ENQERE - HDP, derbarê doza ji bo girtina partiyê daxuyanî da û got: "Kesên li ber îtirafên mafyayê xwe li bêdengiyê danîne, êrîşî partiya me dikin û dixwazin îqtidara xwe rojane bikin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), drbarê doza ji bo girtina partiyê de, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da. HDP'ê di daxuyaniya xwe ya bi hastaga #HDPyiDeğilMafyayıYargıla de got: "Mafya dîroka tifaqa AKP-MHP'ê dike. Lê ya HDP'ê, gel dîroka wê dinivîse. Kesên li ber îtirafên mafyayê xwe li bêdengiyê danîne, êrîşî partiya me dikin û dixwazin îqtidara xwe rojane bikin. Em ê nehêlin." "#HDPyiDeğilMafyayıYargıla"