Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik

  • rojane
  • 09:00 4 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sedat Peker, diyar kiribû ku tiliya Korkût Eken di cinayeta Kûtlû Adali de heye. Eken jî di parastina xwe de gotibû, "Ji bo kar û barên PKK'ê vekolim çûbûm Qibrisê." Parêzerê ji Bakurê Qibrisê Tacan Reynar, destnîşan kir ku parastina Eken ne rast e û got: "Welatê ferxik, veguheriye koncala ferxik." 

Rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker, di mikurên xwe yên derbarê têkiliya dewlet-mafya-siyasetê de bal kişandibû ser kuştina rojnamevanê qibrisî Kûtlû Adali jî û piştî vê mikurê birayê wî Atîlla Peker jî plana kuştina Kûtlû Adali aşkere kiribû û gotibûn tiliya Korkût Eken tê de heye. Korkût Eken jî di parastina xwe de gotibû, "Ji bo kar û barên PKK'ê yên li wir vekolim çûbûm Qibrisê û min li wir çend rojan hin lêkolîn kiribûn." 
 
Em têkildarî vê bûyerê û pêvajoya hiqûqî ya vê bûyerê, bi parêzer Tacan Reynar re axivîn. 
 
Parêzer Reynar ku Qibrisa baxçeyê paş ê Tirkiyeyê şiband "koncala ferxik" anî ziman ku aşkerebûna fealiyetên xeyrî meşrû yên wekî cinayeta Kûtlû, girêdayî Tirkiyeyê ne, ji lew re mafê gotinê yê qibrisiyan pir tune ye. 
 
TENÊ ROJNAMEVAN DIPIRSIN 
 
Parêzer Tacan Reynar, bibîr xist ku di sala 1996'an de ji bo cinayeta Kûtlû Adali li Meclîsê komîsyonek hatiye avakirin, lê belê komîsyonê tiştek bi dest nexistiye. Reynar, diyar kir ku niha tenê rojnamevan hewl didin xwe bigihînin şahid û polîsên wê demê û dixwazin hin agahiyan bi dest bixin. Reynar got: "Li Qibrisê dewlet û polîs tu tiştî nakin. Tenê rojnamevan hewl didin. Niha bi qasî agahiyên bi dest me ketine, wê çaxê ji polîsên wê demê re gotine, 'Bila kes serê xwe bi vê bûyerê re neêşîne, bila ser wê bê girtin û ji cihê hûn lê dixebitin biçin.' Peywirdarên dewletê yên wê demê, dizanin tiliya kê di vê cinayetê de heye. Jixwe qibrisî baş dizanin ku kuştina Kûtlû Adali karê dewleta kûr e û wê demê nîqaş dikirin. Ji bo me jî, navên nû zelal bûne." 
 
TU TIŞT NAYÊ KIRIN
 
Reynar, destnîşan kir ku derbarê vê cinayeta aşkere wekî Tirkiyeyê, daraza Qibrisê jî tu tiştî nake û destpêka vê li Enqereyê ye. Reynar got: "Mixabin, çi polîs çi jî dozgerî heya niha tiştek nekirine. Ma dikarin bikin? Çapemeniya me vê pirsê dike. A rast rojeva me jî ev e. Gelo dê li Bakurê Qibrisê ji bo zelalkirina vê bûyerê tiştek bê kirin yan na. Em jî difikirin. A rast hêla wê ya Tirkiyeyê girîng e. Dê çi qasî samîmî bin? Dê ji bo zelalkirinê helwestek bê danîn an na? Em ê di pêşerojê de bibînin. Lê heger kiryar li Tirkiyeyê bin û ev sûc li Tirkiyeyê hatibe plankirin, helbet a girîng Tirkiye ye ji bo çareserkirinê. Ev kes li Tirkiyeyê ne, lewma divê kiryaran zevt bikin û lêpirsînê bidin destpêkirin. Hat destpêkirin, lê divê encamek wê hebe. Nebawer im niha Qibris karibe tiştekî bike. Ji lew re ji xeynî polîsên wê demê kesên biaxivin tune ne. Kiryar li Tirkiyeyê ne û divê Tirkiyeyê xwe bigihîne encamekê." 
 
Reynar, da zanîn ku polîs û eskerên Qibrisa Bakur hemû girêdayî Tirkiyeyê ne û ji bo pêvajoya darazê ya Qibrisê jî ev tişt gotin: "Girêdayî eskerên Tirkiyeyê yên li Qibrisê ne. Xeleka ferman bi vî awayî ye. Niha, polîsên ku divê tahqîqatê bikin, girêdayî eskeran e. Helbet di Qanûna Bingehîn de jî xala 10'emîn heye, lê ev xaleke demborî ye. Di vê xalê de tê gotin, ewlehî hemû di destê Tirkiyeyê de ye. Yanî tu mafê gotinê yê tirkên Qibrisê tune ye. Li Tirkiyeyê tahqîqat di destên dozgeran de ye, lê Qibrisê hemû peywira polîsan e. Polîs jî girêdayî eskeran e. Esker jî girêdayî Enqereyê ne. Lewma li Qibrisê di pergaleke wiha de ne mimkun e ku mirov li edaletê bigere û li bendê be." 
 
‘LI QIBRISÊ TU FEALIYETEKE TIRKIYEYÊ TUNE YE' 
 
Parêzer Tacan Reynar, ji bo parastina Korkût Eken jî ku gotibû "ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûbûm Qibrisê" jî nirxand. Reynar ji bo vê got: "Gava em li şert û mercên wê çaxê mêze dikin, ez bawer nakim ku PKK li Qibrisê çalak be. Ev fikira min a şexsî ye. Gava em li daneyên di vî warî de mêze dikin jî, em di darizandinên dadgehan de pir kêm leqayî vê tên. Yanî 'fealiyetên terorîstan' ên wisa berbiçav û wekî tê gotin tune ne. Piranî, darizaninên ji ber fealiyetên xwendekaran ên wekî hilgirtina alayan, pirtûk filan bêvan in. Ji xeynî vê tiştek tune ye. Yanî îfadeya Korkût Eken, îfadeyeke enteresan e. Dibêje, 'Em ji bo PKK'ê çûn wir, me yê lêpirsîn bikira, ji bo vê îstixbarat hebû.' Ev tişt li Serokatiya Parastina Sivîl  hatine nîqaşkirin. Serokatiya Parastina Sivîl jî, ew û Tirkiyeyê eynê ne. Parastina Sivîl; di dema şer, erdhejê de alîkariya mirovan dike û mudaxile dike. Lê em dibînin ku ji bo Bakurê Qibrisê wateyek wê ya din jî heye. Di demên dawî de heman tiştî ji bo FETO'yê jî dikin, lê em dibînin li Bakurê Qibrisê darızandinek û zevtkirinek wis aberbiçav tune ye. Pergala dewleta kûr a li Bakurê Qibrisê, karên xwe yên qirêjî bi kesên netweperest dikin, bi îdiaya 'ev kar û barên terorê dikin' û bi vî awayî pêşî li ber xayeya qibrisiyan a ji bo welêt digirin. Lewma ez têkoşîna gelê Qibrisê û têkoşîna gelê kurd tînim cem hev du û wekî hev dibînim." 
 
‘KONCALA FERXIK' 
 
Tacan Reynar, diyar kir ku li Tirkiyeyê her kes derbarê Qibrisê de tiştekî dibêje, lê piraniya wan jî şaş in û got: "Qibris, bi awayekî laboratûvara Tirkiyeyê ye. Mixabin em dibînin ku teşkîlata esker û polîsan a Tirkiyeya ku em jê re dibêjien 'welatê garantor', tevli karên dewleta kûr bûye. Em dibînin ku hin kes li welatê me rojnamevan kuştine. Ev ji bo qumarxane, bazirganiya mirovan û fuhûşê jî derbasdar e. Mixabin welatê me êdî bûye baxçeyê paş ê Tirkiyeyê. Çend roj berê manşeta rojnameyekê 'koncala ferxik' bû. Welatê ferxik, veguheriye koncala ferxik." 
 
MA / Sedat Yilmaz

Sernavên din

04/06/2021
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket
16:45 Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe
16:39 Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin
16:26 Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan
16:13 ‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’
15:40 Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan
15:36 KKP’ê starta kampanya kedê da
15:14 Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:57 Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin
14:57 Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin
14:17 Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya
14:12 3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan
14:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
14:07 Trafoyan rakirin û li cotkaran dan
13:40 Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin
13:28 Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
13:04 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn
12:35 Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye
11:49 Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran
11:42 Piştî operasyona eskeran şewat derket
11:27 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket
11:10 Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
10:51 Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê
10:33 Ji bo zarokan dibistana gerok
10:02 Girtiyan dixin hucreyê
09:53 Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin
09:48 Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e
09:16 Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190'an de berdewam dike
09:00 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn