AMED – Li Amedê, ji 10 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin yek jê hat girtin û 9 kes jî hatin berdan.
Di 14’ê hezîranê de polis û leşkeran li navenda Amedê û navçeya wê Erxenê bi ser gelek malan de girtibûn û 10 kesan binçav kirin. Ji van 10 kesan 2 jê piştî îfadeyên xwe yên li Fermandariya Bajar a Cendirmeyan hatibûn berdan û 8 kes jê jî sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Ji van 8 kesan yek jê bi sûcdariya “piştgiriya rêxistinê” hat girtin û 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.