Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!

  • rojane
  • 14:43 14 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Dozgerê Doza Kobanê Ahmet Altun di îdianameyê de ewraqên ji 5 rûpelan pêk tên û di pêvekên îdianameyê de ji bîra kiriye bû rojev. Parêzeran ji şandeya dadgehê pirsa van ewraqan kir. 
 
Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam dike. Belgeyên li dosyeyê hatibûn zêdekirin hatin xwendin. Pişt re navê miştekên di dosyeyê de cih digirin hatin xwendin. Gelek ji van miştekan daxwaza beşdariya dozê nekirine. Lê gelek sazî û komeleyên alîgirên îqtidarê xwestine beşdarî dozê bibin. 
 
 
Ji parêzerên dozê Gunizî Satar behsa pêvajoya lêpirsîna dozê kir û girtekên ji aliyê Miduriyeta Polîsan ve hatine amadekirin hîmê îdianameya Doza Kobanê ava kiriye. Satar got li  gel ku 8 dozgerên paye bilind li ser dosyeyê xebitîne jî lê tiştek di dosyeyê de nedîtine. 
 
 DOZGERÊ LÊPIRSÎNÊ HATIYE GUHERTIN 
 
Ji parêzerên dozê Mavîş Aydin jî anî ziman ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî xebatên hilbijartina giştî ya sala 2018’an ku li dijî Selahattîn Demîrtaş bi rê ve bir, derbarê endamên MYK’a HDP’ê yên berê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Aydin got piştî gefxwarinên Erdogan dozgerê lêpirsînê hatiye guhertin û dozgerê bi navê Ahmet Altûn hatiye wezîfedarkirin. Aydin got çawa ku Altûn hatiye wezîfedarkirin karê wî ewilî ew bûye ku têkildarî bûyerên 6-8’ê Cotmehê de bi hurgilî agahî ji emniyetê xwestiye û parastinên Demîrtaş ên ji doza wî ya sereke li dosyeya lêpirsînê hatiye zêdekirin. Aydin da zanîn ku vî dozgerî lîsteya navên siyasetmedaran zêde kiriye û li dosyeyê bar kiriye lê nayê zanîn ku lîste çawa û ji aliyê kî ve hatiye amadekirin, lê xuya ye ku lêpirsîn li ser daxwaza fermana siyasî hatiye amadekirin. Aydin diyar kir ku ne diyar e ku şahidên veşarî û yên navê wan eşkere jî çawa daxilî dosyeyê hatine kirin. 
 
ŞANDEYÊ AXAFTINA PARÊZERAN QÛT KIR 
 
Şandeya dadgehê di vê navberê de xwest beyanên parêzerên din di nîvê de bibire û xwest derbasî darizandina têkildarî esasê bibe. Lê belê parêzeran got “Em ê daxwazên xwe ragihînin, axaftina me nebire, wisa nebe em ê neçar bimînin bi yek carekê daxwazên bînin ziman” û axaftina xwe domandin. 
 
‘DIVÊ EV BELGE WERE LÊKOLÎNKIRIN’ 
 
Ji parêzerên dozê Kenan Maçoglû jî destnîşan kir ku nivîsa ku ji hurgilî û belgeyên 14 rûpelî di 19’ê sibata 2015’an de ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Enqereyê ve hatiye amadekirin hîmê îdianameya dozê ava kiriye û van ewraqên emniyetê pêşkêşî dosyeyê kir. Maçoglû anî ziman ku ew dixwazin ev belge were lêpîrsinkirin. Maçoglû anî ziman ku ewilî hevserokên giştî yên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag tên girtin û pişt re beyanên şahidên veşarî û navê wan eşkere derketine holê û li dosyeyê zêde kirine. 
 
Maçoglû ji şandeya dadgehê xwest lêkolîn bike ku xwe çawa gihandiye îfadeyên şahidên veşarî û nav eşkere. 
 
DOZGER TÊBINIYAN DI DOSYEYÊ DE JI BÎRA KIRIYE!
 
Maçoglû destnîşan kir ku dozger di nava klasorên dosyeyê de hin belgeyên xebatê ji bîr kiriye û got: “Di hundirê klasöre xebatê de hin belgeyên dozger hene. Beyanên ku rapora otopsiyê kêm e hene. Her wiha lîsteyek bênav heye. Ne diyar e ji aliyê kî ve hatiye amadekirin, lê têbinî hatiye nivîsandin. Têbiniya ku îfadeyên kî hatiye wergirtin û kî nehatiye wergirtin heye. Herwiha biryarek sosret heye. Di klasora xebatê ya dozger de hin têbiniyên agahiyên ku aydê 2j’ê cotmeha 2018’an in heye. Dozger di klasora xwe ya xebatê ji bîr kiriye. Sernavê TEM’ê heye. Ewraqek ji 5 rûpelan pêk tê ye. Di vê dîrokê de Demîrtaş û Yuksekdag hêj ji vê dozê nehatine girtin. Di vê ewraqê de navê 98 kesan heye. Di vê têbiniyê ango ewraqan de eşkere tê gotin ku divê ev siyasetmedar werin girtin. Fermanek eşkere tê dayîn. Hatiye gotin li ser vê dosyeyê bixebitin û dosyeya girtina HDP’ê amade bikin. Gelek şîroveyên wek vê hene. Ez nebawerim ku ev belge li Şaxa TEM’ê ya Enqereyê hatibe amadekirin. Hiqûqzanên ku hikumet bi wan dişêwire vê belgeyê amade kirine. Doza girtina derbarê HDP’ê de jî piştî vê belgeyê hatiye pêşkêşkirin. Ez vê belgeyê pêşkêşî şandeya dadgehê dikim. Ev belge ji aliyê kî ve, bi çi armancê û çima bi awayek resmî ne li dosyeyê lê bi awayek bênav şandine ber dozger û hatiye amadekirin? Em dixwazin ev belge were lêkolînkirin.” 
 
Gelek parêzerên din jî axivîn û beyanên xwe anîn ziman. Beriya beyanên parêzeran bi dawî bibe Serokê Dadgehê ji dozger mutalaya xwe derbarê van daxwaz û beyanên parêzeran de eşkere bike. 
 
DAXWAZÊN PARÊZERAN HAT REDKIRIN 
 
Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir. Dadger di çarçoveya vê mutalayê de daxwazên parêzeran red kir û xwest siyasetmedarên tên darizandin dest bi parastina xwe bikin û biryara ku Ayhan Bîlgen parastina xwe bike hat dayîn.
 
 
Pişt re şandeya dadgehê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

15/06/2021
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike