Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye

  • rojane
  • 09:15 5 Hezîran 2021
  • |
img

MÊRSÎN - Prof. Dr. Atîlla Guney, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mekanîzmayên derveyî siyasetê, siyasetê diyar diin û got: "AKP, bû mafya. Partî divê dakevin kuçeyan û muxalefeta civakî birêxistin bikin. Wekî din tu rê û çare tune ye." 

Piştî lixwemikurhatina rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker, careke din têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê bûn rojev. Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Atîlla Guney ku îmze danîbû bin danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" û Peker jî gef lê xwaribû û gotibû "em ê xwîna wan birijînin", mikruhatinên Peker û geşedanên dawî nirxandin. 
 
SIYASET Û MAFYA 
 
Guney, bibîr xist ku ji dêvla Pekerê ku gef xwarin, akademîsyenên gef li wan hatine xwarin hatine darizandin û AKP ji bo îqtidara xwe qewî bike, di 10 salên dawî de bi mekanîzmayên derveyî siyasetê gef li siyasetê, civakê, akademîsyenan û rêxistin demokratîk xwarine û got: "Êdî siyaset bûye tiştekî mafyayî. Mafya jî bûye siyaset. Mekanîzmayên derveyî siyasetê, siyasetê diyar dikin. Dewleta ku esker, polîs û hiqûqê wekî ço bi kar dianî, êdî mafyayê wekî amûreke bîrdozî û siyasetê bi kar tîne. Piştî ku mekanîzmayên siyasetê yên klasîk dixitimin û pêşî li ber siyasetê digirin, mekanîzmayên derveyî siyasetê û mekanîzmayên tahdeyê dikevin dewrê." 
 
TÊKILIYA SOYLÛ-PEKER 
 
Guney, anî ziman ku Peker di daxuyaniyên xwe de qet behsa xwe nekiriye û got: "Gava behsa bûyerên ku tiliya wî jî tê de ne bike, wê çaxê em ê bûyerê an jî têkiliya mafya-siyasetê bi awayekî pir zelal bibînin." Guney, bilêv kir ku daxuyaniyên Peker salên 90'î tîne bîra mirov û got: "Navê vî zilamî di dosyeya Sûsûrlûkê de jî derbas dibe. Mehmet Agar wê çaxê jî heye. Gava em li Agar mêze bikin, em ê bibînin ku burokratek çawa bûye siyasî û em ê têkiliya wî ya bi mafyayê û mafyabûna siyasetê bibînin. Gava em li pêşveçûyîna Soylû mêze dikin, em dibînin ku Sedat Peker tim li cem wî bûye. Di vê pêşveçûyînê de, Pker astengiyên pêşiya wî ji holê rakirine. Em dibînin ku bê siyasetmedarek çawa li cem mafyayekî tevgeriyaye. Em di Peker de jî dibînin ku bê serikekî mafyayê çawa veguheriye karakterekî siyasî. Ev kes mîtîng li dar dixistin û ji bo îqtidarê doza rayan dikir. Em bi vî awayî têkiliya siyaset-mafyayê dibînin." 
 
TÎPOLOJIYA AKP'Ê 
 
Guney, bilêv kir ku AKP "rêxistineke mafyayî" ye û got: "Pergaleke rêxistinbûyîn ya AKP'ê heye ku naşibe tîpolojiya tu partiyê. Min bi salan dersên zanista siyasetê dan. Em ji xwendekaran re behsa tîpên partiyan dikin. Partiyên bîrdozî, partiyên çînî, partiyên komker, partiyên girseyî hwd. Lê AKP, di lîteratura siyasetê de naşibe tîpolojiya tu partiyê. Ji lew re bi temamî rêxistina berjewendiyan û sûcan e." 
 
PIRSGIRÊKA KURD 
 
Guney, diyar kir ku li Tirkiyeyê cara ewil di salên 1980'yan de têkiliya siyaset-mafyayê kifş bûye û di salên 90'î de jî ku tevgera kurd di van salan de xurt bû, mekanîzmaya siyaset-mafyayê bûye mekanîzmayeke sazîbûyînê û got: "Hema bibêje daxilî nav hcureyên burokratîk û siyasî yên dewletê bû. Siyaseta kurd jî bû laboratûvara wê. Di salên 90'î de bi hezaran kurd bûn qurbanê têkiliya siyaset-mafyayê. Rewşa niha, ne rewşeke cuda ye. Ev yek nîşan dide ku heya meseleya neteweyî, pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê têkiliya siyaset-mafyayê jî pir neyê çaresrkirin." 
 
RÊXISTINBÛYÎNA MUXALEFETÊ 
 
Guney, destnîşan kir ku di vî warî de ji bo parlementoyê wateyeke siyasetê nemaye û got: "Partî, divê dakevin kuçeyan û muxalefeta civakî birêxistin bikin. Wekî din tu rê û çare tune ye." 
 
Guney, anî ziman ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurdî ye û ev pirsgirêk dê bi îqtidara heyî neyê çareserkirin û got: "Heya ku AKP îqtidar bibe, divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî hêvî li mirov peyda nebin. Divê têkoşîna civakî welat ji ê kabûsê bê xelaskirin û got. "Pirsgirêka kurdî bi şer nayê çareserkirin û şer kûrtir dike. Kesên naxwazin siyasetê bi rêyên demokratîk bikin, tim şer gur dikin. Ev rewş dê tenê ne ji bo îqtidarê, ji bo civakê û tevahiya welat jî bibe karesatek mezin. Şer, qirêjiyê zêdetir dikin." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç

Sernavên din

07/06/2021
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin
09:01 Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome
09:01 Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye
09:00 Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye
09:00 Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe
09:00 Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:57 Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan
00:16 Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye
05/06/2021
23:57 Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin
20:38 Îro 6 hezar û 169 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:43 Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye
18:13 SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn
17:55 10 partî û rêxistin li dijî Tirkiyeyê meşiyan
17:22 HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî
17:11 Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome
16:50 Li Amedê banga mitînga ziman
16:23 'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe'
16:21 ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
16:06 Eskeran hawîrdorparêzên ku xwestin li Çemê Zîlan lêkolînê bikin asteng kirin
15:39 Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin
15:30 ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan
15:17 Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin
14:58 Bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Mexmûrê kirin
14:48 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî
14:31 Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn
14:15 HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
13:51 Dayikên Şemiyê bersûcên karsazên Kurd pirsîn
13:51 Li Tetwanê embargoya xurek: Leşkeran tûrikê arvan desteser kirin
13:07 Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin
12:45 Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket
12:38 Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
12:11 MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre
12:11 Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn
12:00 Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin
11:44 Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin
11:28 Tirkiyeyê li Efrînê zarokeke 14 salî qetil kir
11:28 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
10:12 Du jin yek daxwaz: Edalet
10:10 PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir
10:02 ‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’
09:39 Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere
09:38 Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên
09:15 Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:15 Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye
09:15 Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin
09:15 Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê
09:15 Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune
09:15 Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe
09:02 Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin
09:01 Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:06 Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye
04/06/2021
23:06 Nehiştin cenazeyê Asan bê şûştin
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket