NAVENDA NÛÇEYAN - Hin kesên nasnameya wan nediyar agir bi avahiya Rêxstina HDP’ê ya Îzmîrê xistin.
Li Îzmîrê hin kesên “nasnameya wan nediyar” agir bi avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Îzmîrê xistin. Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî êrişa li dijî avahiya xwe ya Îzmîrê wiha got: “Li Îzmîrê kesek bi çekdar bi ser avahiya partiya me de girtiye û daye ber agir. Li hundir hevalek me wezîfedar heye. Kiryar û kesên êriş dane kirine jî diyar in. Ji her tiştek neyînî wê îqtidar û yên tevdankar berpirsiyar bin.”