Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn

  • rojane
  • 17:20 7 Hezîran 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, li navçeya Silopyayê bi Dayîkên Aşitiyê re hat gelhev. Akdenîz, bang li hêzên kurd kir û got: “Werin em bi hevre xaka Kurdistanê biparêzîn.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Salîha Aydenîz, li avahiya HDP’ê ya Navçeya Silopiya ya Şirnexê, bi barnameyekê bi Dayîkên Aştiyê re hat gelhev. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta "Dayik pêşenga jiyanê ye, ji dayikan re xelata herî mezin aştî ye" hat daliqandin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Piştî rêzgirtinê bername bi nîşandana sînevîzyona Dayikên Aştiyê hat berdewamkirin. Piştî nîşandina sînevîzyonê li ser navê Dayikên Aşitiyê Asiye Tay axivî. Tay, diyar kir ku tenê daxwaza wan pêkanîna aştiyeke mayînde ye û bang li Serokê Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî kir  û xwest dawî li brakujiyê bîne.
 
'HETA KU EM XEYALÊN DAYIKÊN XWE PÊK TÎNÎN EM Ê LI BERXWE BIDIN'
 
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ku di bernameyê de axivî, bal kişand ser rol û mîsyona Dayîkên Aştiyê û wiha got:" Pêşengên tevgera jinên azad dayikên me ne. Gelê we û tevgera we bi we serbilind in. Bi salan e em têkoşîna edeletê didin. Ji bo ku em Kurdistaneke azad ava bikin, divê em aştiyeke mayînde pêk bînin. Aştî bi dayikên me pêkane e. Ev dem dema pêşengiya têkoşînê ye. Ji ber ku li her çar perçeyên Kurdistanê dayikên me berdelên giran dane. Em soz didin dayîkên xwe heta ku xeyala wan a aştiyê pêk were em ê tebikoşin.”
 
'DAYÎK DI HER KÊLIYAN DE BERXWE DIDIN'
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û bi bîranîna dayikên ku jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û ev tişt got: “Têkoşîna dayikan hêz dide têkoşîna me. Em di demên dîrokê re derbas dibin. Dayîka Emîne Şenyaşar ji bo edelet, azadî û aştiyê tedikoşe. Wê dayikên me li hemberî vê zilmê têkoşîna xwe bilind bikin û wê tu caran serê xwe netewînin."
 
'DEM DEMA ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE'
 
Aydenîz, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bi sekn û paradîgmaya xwe ya dîrokî bûye sedema hêvî û baweriyê û wiha got: “Ji ber wê tecrîdê giran dikin. Îro bi girankirina tecrîdê êrişî ziman û çanda kurd dikin. Ji ber wê polîtîkaya tecrîdê  berfirehtir dikin. Em dizanin ku çiqas tecrîdê giran bikin, Çimkî ew jî dizanin dema ku aştî, demokrasî û azadî pêk were qadên tarî nikarin hebûna xwe bidomînin. Em li vir careke din dibêjin ku heta brêz Ocalan azad nebe em ê dev ji têkoşîna azadiyê bernedin. Dem dema şikandina tecrîdê û azadkirina brêz Ocalan e.”
 
'BI PLANA ŞARK ISLAHATÊ DIXWAZIN KURDISTANÊ VALA BIKIN'
 
Aydenîz, bal kişand ser êrişên Artêşa Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û axaftina xwe wiha domand: “Sedsal in dewleta tirk li dijî gelê kurd polîtîkayên tunekirinê dide meşandin. Ji ber wê îro li çar perçeyên Kurdistanê êrişî deskeftî û nirxên kurdan dike. Têkoşîna bi salan e ku tê dayîn dixwazin bin pê bikin. Dixwazin ku Rojhilata Navîn bikin gola xwînê. Çimkî dizanin ku heger Rojhilatanavîn azad bibe wê taritiya wan derbikeve holê. Çawa ku sedsal bêriya niha bi Şark Islahatê xwestin Kurdistanê dagir bikin, îro jî bi heman hişmendiyê bi plana hilweşandinê dixwazin gelê kurd tune bikin.”
 
BANGa LI PÊŞENGÊN KURD
 
Aydenîz, di dawiya axaftina xwe de got ku dewleta tirk dixwaze bira bi bira bide kuştin û ev bang li gelê kurd kir: “Pêwîste pêşengên kurd nekevin lîstokên dewleta tirk. Em li sînorê Silopyayê bang li PDK'ê dikin; dewleta tirk li gorî berjewendiyên xwe ji xwe re qadan vedike. Vê yekê qebûl mekin. Çawa ku li rojavayê Kurdistanê bajarê Sêrêkaniyê û Efrînê dagir kir, niha dixwaze bi heman pêkanîna xaka başûr jî dagir bike. Divê em li gorî parastina xaka Kurdistanê tevbigerin û bi hevre têkoşîn bidin. Tê xwestin ku Şengal bê dagirkirin û Mexmur jî bê valakirin. Pêwîste pêşengên kurd vê bibînin û bi zanistiya parastina Kurdistanê tevbigerin. Werin em bi hevre Kurdistanê biparêzîn.”
 
Piştî axaftinan bername bi girtina govendê û bi dirûşmeyen "Bijî serok Apo" bi dawî bû.
 

Sernavên din

10/06/2021
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev