Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane

img
ENQERE - Meclîsa HDP’ê, ya ku ji bo kûrbûna krîza siyasî binirxîne civiya, di encama danezana xwe de bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û got: “Têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna çareseriya aştî û demokratîk e.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), a bi serokatiya hevserokên partiya xwe Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di 5’ê Hezîrana 2021’an de kombû, encama danezana civînê aşkera kir. HDP’ê di daxuyaniyê de ragihand ku pêwîstî bi danîna xeteke nû ya têkoşînê heye ku hêzên demokrasî û aştîxwaz hemû tevlî bibin. 
 
HDP'ê di dewama danezana xwe de wiha got: "Destên qirêj ên ku beriya çend salan dewlet bi rê ve dibirin, gotibûn ku eger kevirek ji dîwarê ji bo nixumandina kiryarên derveyî hiqûqê û kuştinên kiryarên nediyar lê kirine bê kişandin, wê ev dîwar hilweşe û hemû di bin de bimînin.
 
Têkoşîn û vîna hevpar a gelan; bindest, kedkar, jin û ciwanên ku di nav tifaqa demokrasiyê ya herî fireh de hatine cem hev dikarin wî kevirî bikişînin. Lewma banga me li her kesên xwedî wijdan e: Werin em hêza xwe bikin yek û bi hev re wî kevirî ji dîwêr bikişînin û vê pergala tarî biguherînin.
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Dema em li bingeha têkiliyên qirêj ên mafya û desthilatê yên rizî ku van rojên dawî derdikevin holê dinerin, careke din tê dîtin ku sedemê bingehîn neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tiştên vê dawiyê tên jiyîn dide nişandan ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, konsepte şer û pevçûn, têkiliyên derveyî hiqûqê, pergala sûc û çetebûyîn bi bi dawî nabe. An em ê vê pergala mafyatîk bi hev re biguherînin an jî wê ev pergal xwe nû bike û bi dehan salan bi vê hişmendiya xwe ya qirêj  ve pêkanîn xwe bidomîne. 
 
TECRÎD
 
Em careke din destnîşan dikin ku polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê tên heman wateyê. Polîtîkayên ewlehiyê, şer û tecrîdê hev xwedî dikin. Em bi israr dibêjin ku têkoşîna li dijî neçareseriyê, bi mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê dibe. Têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê û daxwaza rakirina tecrîdê di nav hev de ne. Têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna çareseriya aştî û demokratîk e.
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Xerabiyeke herî mezin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li civaka Tirkiyeyê kir jî polîtîkayên qirqirina ekolojîk in. Ev pergaleke ku hawîrdor, ekolojî û xwezayê talan dike ye. Ji Îkîzdereyê heta Hopayê ji Saldayê heta Mûnzûr, ji Şêxana Wanê heta Avzemên Dersîmê, ji Çiyayê Cûdî heta Behra Marmarayê, ji Licê heta Çiyayên Qazê xweza pêşkeşî çend kesên alîgir tê kirin. Bi hatina ba hev a herkesên ku xweza û qadên wan ên jiyanê tên tunekirin, rêya çareseriyê dikare were vekirin. Em herkesê ku dixwazin ji vê pergalê xelas bin; karker, kedkar, esnaf, cotkar ên li pey nanê xwe, hemû tevgerên ekolojiyê û kesên xwedî hezkirina ax û xwezayê vedixwînin ku têkoşîna hevpar bilind bikin.
 
BERXWEDANA ÇANDΠ
 
Têkoşîneke herî girîng ku îro tê dayîn jî li dijî qirqirina çandê berxwedana çandî ye. Di serî de gelê kurd hemû çand û nasnameyên cuda ji aliyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ve di bin xetereyeke qirqirinê de ne. Li dijî vê siyaseta înkar û asîmîlasyonê berxwedana çandî weke av û nan girîng e. Ji ber ku em dizanin ku civaka ku çand û zimanê xwe winda bike wê hişê xwe winda bike û bibe amûrê serdestan. Em ê di vê bingehê de mafê zimanê dayikê û çandê yê hemû gelan di bingeha siyaseta demokratîk de biparêzin û piştevaniyê bikin. Heta ku kurdî û hemû zimanên din mafê perwerdehiyê bi dest bixe em ê têkoşîna xwe bi awayekî biryardarî bidomînin. 
 
TÊKOŞÎNA JINÊ
 
Tevgerên jinan ên ji bo mafên xwe û jiyana xwe bê navber têdikoşin jehrbira vê pergala çete ne. Ev pergal wiha naçe, pêşerojeke wekhev û demokratîk wê bi destên jinan bilind bibe.
 
ÇARESERÎ
 
Li dijî vê pergalê, bi hev re têkoşîn û tifaqa demokrasiyê ya herî fireh çareserî ye. Ji ber ku yên pêşeroja wan dixwazin reş bikin em hemû ne.  Ji ber wê yekê daxwaza me ya tifaqa demokrasiyê li gel anîna hev a kesên ji vê pergalê û polîtîkayên şer aciz in armanc dike. Desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî daxwazên azadiyê yên civakê sistbûneke cidî dijî. Mûxalefeta nikare xetên ku desthilatê diyarkirine derbas bin nikare baweriyê bide civakê û têbikoşe. Hemû beşên civakî yên ji desthilatê aciz in bila bizanin ku  HDP’ê wê  bi awayekî biryardarî mûxalefeta rast a Tirkiyeyê bike. Jehrbira vê rizîbûna ku weke vîrûsê belav dibe, tifaqa demokrasiyê ye.
 
HDP’Ê WÊ TÊBIKOŞE
 
HDP wê di van şertan de têkoşîna demokrasi û azadiyê ya li Tirkiyeyê, ligel hemû zextan wê bi biryardarî bimeşînin. Heke em hêzên xwe bikin yek wê derfetên qezençkirina me wê zêdetir bibe. Em ê pergala li vî welatî ya mafya, rant û talanê bi hev re biguherînin. Em ê teqez aştî, azadî û demokrasiyê bînin vî welatî.”

Sernavên din

10/06/2021
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev