AMED - Polîsên yûnûs ku li ser motosikletê ne li Amedê li zarokan qelibî û yek jê giran 4 zarok birîndar bûn.
Li navçeya navendî ya Rezana Amedê polîsên yûnûs ên li ser motosikletê li 4 zarokan qelibî. Qeza duh êvarê li ser Cadeya Karadag a li taxa Şêx Şamilê pêk hat. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin polîs pir bi lez û bez di cadeyê de çûne û li zarokên bi navê B.B., M.B., S.B. û F.A. ku temenê wan di navbera 10 û 16’an de ne qelibî ye. Hat gotin di qezayê de polîsek jî bi sivikî birîndar bûye.
Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Hat zanîn ku ji zarokan M.B. ê 16 salî rewşa wî giran e.