Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan

  • rojane
  • 15:40 4 Hezîran 2021
  • |
img
WAN - Rêxistinên mafên mirovan li ser rewşa girtîgeha Tîpa T a Wanê rapor amade kir. Rêxistinan di raporê de diyar kirin ku rêveberiya Girtigeha Tîpa T a Wanê di lêgerînan de zorê li jinan dike û ji wan dixwazin ku xwe tazî bikin. Saziyan di raporê de destnîşan kirin ku rêveberî zorê li girtiyan dike ku derbasî kawîşên bêalî bibin, avê û doşekan nadin girtiyan." 
 
Nûner û rêveberên Baroya Wanê, OHD, TUHAY-DER, Odeya Tabîban, ÎHD û THÎV, li ser lêkolîn û ziyaretên girtiyên jin, rapora ku têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa T a Wanê amade kirin. Nûnerên saziyan, rapora ku amade kirine li Salona Civînê ya Baroya Wanê bi raya giştî re parve kirin. Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter rapor parve kir. Yeter anî ziman ku rêveberên MEBYA-DER'ê yên di 28'ê Gulanê de hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê, bi zorê hatine tazîkirin û muameleya xerab li wan hatiye kirin. Yeter, destnîşan kir ku piştî vê bûyerê endamên Komîsyona Girtîgehan a OHD û Baroya Wanê çûn li girtîgehê ew ziyaret kirine û agahî girtine. 
 
'EZ TAZÎ KIRIM
 
Yeter, anî ziman ku bi girtî Ceyda Dîndar, Gulistan Onver û Semiran Ebaga re hevditin kirine û wiha got: "Girtiyên ku me bi wan re hevdîtin kirin gotin 'Personelên ku girtiyan qebûl dike, ji mere gotin; Hûn dê biçin kawîşa bêalî an bialî? Zextên derûnî kirin. Dengê xwe bilind kirin û kirin qêrîn. Dîsa 3 jinên gardiyan, em xistin beşa lêgerînê. Em tazî kirin û berdilk li me kirin. Ji me xwestin em 3 caran rabin û rûnên û bikuixin. Me ji personelan re gotin; Em 10 rojin di bin çavan de ne. Tiştekî wisa ne pêpist e. Lê kir qêrîn û got ‘Hişbe, dengê xwe meke. Tişta ez dibêjim bike.' Li nava têlê porên min nerî. Li devê min nerî. Li her derê min nerî. Personela esmer, kin û zeîf got 'Ez vî karî bi kefxweşî dikim.' Piştî em birin odeyê heta saet 02:00’an nivînê razanê nedan me. Em birin odeyek qirêj ku malzemeyê paqijiyê lê tune bû. Li odeyê TV, pirtûk, lênûsk û pênûst tune bû. 3 rojan ji bo vexwarina avê taz û îskan nedan me. Li odeya qarantinayê li ser piyan em jimartin. Daxwazên me yên kantînê pêşwazî nekirin."
 
'AV NEDAN ME'
 
Yeter, da zanîn ku girtî Semiran Erbaga ji Girtîgeha Jinan a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê kirine û wiha got: “Semîran, anî ziman ku ew sirgûn kirine û serwêhatiyên xwe wiha got: 'Dema ez sirgûn kirim, li girtîgehê xwestin min tazî bikin. Dema min ev qebûl nekir, personel got 'Em ê lêgerîn bikin. Lê ji bo ez vê yekê şermezar bikim, min cilên xwe derxistin û çalakî kir. Personel got ‘Sê caran rabe û rûnê, bikuxe.' Li nava porê min nerî. Li bin zimanê min nerî. Piştî lêgerînê ez avêtim yek hucreyê. 3 rojan ez tenê mam. Gotin av bi sînor e. Dema min maqijî kir av xelas bû. Ji ber nexweşiya kronik diviya bû ez îlac bixwim. Lê ava vexwarinê nedan min. Ji ber vê yekê neçar mam ku ava qirêj vexwim. 3 rojan di odeya qirêj de mam. Tu pêdiviyên min ên jiyanî pêşwazî nekirin." 
 
GIRTIYAN TAZÎ DIKIN
 
Yeter, da zanîn Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê di ketina girtîgehê de girtiyan tazî dikin û li ser wan lêgerîn dikin û wiha axivî: "
 
“* Divê peymanên navdewletî li ber çavan bigirin û dawî li îşkence û lêgerîna tazî bînin. Ji bo îşkence li girtîgehan bi dawî bibe divê tedbîr bêne girtin. Ev erka dewletê ye. Dema maf hatin binpêkirin, divê bi awayekî çalak lêpirsîn bê kirin." 
 
* Li gorî mevzûata neteweyî û navneteweyî, dema girtî îşkence li wan tê kirin, beriya hinceta lêgerîna tazî pêş bikeve, divê nûneren saziyê vê yekê ji saziya jora xwe re parve bikin. Divê li gorî rêgez û zagonên navdewletî gav bên avêtin. 
 
* Lêgerî dazî li dijî Zagona Înfazê, Destûra Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropa, (AÎHS)  û peymanên ku Tirkiye îmze avêtiye ye. 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2021
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket
16:45 Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe
16:39 Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin
16:26 Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan
16:13 ‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’
15:40 Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan
15:36 KKP’ê starta kampanya kedê da
15:14 Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:57 Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin
14:57 Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin
14:17 Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya
14:12 3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan
14:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
14:07 Trafoyan rakirin û li cotkaran dan
13:40 Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin
13:28 Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
13:04 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn
12:35 Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye
11:49 Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran
11:42 Piştî operasyona eskeran şewat derket
11:27 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket
11:10 Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
10:51 Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê
10:33 Ji bo zarokan dibistana gerok
10:02 Girtiyan dixin hucreyê
09:53 Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin
09:48 Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e
09:16 Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190'an de berdewam dike
09:00 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn