6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn

  • rojane
  • 12:58 4 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Rêxistina HDP’ê 6 sal berê di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng li dar xistibû. Endamên DAIŞ'ê di nava girsê de bombe teqandibûn û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdeyî 400 kes jî birîndar bûbûn. Têkildarî doza komkujiyê Prz. Faîk Ozgur Erol, anî ziman ku divê têkiliya mafya, siyaset û dewletê ya bi vê komkujiyê re bê lêpirsîn û wiha got: "Têkiliyên qirêj û mafya yên îro têne niqaşkirin xwe dispêre bûyerên 2015’an." 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya Hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an, di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê bi tevlêbûna sed hezaran mîtînga fînalê li dar xistibû. Endamên DAIŞ'ê di mîtingê de bombe di nava girsê de teqandibûn. Di bûyerê de Ramazan Yildiz, Necati Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Ali Turkmen jiyana xwe ji dest dabûn û zêdeyî 400 kes jî birîndar bûbûn. Di ser komkujiyê re 6 sal borîn. 
Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê mijarê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê di 6'ê Hezîranê de bi biryarek lezgîn, der barê dosyayê de biryara veşartinê da. Piştî bûyerê derketibû holê ku Endamê DAIŞ'ê Orhan Gonder ê di 26'e Gulana 2015’an de ji Sûriye hatibû Tirkiyeyê û di 2'ê Hezîranê de hatibû Amedê. Derketibû holê ku Orhan Gonder beriya komkujiyê amadekarî kiribû. Di 3'ê Hezîranê de li otelekê mabû. Polîsan ji ber "Qaçaxiya eskeriyê" tenê der barê Gonder de girtek girtibû û ew binçav nekiribûn. Piştî 2 rojan di 5'ê hezîranê de li Qada Îstasyonê di nava girsê de bombe teqandibûn. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, piştî bûyerê çend roj şûnde gotibû "Gonder li Dîlokê hatiye girtin" 
 
11 MEH ŞÛNDE ÎDEANAME AMADE KIRIN
 
Dozgeriya Amedê piştî teqîna li Îstasyonê 11 meh şûnde îdeaname amade kir. Dozger di îdeanameyê de li gel faîlê bûyerê Gonder, Îsmail Korkmaz, Mustafa Kilinç û Burhan Gok jî lê zêde kir û wekî girtî nîşan da. Dozger, anî ziman ku fermana sînor a DAIŞ'ê Îlhami Balî daye û niha firar e. Dozger der barê faîl Gonder û bersûc Korkmaz, Kilinç, Gok û bersûcê fîrar Îlhami Balî de ji bo her yekî 5 caran cezayê muebetê xwest. Dîsa ji 4 ez hezar û 101 salan heta 6 hezar û 318 salan cezayê girtîgehê xwest. Derket holê ku çûn û hatina endamên DAÎŞ'ê ji aliyê polîsan ve hatiye şopandin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu gotibû “Bombeyên zindî yên li Tirkiyeyê lîsteya wan di destê me de heye. Lê ji ber ku çalakî nekirine em wan nagirin." Ji ber vê yekê parêzeran xwestibû dodgeh li Davutoglu guhdar bike. Lê heyeta dadgehê ev daxwaza parêzeran red kiribû. 
 
Derbarê Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kilinç, Orhan Gonder, Îlhamî Bali û Burhan Gok de ku wek kiryarên êrişê tên zanîn ji ber kuştina însanan û teqînê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihatin darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind dozê di gulana 2016’an de neqlî Dadgeha Enqereyê kirin. 25 danişînê dozê hatine lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Îlhamî Bali û Burhan Gok de biryara beratê dabû. Der barê her sê bersûcên din de bi giranî hatin cezakirin.
 
DAVÛTOGLÛ NEHAT GUHDARÎKIRIN 
 
Tevî hemû îtîrazên parêzeran jî bersûc Burhan Gok nehat girtin. Parêzeran xwest Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ku di axaftinek xwe têkildarî wê serdemê li xwe mikûr hatibû wî beşdarî danişînê bikin û li dadgehê were guhdarîkirin. Lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir.
 
Ji ber ku polîsan wezîfeya xwe pêk neaniye derbarê wan de jî doz hat vekirin. 5 midurên polîsan, 3 komiser û 11 polîs li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tên darizandin. Lê cezayek hindik bo wan tê xwestin. Danişîna wan li Dadgeha Amedê didome. Yek ji kesê birîndar bû Askerî Yildirim, anî ziman ku ew bi daxwaza aştiyê li qada mîtîngê bûn û ev êrîş bi zanebûn û plan hatiye kriin. 
 
Parêzera dozê Şevîn Kaya, anî ziman ku piştî komkujiye der barê dosyayê de biryara veşartinê dane û parêzerên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne nikarin xwe bigînin naveroka dosyayê. 
 
Kaya, da zanîn ku ji ber der barê dosyayê de biryara veşartinê heye nikarin xwe bigînin agahiyên têkildarî bûyerû û dosyayê û ji ber vê yekê nikarin parastinê jî bikin û wiha got: "Bersûc Orhan Gonder, Îsmail Korkmaz, Burhan Gok û Mustafa Kiliç li dijî miroavahiyê sûc kirin. Lê ev bersûc ne bi tenê ne. Divê kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Me der barê dosyayê de gelek tişt xwestin. Lê ji ber dozê dirêj dikin gelek delîlan winda dikin." 
 
Kaya anî ziman ku ceza li bersûcan birîn û doz yandin Dadgeha Edliyeya Herêma Enqereyê û wiha berdewam kir: "Me der barê faîlê esasî Burhan Gok de îtîrz kir. Lê Gok beraet kirin. Me xwest der barê polîsên li qadê de jî doz bê vekirin. 
 
'EM Ê SERÎ LI DMME'Ê BIDIN' 
 
Parêzer Kaya, anî ziman ku ji bo edalet pêk bê piştî dadgeha Îstînafê biryarê bidin, dê li gorî wê gavan bavêjin û wiha axivî: "Eger biryara neyînî bide, em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewpora (DMME) bidin. Ji bo edalet pêk bê, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di vê teqînê de aşkere sersariya dewletê heye. Li gel lêgerîna bombeyê hatiye kirin jî der barê Orhan Gonder de tu lêkolîn nehatiye kirin. Ev teqîn hem bi teqîna 10'ê Cotmehê ya Enqereyê û hem jî bi teqîna Pirsûsê re girêdayî ye. Ev organizasyon bi dewletê ve girêdayî ye. Mirov nikare dewletê ji vê yekê dûr bigire." 
 
'LÊKOLÎN NEHAT KIRIN' 
 
Parêzer Faîk Ozgur Erol, jî anî ziman ku di îdeanameyê de rastî nehatiye ronîkirin û lêkolîn nehatiye kirin û wiha got: "Mufetîşê Wezareta Karên Hundir xwest hemû qeydên li qadê bên komkirin. Li ser vê yekê qeydên 63 DVD yên kamerayên qadê kom kirin. Lê ev qeyt tev li dosyayê zêde nekirine. Dozger tenê qeydên ku Orhan Gonder têde heye li dosyayê zêde kiriye. Mufetîşên îdarî qeydên girîng kom kirin û lêkolîn kirin. Lê maqamên îdarî pêdivî bi van lêkolînan nedît. Bi dehan caran me xwest van qeydan bişînin û lêkolîn bikin. lê her tim ev daxwaza me red kirin. 
Der barê hatina Orhan Gonder a ji Suriyeyê û xebatên wî yên li Tirkiyeyê tu lêkolîn nehat kirin." 
 
Erol, da zanîn ku Orhan Gonder, piştî teqînê bi hêsanî ji Amedê derketiye û çûye Dîlokê û wiha got: "Li Dîlokê demek dirêj bi telefonê hatiye guhdarkirin. Dema bi telefonê li Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê sînor Îlhami Bali digere, Midûriyeta Polîsan a Dîlokê ew zeft kirine. Piştre bi ser mala ku Orhan lê dimîne de girtine. Orhan Gonder di heman demê de faîlê bûyerên Pirsûs û Enqereyê ye jî. Di nava koma DAIŞ'ê ya Semsûrê de cih digire."  
 
'NE TESEDUFÎ YE' 
 
Erol, herî dawî anî ziman ku divê mirov têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê û vê bûyerê ji hev qut negire dest û wiha bi dawî kir: "Têkiliyên qirêj û mafya yên îro têne niqaşkirin xwe dispêre bûyerên 2015’an. Di sala 2015’an de rêya çareseriya Kurd a bi diyalogê girtin. Dîsa pêvajoya şer dane destpêkirin. Ev ne tesadufî ye." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2021
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket
16:45 Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe
16:39 Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin
16:26 Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan
16:13 ‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’
15:40 Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan
15:36 KKP’ê starta kampanya kedê da
15:14 Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:57 Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin
14:57 Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin
14:17 Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya
14:12 3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan
14:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
14:07 Trafoyan rakirin û li cotkaran dan
13:40 Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin
13:28 Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
13:04 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn
12:35 Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye
11:49 Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran
11:42 Piştî operasyona eskeran şewat derket
11:27 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket
11:10 Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
10:51 Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê
10:33 Ji bo zarokan dibistana gerok
10:02 Girtiyan dixin hucreyê
09:53 Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin
09:48 Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e
09:16 Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190'an de berdewam dike
09:00 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn