Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin

  • rojane
  • 11:29 15 Hezîran 2021
  • |
img
 NAVENDA NÛÇEYAN – Ji fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp, diyar kir ku Erdogan dixwaze di navbera kurdan de şerê navxweyî derxe û ev bang li tevahiya partî û rêxistinên kurdan kir: “Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin.”
 
Êrişa ku Tirkiyeyê di 23’ê nîsanê de li dijî başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin didome. Bi vê êrişê re hezên PDK’ê jî derbasî deverên gerîllayên HPG’ê dibin û xwe lê bi cih dikin. Vê helwesta PDK’ê di nav kurdan de bûye sedema nîqaşan û gelek derdorê bertek nîşanî PDK’ê didin. Ji Fermandariya Pêşmergeyan a YNK’ê Wahap Sertîp, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û diyar kir ku êrişên daîmî û pevçûnên navxweyî rewşa kurdan nebaş dikin. 
 
‘ARMANCA DIJMINÊ KURDAN LAWAZKIRINA KURDAN E’
 
Seertîp, bi bîr xist ku Baban, Erdelan, Botan, Behdînan û gelek mîrîtiyên kurd bi şerê navxweyî hilweşiyane û wiha got: “Bi taybetî li Babanê bi şerê çend birayan hilweşiya. Di salên 1960'î de hîn em zarok bûn, di şerê navxweyî yê bi navê Celalî-Melayî de bi sedan zarokên kurd şehîd bûn. Li parçeyên din jî di şerê navxweyî de heman rewş hebû. Ev rewş bû sedem ku kurd lawaz bimînin. Çawa ku em dixwazin li dijî dijmin bibin xwedî hêz, dijmin jî hewl dide me bêhêz bike. Armanca dijminên kurdan bi taybetî jî armanca Tirkiyeyê ew e ku kurdan lawaz û parçe bike."
 
DEWLETA TIRK BERIYA PKK'Ê JÎ WIHA BÛ
 
Derbarê armanca Tirkiyeyê de Sertîp, destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ne tenê tunekirina PKK'ê ye û ev tişt got: “Dema ku dijminatî li tevgerên kurd dikir, dema ku dixwest mîrîtiyên kurd tune bike, hingî PKK tune bû. Bi hinceta PKK'ê dixwaze destketiyên kurdan hemûyan tasfiye bike. Plan û bernameya Erdogan û dewleta tirk a dijî kurdan înkarkirina kurdan e. Saddam Huseyîn tu carî kurdan înkar nekir. Erdogan û MHP bi rengekî eşkere dijminatiyê li kurdan dikin. Ji bo mirov vê yekê nebîne divê mirov kor be. PKK xwedî hêza çekdar e, baş e çi yê HDP'ê ye ku ewqasî zextê lê dike, parlamenteran, hevşaredaran, rêveberên wê digire? Çi yê Selahattîn Demîrtaş hebû ku hatiye girtin, bi salan e girtî ye. Ji bilî têkoşîna demokrasiyê çi kir?"
 
MEHKÛMIYETA LI PEYMANA 50 SALÎ
 
Fermandar Sertîp, bi lêv kir ku PDK'ê bi Tirkiye û Erodgan re tifaqeke gelekî nebaş çêkiriye ku pê ve hatiye girêdan û axaftina xwe wiha domand: “Peymana 50 salî mînaka şênber a vê yekê ye. Pirsgirêkên ji ber vê peymanê rû didin ne ji ber PKK'ê ne, ji ber dewleta tirk e. Xwe bi vê daye bawerkirin. Ya şaş ev e. Çavkaniya pirsgirêkan Tirkiye û Erdogan e, PKK nîne. PKK dijminê PDK'ê nîne, PKK dostê PDK'ê ye. Li şûna ku dijminatî li PKK'ê bê kirin, divê piştgirî pê re bê kirin. Gelo li kurdîtiyê tê ku bi dijmin re rûnê û li dijî PKK'ê tifaqê bike, şer bike? Ev şer heram e û me tune dike. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe em ê li ber rabin û li dij bixebitin. Me ji ber vê yekê gelekî kişand."
 
‘PKK LI WIR E JI BER KU EW DER KURDISTAN E’
 
Di berdewamê de jî Sertîp, ji bo kesên ku pirsa "PKK çima li vir e? dikin, ev bersiv da: "Baş e bila PKK bi ku ve biçe? Ma ne tevgereke kurd e? Ma ew der ne Kurdistan e? Em çima çûn Îranê û Rojhilat? Hîn jî li ser sînorê Rojhilat li cihê ku em lê bûn malên me hene. Em hêzeke şoreşger bûn. Li dijî Saddam û Baasê me şer dikir. Bi çekên giran û artêşê bi ser me ve dihat. Me xwe li wir vedikişand. PKK jî hêzeke şoreşger e û li dijî dewleta tirk têdikoşe. Tirkiye bi hemû derfetên xwe êriş dike, ew jî xwe vedikişîne cihê ku karibe xwe lê biparêze. Wekî din wê bi ku ve biçe?"
 
‘DIVÊ KAR BÊ KIRIN KU ŞERÊ NAVXWEYÎ BÊ HERAMKIRIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Sertîp bang li YNK, Goran, partiyên îslamî, partiyên komunîst-sosyalîst, rêxistin, kesayet û gel kir ku li dijî şer eniyekê ava bikin, karekî bikin ku şerê nava kurdan heram bike û ev tişt got, "Gel vî şerî qebûl nake. Şerekî ku gel qebûl nake bi destê gel dikare bê rawestandin. Divê partiyên din jî bi gel re tevbigerin û vî şerî rawestînin. Divê şerê navbera kurdan bê heramkirin."
 

Sernavên din

15/06/2021
11:55 Komek hunermend: Em banga diyalogê li hêzên kurdî dikin
11:29 Fermandarê Pêşmergeyan: Em li dijî şerê navxweyî eniyek ava bikin
10:32 Li Rojava dexl û dan desteser kirin, li Rihayê jî li hev parî kirin
10:21 Duh gund îro daristan tên şewitandin
10:06 Financial Timesê Civîna Bilind a NATO’yê bi wî wêneyî derxist manşetê
09:47 Li bejahiya Mehsertê şewat derket
09:19 Koma 41'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:18 Jiyan, bîranîn û têkoşîna Binevş Agalê kir pirtûk
09:18 ‘Tirkiye di pirgsirêka kurdî de xwe li polîtîkayên qirkirinê girtiye'
09:17 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê fermanên tên dayîn pêk tîne
09:17 Dixwazin çîlekên Sasonê daxilî bazara cîhanê bibin
09:16 Bi hinceta ku 'ava qawîşê zêde xerc kiriye' nayê berdan
09:16 Qeyûm taxê di bin toz û dûmanê de hiştiye
09:12 Kovareke wêjeyî ya nû: Destar
09:12 Rêvebera HDP'ê ya Hewlerê: Xelkê Mexmûrê dixwaze Neteweyên Yekbûyî serdana kampê bike
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'AN
14/06/2021
20:45 Îro 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:51 Bîlgen: Ji bo pêşî li ber mirinê bê girtin daxilî nav siyasetê bûm
16:15 ‘Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin’
15:51 Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn
15:43 Li Helebçeyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
15:25 Macron: Min ji Erdogan re got ku divê mutefîkên NATO’yê stratejiya xwe ya hevpar zelal bikin
15:24 Şandeya Bexdayê li Mexmûrê lêkolîn kir
15:01 ‘Em li dijî tecrîdê deng derxînin’
15:01 Jinên di zeviyan de dixebitin: Kar û barê me li her derê pir e
14:43 Parêzeran belgeya ku dozger di dosyeyê de ji bîra kiriye pirsîn!
14:28 Hevserokên HDP’ê: Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye
13:59 Sekreterê Giştî yê NATO’yê: Di têkiliyên transatlantîk de em dest bi demeke nû dikin
13:52 Duh li Tirkiyê îro li Herêma Kurdistanê hat dersînorkirin!
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:43 Emîne Şenyaşar: Ev 3 sal in li edaletê digerim lê min nedît
12:42 Demîr Çelîk: Diviyabû ewqas nizm nebûna
12:23 4 jinên siyasetmedar sewqî edliyeyê hatin kirin
12:22 Kaplan a bi salan e tundî lê tê kirin: Piştî ku em hatin kuştin bila dengê me neyê bihîstin
12:21 Di Doza Somayê de bertek nîşanî dadgehê dan: Dawî li vê şanoyê bînin
12:03 Şandeya Aştiyê li Hewlêrê kampanya da destpêkirin
11:58 Senatorê Fransayê banga rawestandina êrişên ser kurdan li NATO’yê kir
11:58 Daxwaza reda dadgerî ya Doza Kobanê hat redkirin
11:36 Li Amedê di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin
11:25 Doza Soma bi dirûşmeya ‘Edaletê’ dest pê kir
11:22 Di civîna Bilind a NATO’yê de çi hene?
11:08 Dozgerê Doza Kobanê bi heman şahidê veşarî lêpirsînên cuda bi rê ve dibe!
11:07 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Hişyariya neyên danişînê li bersûcan kirin
10:22 PDK Şandeya Aştiyê asteng dike
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê 200 roj li pey xwe hişt
09:10 Malbata Şenyaşar: 3 salin kiryar di ber me re derbas dibin
09:09 Ekolojîst: Hilweşandina ekolojîk a piştî şer siyasî ye
09:08 Revend: PDK û MÎT dê sivîlan bikûje, wê PKK berpirsiyar nîşan bide!
09:08 Li Eynwerdê şopên berxwedanê û Sayfo mîna roja destpêkê ne
09:07 Greva birçîbûnê di roja 200’an de ye: Daxwaz azadiya Ocalan e
09:07 Gelê Wanê: Em heya dawiyê bi HDP’ê re ne
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'AN
13/06/2021
19:09 Girtiyên siyasî: Îxanet nayê qebûl kirin
17:02 KNK: Dest ji astengkirina dostên kurdan berdin
16:30 Di bombebarana Tirkiyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:41 'Pêşî li sûcê Tirkiyeyê yên li dijî kurdan bigirin'
14:59 Delegasyona Navneteweyî: Demildest Tirkiye vekişe
14:17 Pirsên faşîst ên ezmûna fînalê betal bûn
13:29 Walitiya Mûşê Zozanên Şênê qedexe kir
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku heq cihê xwe bibîne em ê têbikoşin
12:22 Şewata li Pîranê didome
12:14 Endamên Şandeya Aşitiyê ji Hewlêrê hatin dersînorkirin
10:11 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:39 Prof. Gunday: Li dijî bloga îqtidarê, bloga demokrasiyê divê
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199'emîn de dewam dike
09:07 Ava bermayî ya Heskîfa nû bêyî bê dawerivandin diherike gola bendavê
09:06 Paylan: Sirf ji bo zavê wî du SÎHA'yan bifiroşe aboriyê lewitandin
09:05 Peymana Stenbolê temînata jiyana jina ye
09:04 Keşîşxaneya St. Thomas hindik maye xera bibe
09:03 106'emîn salvegera Seyfoyê: Suryanî li benda hevrûbûyîn û lêborînê ne
09:02 Endama Ege TUHAY-DER'ê Altan: Em ê bi berxwedanê karibin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:50 Rêveberên HDP’î hatin girtin
08:29 Di qezaya trafîqê de 2 mamosteyan jiyana xwe ji dest da
08:28 Li Gebarê şewat derket
12/06/2021
20:37 Îro 6 hezar û 76 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:22 'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide'
17:18 Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir
16:27 ‘Tê xwestin ku rola pêşeng a jinan were asteng kirin’
15:44 Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim
15:40 Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn
15:29 Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin
14:51 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku Osman Kose were berdan
14:41 ÎHD'ê xwest nexweşê pençeşêrê Çakal were berdan
14:36 Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir
14:09 Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin
14:07 ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin
13:54 Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan
13:47 Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn
13:21 Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin?
13:07 Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:40 Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin
12:01 Di 70 saliya wî de ew winda kirin
11:49 Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin
11:06 Malbata Şenyaşar: Di doza me de qanûna serdestan tê sepandin
10:55 Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin
10:00 Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:55 Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
09:01 Term: Çîroka pevçûna Qanaxî û Ûsikîyan
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 198'emîn de dewam dike