ÎZMÎR - Polîsên Îzmîrê, piştî ku hemû qeydên kamerayên kargehên têketina avahiya ku xebatkara HDP’ê Deniz Poyraz lê hat qetilkirin birin, qeydên kamerayan jê birin.
Êrişkar Onûr Gencer ê di êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir. Hat hîn bûn ku polîsan dest danîne ser qeydên kamerayên têketina kargehê û dûre qeyd jê birine. Hat diyarkirin ku piştî ku polîsan qeydên kamereyan ên hefteyekê girtine, dîmen hemû jê birine.
ESNAF: GIRTIN Û JÊ BIRIN
Xebatkarên kargeh û esnafên derdorê yên ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku polîs di saetên serê sibê de hatin cihê kar, qeydên kamereyan ên hefteyekê girtin û pişt re qeyd jê birin. Esnafan bi lêv kirin ku polîsan tu hêcetên qanûnî pêşkeşî wan nekirine û qeydên di cihazî de jê birine.