Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • rojane
  • 09:19 15 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 201 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 180’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 163’yemîn de dewam dikin. 

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 41'emîn dewr girt di roja 201'emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 180’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 180’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 163'YEMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 163'yemîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

15/06/2021
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike