Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye

  • rojane
  • 15:28 8 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku PDK bi piştevaniya operasyona Tirkiyeyê ya derveyî sînor îxanetê li gelê kurd dike û wiha got: “PDK jî nema, malbata Barzanî jî nema. Dê kî rêzê ji kesên îxanetê li gelê xwe dike re bigire.”

 
Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) jî tevlî operasyona ku artêşa tirk di 23’yê hezîranê de li Herema Kurdistanê dabû destpêkirin bû. Ligel ku cerdevan û endamên Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) yên ji Lîbyayê vekişiyan li operasyonê hatin zêdekirin jî pêşketin çênebû. Piştî vê PDK kete dewrê û di 5’ê hezîranê de pêşmerge sewqî herema Behdînanê kirin. Ev gava ku hat avêtin rageşiya heremê zêdetir kir. Ji ber vê hewldana wê di nav rayagiştî ya kurdan de li dijî PDK’ê bertekên mezin hene. 
 
GAV BI GAV DAGIRKIRIN
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, diyar kir ku PDK’ê ji roja ewil heta niha piştevaniya operasyona derveyî sînor dike û rê ji Tirkiyeyê re vekiriye û wiha got: “Bi destê PDK’ê Kurdistan gav bi gav tê dagirkirin. Ev rê ji bo berjewendiyên PDK’ê û malbata Barzanî hatiye vekirin û gelê kurd vê qebûl nake."
 
‘KURDISTAN JI PDK’Ê PÊK NAYÊ’
 
Ozturk, helwesta PDK’ê weke ‘Îxaneteke mezin’ bi nav kir û wiha axivî: “Gelê başûrê Kurdistanê zilma Sedam dît. Enfal û Helepçe jiyan. Li dijî van hemûyan li ber xwe da û statuyek bi dest xist. Malbata Barzanî û PDK îro van nirxan, bedelên hatine dayîn difiroşe. PDK ji bo berjewendiyên xwe dibe amûrê polîtîkayên AKP’ê û MHP’ê. Kurdistan ji eşîra Barzanî pêk nayê. Em ne eşîr in em gelê kurd in. Em îro destûr nadin ku Dehaq ji nava me derkevin.”
 
‘PDK DIJMINATIYA GELÊ KURD DIKE’
 
Ozturk, destnîşan kir ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê li bingeha dijminatiya gelê kurd ava bûye û PDK jî bûye hevparê wan û wiha berdewam kir: “Tifaka faşist a AKP’ê û MHP’ê îro dibêje ‘Kerkuk û Musil ên me ne’ Vê yekê bi awayekî vekirî dibêjin. PDK, bi hişmendiya dibêje ‘Kurdê herî baş kurdê mirî ye’ bi MHP’ê re hevkariyê dike. Îro PDK’ê pêşengtiya dijminatiya gelê kurd dike, dijminê gelê xwe ye. Ji ber wê yekê gotineke PDK’ê ya têkildarî gelê kurd bibêje nemaye.”
 
‘MEŞRÛKIRINA DAGIRKIRINÊ’
 
Ozturk, bal kişand ku operasyona derveyî sînor dagirkirina Herema Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanç ne PKK ye. Êrîşî Rojava kirin, êrîşên Efrînê li ber çava ne. Li Efrînê PKK hebû? Her kesên ku paradîgmaya birêz Ocalan diparêzin PKK’yî ne? Sendîkaya herî mezin a Îngîlîstan û Gallerê Unite The Union kampanyaya ‘Ji bo Ocalan azadî’ bi rê ve dibe. Ji ber wê yekê PKK hêcet e. Ji ber vê yekê divê PDK xwe nexapîne. Ev êrîş topyekun li dijî gelê kurd in. Tirkiye dixwaze gelê kurd di qirqirinê re derbas bike. Bila PDK dest ji derew, meşrûkirina dagirkirinê û xwe xapandinê berde. Kurdistan ne malbata Barzanî ye, gelê kurd e. Ji ber wê yekê em têkoşîna rûmet, aştî û yekitiyê bi rê ve dibin. Em ê rûmeta gelê kurd biparêzin, em nikarin berjewendiyên partiyekê, eşîretekê û malbatekê bifikirin. Ev têkoşîna gelê kurd ya hebûn û tunebûnê ye.”
 
JI PDK’Ê RE RÊZ NEMA
 
Ozturk, gefên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên piştî biryara referanduma di sala 2017’an de li Herema Kurdistanê hatibû wergirtin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gelê Başûrê Kurdistanê biryara referandume girt, berteka herî mezin Tirkiyeyê nîşan da. Bi birçî hiştinê gef li gelê kurd xwarin. Rêveberiya Başûr li dijî gefan bêdeng ma, lê me bertek nîşan dan. Hedê kê ye ku gelê kurd birçî bihêle. Lê nikarîn bêjin ‘ev ax ya me ye’. Ev hişmendî dikare çiqas bijî. Ez bi awayekî aşkera dibêjim; ev îxaneteke mezin e. Ji ber vê yekê PDK nema, malbata Barzanî jî nema. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê ji malbata Barzanî re rêz digirt. Ji vê saetê û şunde tu rêz û hurmet nema. Kî dê rêzê ji kesên îxanetê li gelê xwe dike re bigire.”
 
RÛYÊ PDK’Ê YÊ RAST
 
Ozturk herî dawî wiha got: “Ermenî û Suryanî qir kirin, îro jî dixwazin kurdan bi heman awayî qir bikin. Lê em ê rûmeta gelê kurd biparêzin. Kurd jiyaneke wekhev û azad dixwazin. Em jî vê diparêzin. Di van şeş mehan de tiştek nema ku nekirin. Karîn kurdan xelas bikin? Ev hewldan beredayî ne. Rûyê PDK’ê yê rast derket holê. Ev bi awayekî aşkera dijminatiya gelê kurd e. Meseleya esas dagirkirina Kurdistana Başûr e. PKK nîne. Edhem Barzanî yê ji malbata Barzanî jî daxuyand ku ev dagirkirine. Rastî eve. Li gel vê yekê piştevanî were kirin, dijminatiya gelê kurd e. Ez careke din dibêjim, Başûrê Kurdistanê ji PDK’ê û malbata Barzanî pêk nayê. Rast e, demekê pêşengtî kirin lê gelê kurd bedelên mezin dan. Kesên bi dijminên kurdan re hevkariyê bikin dê xwe xelas bikin.”
 

Sernavên din

10/06/2021
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev