NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebçeyê, teqînekê rû da û kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Şarewanî ya girêdayî bajarê Helebçe ya Herêma Federe ya Kurdistanê teqînekê rû da û kesekî nasnameya wî ne diyar jiyana xwe ji dest da. Derbarê teqînê de heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn û derbarê sedama teqînê de tu agahiyek nehat bi dest xistin.