaş digire heye. Van kirinên xwe dernaxin holê û eşkere nakin, lê rabûne Kamûran Yuksek û Nadîr Yildirim dixin nav lîsteya sor. Ji bo ku kesek li vî welatî ceza bigire, tenê li dijî AKP’ê be têr dike. Di astek ku daraz di vê rewşê de her kes dikare ceza bigire. Xelatkirin û lîsteya sor karûbarên pergala mafyatîk e.”
 
HIŞYARIYÊN OCALAN 
 
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser hişyariyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên derbarê têkiliya dewlet-mafya-siyasetê û got: “Pirsgirêka kurd çareser nekirin, lê welat anîn ber têk birine. Astengiya çareseriyê berdewam dike. Astengkirina rêya çareseriyê ya bi girankirina tecrîda li Îmraliyê li dijî Ocalan didomînin. Em vê dibêjin; heta ku çareseriyê asteng bikin, wê Tirkiye nikaribe ji vê pergal û rêxistinên mafyatîk rizgar bibe. Tecrîd ji sala 2015’an ve berdewam dike. Îradeya ku dikare pirsgirêka kurd çareser bike, hûn wî tecrîd dikin. Îradeya ku wê vî welatî ji pergala mafyatîk rizgar bike, bi polîtîkayên şer tê tecrîdkirin. Helbet ev tecrîd ne hiqûqî ye. Biryarek siyasî ye. Gotinên ku birêz Ocalan ji bo Tirkiyê gotibû yek bi yek diqewimin.” 
 
‘MEHMET EMÎN OZKAN LI BER MIRINÊ YE’ 
 
Beştaş anî ziman ku ew çûye serdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê dimîne û got: “Bi sedan girtiyên nexweş ên mîna Emîn Ozkan hene û bi mirinê re rûbirû mane. Kêlî bi kêlî wan dişînin mirinê. Daxwazên me yên têkildarî girtiyên nexweş de bi temamî wîjdanî û mirovî ne. Îqtidarek ku mafyayan, çeteyan ji girtîgehê derdixe û wan li otelên pênc stêrk diezimîne, girtiyên siyasî dişîne mirinê. Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye û di nava van 10 rojan de heft caran rakirine nexweşxaneyê. Niha hêj li nexweşxaneyê ye û hêj nehatiye berdan. Qet nebe berdin bila xatirê xwe ji malbata xwe bixwaze.” 
 
‘BI OPERASYONÊN DERVEYÎ SÎNOR PIRSGIRÊK MEZINTIR DIBIN’ 
 
Beştaş axaftina xwe pirsên rojnamevanan bersivand û têkildarî sînyala operasyonek gengaz ku Serokkomar Erdogan ji bo Kampa Mexmûrê da jî wiha got: “Em her tim dibêjin divê bi rêyên dîplomatîk pirsgirêk werin çareserkirin. Çareseriya vê li hundir e, ne li derve ye. Bi operasyonên ku dikin re tenê pirsgirêk mezintir dibin. Armanca sereke ya operasyonan ew e ku dijmintiya li hemberî gelê kurd e. Heta ku dev ji vê dijmintiyê bernedin, Tirkiye nikare bi ser bikeve.” 
 

Sernavên din

04/06/2021
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket
16:45 Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe
16:39 Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin
16:26 Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan
16:13 ‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’
15:40 Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan
15:36 KKP’ê starta kampanya kedê da
15:14 Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:57 Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin
14:57 Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin
14:17 Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya
14:12 3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan
14:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
14:07 Trafoyan rakirin û li cotkaran dan
13:40 Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin
13:28 Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
13:04 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn
12:35 Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye
11:49 Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran
11:42 Piştî operasyona eskeran şewat derket
11:27 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket
11:10 Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
10:51 Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê
10:33 Ji bo zarokan dibistana gerok
10:02 Girtiyan dixin hucreyê
09:53 Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin
09:48 Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e
09:16 Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190'an de berdewam dike
09:00 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn