NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK’ê 3 nûnerên PYD’ê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe çûbûn balafirgeha Hewlêrê, binçav kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê derbas kir, rêveberên Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Suriyeyê agahî dane ku, nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê yên îro saet di 03.00’an de diçûn balafirgeha Hewlêrê mevanên xwe pêşwazî bikin, ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatine binçavkirin.
Rêveberên Nûnertiya Rêveberiya Xweser, destnîşan kirin ku heta niha tu agahiyek derbarê sedema binçav kirinê de ji wan re nehatiye gotin û ew hewl didin li ser mijarê bi rayedaran re pêwendî deynin û rewşê fêm bikin.