AMED - Dadgeha Bilind, 7 sal û 6 meh cezayê li Çaglar Demîral a HDP'î hatibû birîn, xera kir.
Dadgeha Bilind, 7 sal û 6 meh cezayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Çaglar Demîrel a HDP'î hatibû birîn, xera kir. Daîreya Ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind, biryara Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê ku Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê pesend kiribû, xera kir.
Parêzerên Demîrelê Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebî, piştî ku Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê cezayê hatibû birîn pesend kir, serî li Dadgeha Bilind dabûn û îtiraz kiribûn. Parêzeran di îtiraza xwe de destnîşan kiribûn ku cezakirina ji ber axaftinên di dema parlementeriyê de dijî Qanûna Bingehîn in û xwestibûn ceza bê xerakirin.
Dadgeha Bilind jî cezayê li Demîrelê hatibû birîn xera kir.
Piştî vê biryarê dosyeya Demîrel ya Doza Sereke ya KCK'ê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê, daxilî av dosyeya Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê hat kirin.
Çaglar Demîrel, di sala 2015'an de gava parlementera HDP'ê bû hatibû girtin û hîn jî girtiye.