NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 221 kes jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 6 hezar û 221 kesên din jî pê ketine.
Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 48 hezar û 950 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 348 hezar û 249.