ŞIRNEX - Şandeya ku ji KCD, DBP û HDP'ê pêk dihat serdana esnafên Şirnexê kirin.
Şandeya ku ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê Hûseyîn Kaçmaz, Tûlay Hatîmogullari û Dersîm Dag pêk dihat serdana esnafên navenda Şirnexê kirin û li pirsgirêk û daxwazên gel guhdar kirin.