Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin

  • rojane
  • 09:15 5 Hezîran 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Şaredariya AKP'î ya Rişmilê û TOKÎ'yê, di çarçoveya projeya "veguherandina bajêr" de bi dehan xanî xera kirin û gelek kes mexdûr kirin. Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê bi hinceta "ne li gor dîrok û mîmariya navçeyê ye" proje pesend nekiribû. 

Desteya Wezaretê di sala 2016'an de taxên Gul û Tepebaşiyê yên navçeya Rişmil a Mêrdînê wekî "qada xetere" îlan kiribûn. Ev biryar bi hinceta "nûkirinê" hatibû girtin. Piştî vê biryarê Şaredariya AKP'î ya Rişmilê û TOK'î jî projeya "veguherandina bajêr" amade kiribûn. Di çarçoveya projeyê de dê avahiyên 8 qatî bihatana çêkirin. 
 
Lê belê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê bi hinceta "ne li gor mîmarî û dîroka navçeyê ye" projeyê betal kir. Piştî vê şaredarî û TOK'î projeyek nû amade kirin û berpêşî wezaretê kirin. Bêyî ku wezaret projeyê pesend bike, li her du taxan dest bi xerakirina xaniyan hat kirin û bi dehan xanî hatin xerakirin. 
 
ZEXT Û GEF 
 
Di vê pêvajoyê de hat xwestin şêniyên her du taxan malên xwe vala bikin. Şêniyên taxê jî ji bo rawestandina xerakirinê serî li Dadgeha Îdareyê ya Herêmaê da. PIştî vê ceryan û ava her du taxan hat birîn. Kesên xaniyên xwe vala nekirin jî midûriyeta polîsan gazî wan kir û gef li wan xwarin. 
 
Şêniyê taxê Ata Opak ku tê xwestin xaniyê wî bê xerakirin, anî ziman ku di sala 2017'an de ji ber xebatek cuda yya şaredariyê xaniyê wî bi "şaşî" hatiye texrîbkirin û bi xwesteka Şaredarê AKP'î Hayrettîn Demîr li şûna xaniyê wî xaniyek nû hatiye çêkirin. Opak, bilêv kir ku ji bo ceryana xanî jî destûr ji şaredariyê girtiye û kevirê di avahiyê de hatine bikaranîn jî bi pêşniyara şaredar hatine biakranîn. 
 
MIDÛRIYETA POLÎSAN DAXILÎ NAV BÛ
 
Opak, bibîr xist ku biryara "veguherandina bajêr" di sala 2016'an de hatiye girtin û got: "Nexwe çima we wê çaxê ji me re negot çênekin?" Opak, diyar kir ku midûriyeta polîsan gazî wî kiriye û ji bo valakirina xanî jê re gotiye "heger hûn derneyên em ê hêza çevîkê bişînin ser we û xaniyê we bi ser serê we de xera bikin." Opak, destnîşan kir ku paşê jî makîneyên karî yên şaredariyê rêya di ber xaniyê wan re derbas dibe kolandiye û ji çûn-hatinê re girtiye. Opak got: "Ez, tevî birayê xwe yê berasteng û zarokên xwe dimînim. Ev zilm e. Xaniyê me bi ser serê me de bînin xwarê jî em dernayên. Heger xera dikin, bila bi ser me de xera bikin. A dikin zilm e." 
 
Cîranê malbata Opak Mevlut Taniş jî şahid e ku avahiya nû bi destûra şaredariyê hatiye çêkirin û got: "Bila kes nebêje ev avahî 'bi qaçaxî hatiye çêkirin.' Madem dê xera bikirana, nexwe çima destûr dan? Kesî ji me re negotiye dê bajar bê veguherandin. Tenê gotin, dê xaniyên kevin û ne saxlem bên xerakirin. Şaredar tevî hin rayedarên dewletê li dû ranteke mezin e." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

07/06/2021
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin
09:01 Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome
09:01 Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye
09:00 Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye
09:00 Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe
09:00 Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:57 Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan
00:16 Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye
05/06/2021
23:57 Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin
20:38 Îro 6 hezar û 169 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:43 Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye
18:13 SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn
17:55 10 partî û rêxistin li dijî Tirkiyeyê meşiyan
17:22 HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî
17:11 Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome
16:50 Li Amedê banga mitînga ziman
16:23 'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe'
16:21 ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
16:06 Eskeran hawîrdorparêzên ku xwestin li Çemê Zîlan lêkolînê bikin asteng kirin
15:39 Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin
15:30 ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan
15:17 Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin
14:58 Bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Mexmûrê kirin
14:48 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî
14:31 Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn
14:15 HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
13:51 Dayikên Şemiyê bersûcên karsazên Kurd pirsîn
13:51 Li Tetwanê embargoya xurek: Leşkeran tûrikê arvan desteser kirin
13:07 Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin
12:45 Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket
12:38 Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
12:11 MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre
12:11 Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn
12:00 Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin
11:44 Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin
11:28 Tirkiyeyê li Efrînê zarokeke 14 salî qetil kir
11:28 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
10:12 Du jin yek daxwaz: Edalet
10:10 PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir
10:02 ‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’
09:39 Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere
09:38 Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên
09:15 Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:15 Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye
09:15 Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin
09:15 Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê
09:15 Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune
09:15 Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe
09:02 Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin
09:01 Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:06 Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye
04/06/2021
23:06 Nehiştin cenazeyê Asan bê şûştin
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket