ÎZMÎR - Navê qatilê ku li Îzmîrê xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz kuşt, eşkere bû. Hat zanîn ku navê wî Onur Gencer e.
Li Îzmîrê êrişkarek çû avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê û li hundirê avahiyê ketober gulebaran kir. Navê êrişkar eşkere bû û hat zanîn ku navê wî Onur Gencer e. Êrişkar di êrişê de xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir û hewl da agir berde avahiya HDP’ê. Êrişkar ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê tê ragirtin.
DI WÊNEYAN DE DERKET HOLÊ KU NIJADPEREST E
Di wêneyên Onur Gencer ê kujer ku li ser medya sanal hatin belavkirin de tê xuyakirin ku bi çekan hedef nîşan digire û îşaretên nijadperestan kiriye. Her wiha di wêneyê kujer de tê dîtin ku berê çûye Helebê û Minbiçê û wêneyên ku sîleh di destê wî de ne belav kiriye.